Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cihekî dîrokî ye lê…

Şikefta dîrokî ya Hezar Mêrd li Silêmanî ciheke dîrokî û geştiyariye, lê hatiye paşguhxistin

Şikefta Hezar Mêrd şikefteke mezin e, deriyek berfireh yê wê heye, lê kurahiya şikeftê kême. 13 km dikeve li başûrê rojavayê Silêmanî, dikeve tenişta çiyayê Berananewe. Piştî şikefta Şanedar di aliyê mezinahiyê ve wek şikefta duyemîn tê nasîn.

Li tenişta şikefta Hezar Mêrd pênc şikeftên din ên biçûk hene ku dikevin rexê rast û çepê yê şikefta Hezar Mêrd. Deriyê van şikeftan ne firehe, mirov nikare bi hêsanî derbazî nava şikeftan bibe, lê kûrahiya van şikeftan zêdeye. Li xarê şikefta Hezar Mêrd gundek heye. Navê gund bi xwe jî Hezar Mêrd e. Niha li wî gundî tenê du mal mane.

Çima navê wê kirine Hezar Mêrd?

Nêrînên cûda li ser navê şikeftê hene, hinek dibêjin ji ber ku şikeftek mezine cihê hezar zilaman yanî mêran têde dike ji ber wê nav lê hatiye kirin. Hezar Mêrd û hinek nêrînên din jî yên cûda li ser tê gotin.

Yên lêkolîn kirine kî ne?

Jina lêkolîner ya bi navê Garud (Anî Elîzalîb) lêkolîn li ser çaxên ji beriya zayînê li ser kiriye. Di sala 1928’an de ji Amerîka ji dibistanên cûda tîmek li gel Komeleya Bersî Sladen lêkolîn li ser şikefta Hezar Mêrd kirine. Ev lêkolîna di şikeftê de hatî kirin 18 rojan domandiye.

Li gorî lêkolînên hatin kirin encama wê bi ser sê qonaxên cûda yên şaristaniyetê de hatin dabeşkirin.

Li gorî lêkolînên ku hatin kirin hinek kelûpelên di serdema derketina îslamê de têde hatin dîtin. Herwiha di şikeftê de 3 gor hatin dîtin, jivana gorek ya zarokek bû. Li gel her gorek de cerikek hatibû veşartin. Herwiha di goran de 3 parçeyên hesin hatin dîtin. Yek ji van parçeyên hesin serê tîran bû ku ji bo parastina xwe bi kardianîn. Herwiha du diravên hesin jî hatin dîtin ku yek ji wan yê serdema Bîzansiyan e, yê din jî yê serdema Sasaniyan e.

Ev kevirên ku hatine dîtin dîroka wana digihe ji beriya 30 ta 50 hezar sal ji beriya zayînê. Hinek jivan tiştên ku divê şikeftê de hatine dîtin, biheman şêweyê yên şikefta Şanedarin. Herwiha heman kevirên ku hatine dîtin di şikeftên Zewîte û şikefta Şekebe yên li Filistînê de jî heman kevirin.

Di sala 1926’an de jî ji aliyê Spayzer ve lêkolînek din hate kirin. Lê zanyariyên ku di vê lêkolînê de hatine kirin tunene û hatiye paşguhxistin.

Girîngiyê nadin dîrokê

Tevî ku ev şikeft şunwarek dîrokî ye, lê dema geştiyar diçin deverê tu zanyariyek li ser şikeftê bidestê wan nakeve, tenê wek cihek ecêp tê li ber çavê wan.

Têkildarî nebûna tu zanyariyek ji bo rehbertiya turîstan jî Berdevkê Geştuguzara Silêmanî Aram Şiwanî ji Rojnewsê re wiha got: “Ya ku diviya bû Rêvebertiya Şunwarên Silêmanî bikira me kiriye. Me rehberek li ser dîrok û zanyariyên li ser şikeftê bi 8 zimanan bi ser geştiyar û balefirxaneyan belav kirine. Zanyariyên ku me dane jî xwe dispêrin lêkolînên Garud.”

Li ser heman mijarê Rêveberiya Şunwarên Silêmanî Kemal Reşîd jî axivî û eşkere kir ku tu zanyariyek temam li ber destê wan de tuneye heya bikarin rehberek ji bo geştiyaran çêkin û wiha pêde çû; “Ji bona wê me peywendî li gel zanîngehên Şikago û zanîngeha Lîverpol a Brîtanî kiriye ji bo ku werin lêkolîn li ser şikeftê bikin. Tê payîn ku di çend salên pêşiya me de ev herdu zanîngeh tîmek pispor bişînin. Ji bo lêkolînek nû bikin.”

Ji bilî nebûna zanyariyan li ser şikeftê, rêya gihiştina şikeftê jî hîna axe û gelek nexweş e. Her wiha jîngeha wê jî ji aliyê hinek welatiyan ve nayê parastin. Di hindirê şikeftê de gelek nivîsên bê serûber li ser keviran hatine nivîsin û paşmayek zêde yê geştiyaran tê de heye. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar