Di ser erdhejên Mereşê de 6 meh derbas bûn, lê mexdûriyeta welatiyan her diçe zêdetir dibe. Yên li herêmên erdhejê herî zêde zor û zehmetiyan dikişînin jî penaber in. Penaberên ku beriya erdhejê bi cihêkariyê re rû bi rû diman, piştî erdhejê bêtir bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li Semsûrê penaberên mexdûrên erdhejê, mehek berê ji konbajar hatin derxistin. Penaberên li konên bi hejmara Ç1, Ç3 û Ç27’an dimînin, ji ber ku doza konteyneran dikin yeko yeko ji konbajaran tên derxistin û wan dişînin konteynerên li navçeya Heranê ya Rihayê.
Pirsgirêkeke din a ku penaber pê re rû bi rû dimînin jî ew e ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê ji konbajarê bi hejmara Ç27’an çû. Tenduristkarên ku wezaretê ew bi hinceta “şert û emrcên paqijiyê tune ne” li vir wezîfedar kiribûn, bi biryara wezaretê ji vir hatin derxistin. Niha li vir Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê (DAKAH-DER) û Komeleya Jinan a Lîder bi dilxwazî dixebitin.
Dilxwaza DAKAH-DER’ê Parêzer Şîrvan Yakût (26), anî ziman ku piştî erdhejê penaber bêtir bi cihêkariyê re rû bi rû mane.
Berê wan didin Heranê
Yakût diyar kir ku konteyner bi dest penaberan nakevin û û got ku li hin konan kombûna wan jî cihêkarî ye. Yakût da zanîn ku penaber tenê li konên bi navê Ç1, Ç3 û Ç27’an dimînin û got: “Welatiyên ji Tirkiyeyê yên li van konebajaran mehek berê li konteyneran hatin bicihkirin. Lê mixabin konteyneran nadin penaberan. Serlêdan tên kirin, lê serlêdan bêbersiv dimînin. Walîtiyê gotibû dê konteyneran bidin penaberan, lê hat hînkirin ku ev konteyner ne li Semsûrê, li navçeya Heran a Rihayê ne. Yanî zorê didin penaberan ku ji Semsûrê derkevin.”
Yakût fikara xwe ya ji bo penaberan wiha anî ziman: “Heran, navçeyeke nêzî sînor e. Ev yek fikara ‘Gelo dê di nêz de penaber bên dersînorkirin’ li me peyda dike.”
8 tuvalet
Yakût bilêv kir ku çalakiyên li kona Ç27’an ji aliyê UNICEF’ê ve dihatin kirin û got ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê jî tenduristkarên xwe yên li vir wezîfedar kiribûn bi hinceta derdor ne paqij e ji wir derxistin. Li wê qadê niha tenê xebatkarên du komeleyên jinan dixebitin. Li konbajara Ç27’an hezar û 500 kes dimînin. Ji bo van kesan tenê 8 tuwalet û cihê serşûştinê hene. Lewma ne pêkan e ku mirov behsa paqijiyê bike.”
Yakût destnîşan kir ku yên herî zêde bandorê ji erdhejê digirin jin, zarok û penaber in û wiha domand: “Mirov ji ber binpêkirina mafan nizanin dê serî li kuderê bidin. Em di perwerdehiyên xwe de binpêkirinên mafan ên ku ew rastî wan tên dibêjin û li dijî van binpêkirinan cihê serlêdanan dibêjin. Hin maf hene demeke wan a diyarkirî heye, lewma divê di wexte serlêdan bê kirin. Lewma me ewilî ji bo yên demên wan diyarkirî perwerdehî dan.”
Yakût anî ziman ku di vê pêvajoyê de yên herî zêde zehmetiyê dikişînin jin in û got: “Li vir jî derket holê ku yê herî zêde zehmetiyê dikişînin jin in. Jin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî şideteke sîstematîk tên. Di vî warî de gelek kesan serî li me da. Me piştgiriya wan kir. Me dît ku kesên ji ber erdhejê bûne kirêvan rastî tahdeyên xwediyên xaniyan hatine. Xwediyê xanî kirêya xanî zêde dike yan jî hewl dide kirêvan ji xanî derxe. Di vî warî de jî yê herî zêde mexdûr dibin penaberan in.”
Yakût wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji bo piştevaniyê li vir in û em ê tim li vir bin. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl li vir bin. Divê her kes piştevaniya mexdûrên erdhejê bike.”