Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cihûtî, têkiliya tirk-Îsraîl û pirsgirêka kurd

Mirov heta li rastiya cihû û Îsraîlê rast serwext nebe, zor e ku mirov li pirsgirêka kurd serwext bibe û çareser bike. Min ji ber vê yekê hewce dît ku ez meseleya Ibriyan di parêznameyê de weke beşekî cihê binirxînim. Marks bi xwe jî dema hewl dide pirsgirêkên der barê sosyalîzmê de çareser bike, neçar maye ‘Meseleya Cihûyan’ weke pirtûkçeyekê binivsîne. Meseleya cihûyan ji dema şaristaniyên Sumer û Misrê ve hebûna xwe dewam dike û her ku diçe ev pirsgirêk girantir dibe û heta roja me ya îro tê. Di Ahtî Atîk de bi awayekî berfireh behs dike ku Brahîm ji ber pirsgirêkên bi Nemrûdên Babîlan re û Mûsa jî ji ber pirsgirêkên bi Firewnên Misrê re cihûwarê xwe terikandine, derketine bi qebîleya Ibrî ber bi diyarê Kenan-Filistînê ketine rê, çûne. Pêkhatin û dewamkirina Qraltiya Cihû-Îsraîlê ku bi pêxember Dawit dest pê dike û bi qasî hezar salî dewam dike, cewherê pirsgirêkê pêk tîne. Serê pêşî bi qebîleyên li welatê Kenan pirsgirêkên wan ên der barê cihûwar û dînî de çêdibin (dema 1300-1000 B.Z. bi Mûsa dest pê dike; dema 1300-1600 B.Z. bi Brahîm dest pê dike) û di heyama pêxember Dawit de hewl didin van pirsgirêkan bi qraltiyeke piçûk çareser bikin. Dema Pêxember Silêman ‘serdema zêrîn’ a vê qraltiya piçûk e. Di Pirtûkên Pîroz bi awayekî rengîn behsa çîroka wê tê kirin. Qraltî paşê ji hev belav dibe. Şêxên serekqebîle û zanyarên ji wan re pêxember dihat gotin (pirr kêm be jî di nava wan de jin hene) tevî ku gelekî hewl dan careke din nikarîbûn qraltiyê bi ser hev de bînin. Ya rastî, Ahdî Atîk ji rêzeçîrokên li dora pirsgirêkên vê qraltiya piçûk çêdibin pêk tê. Li herêma berê ket bin destê Împaratoriya Asûrê (B.Z. 720), paşê jî ket bin destê Împaratoriya Med-Pers (B.Z. 546) pirsgirêka Cihû bêhtir giran bû. Berxwedan û serîrakirin çêdibin. Cara pêşî di dema Qralê Babîlê Nebûqednezar de (B.Z. 596) bi komî ji Babîlê têne mişextkirin. Bi vî awayî dema mişextkirinê ya çil salî dest pê dike. Keyayê Persan Kyros (bi Medî-bi Kurdî kuro ye, bi Grekî kyros tê xwendin) wan rizgar dike û ji nû ve wan dişîne welatê Yehûda-Îsraîlê. Di wê demê de ji doktrîna Zerdeşt gelekî bi tesîr dibin. Perestgeha Silêman a hilweşiyayî ji nû ve ava kirin. Serhatiyên qebîleya Ibrî cara pêşî di bin navê Pirtûka Pîroz de (Ahdî Atîk) nivîskî tomarkirin. Di vê de bi rola herî girîng Pêxember Îşaya radibe. Çîrokên qebîleya xwe bi mîtolojiyên Sumer û Misrê bi îlhama ji doktrîna Zerdeştê girtin di bin navê Ahdî Atîk de (Pirtûka Pîroz) bi awayekî nivîskî pêşkêş kirin. Li cem Împaratoriya Persan di karûbarên qesrê de bi rolên girîng radibin. Pêkan e 361 ku di wê demê de bi proto-kurdan re têkilî û nakokiyên wan çêbibin. Di Pirtûka Pîroz de mirov dikare şopên van têkilî û nakokiyan bibîne. Bêhtir bi qralên Persan re hevkarî kirine. Jixwe di dema derketina Brahîm ji Ûrfayê de çawa ku em şopan dibînin, em têkiliyên wan bi çandên qebîleyî yên Hûrrî re (Proto kurd in) dibînin. Dîsa tê guftûgokirin ku pêkan e, qebîleya Ibrî jî nîv Hûrrî be. Bi îhtîmaleke xurt çandeke navberê ye, ji çanda Aryenîk pê derbasî çanda Semîtîk bûbe. Di dema qral û împaratoriyên Helen û Romayê (300 B.Z. – 70 P.Z.) timî li ber xwe dane. Di salên  70’î P.Z. de cara duyemîn Perestgeha Silêman ji aliyê Romayê ve hat xirakirin û vê carê demeke dirêjtir mehkûmî jiyana surgûnê bûn. Ber bi hemû qadên şaristaniyan mişextî bûne. Koçberî û surgûnên heta bi nava Asya, Efrîka û Ewropayê pêk hatin. Li her devera çûnê herî zêde bi karûbarên pere, bazirganî û entelektueliyê re mijûl bûn. Kesên herî baş sermayeyê kom bikin û bidin hev ê ji nava Ciyûyan derkevin. Nivîskarên herî baş jî dest pê dike ji nava wan derdikevin. Nivîskar bi awayekî mîna peyrewên pêxemberan bin rêûresma wan dewam dikin. Kengî mezhebê Îsa ji aliyê qewmên bindest û xizan ve bêhtir hat qebûlkirin û veguherî dînê Xiristiyantiyê, di navbera kahînên tebeqeya jor a Cihû û Xiristiyantiyê de nexweşî û li hev nekirin jî zêde bû. Şerên ji ber nakokî û têkiliyên di navbera Mûsewîtiya fermî û Xiristiyantiyê de, serdema Antîk a klasîk (30-300 P.Z.) têkoşîna herî girîng a çînî ye.

Cihûtiya di serdema navîn de bi derketina holê ya Îslamîk re bêhtir bi pirsgirêk bû. Nexasim ji bo Cihûyên li Nîvgirava Ereb dîsa koçberbûn ket rojevê. Yên nexwestin koç bikin, ji bo hebûna xwe  biparêzin, neçar man maskeyên Îslamî bidin ber rûyê xwe. Bi vî awayî hewl dan hem guftûgo û nakokiyên nava Îslamê kûr kirin, hem jî xwe biparêzin. Kengî navenda Îslamê bû Bexda, ji  têkelkirina Cihû-Xiristiyantî-Îslamê pêkhatî û mîna terîqeta Evangelîst a roja me ya îro, terîqeta Karaîmê pêk anîn (850 P.Z.). Bi vî awayî karîbûn hem bi Xiristiyan û Misilmanan re bêhtir xweş li hev bikin, hem jî ketin nava qewmên Tirk ên koçêr û li Bakurê Hazarê Dewleta Tirk a Hazarê ava kirin. Di nav etnîsîteya Tirk de û di nava elîta Tirk Cihû ya cara pêşî bû dewlet de Selçûk Beg jî hebû ku rê li ber avabûna Xanedaniyên Selçûkî û Osmaniyan vekir. Ew bi xwe Sûbaşî bû. Bi çanda ji Dewleta Tirk Cihû girt dema dewletên xanedaniyê yên Selçûkî dest pê kir. Li vir a girîng ew e, di nav elîta desthilatdariya Tirk de bandoreke bi hêz a Cihû ji xwe re cih çêkiriye. Li Rojava jî li Mexrib û Nîvgirava Îberîkê di nav dewletên Îslamî de bi rola avaker rabûn. Di warê pêşketinên malî û entelektuel de alîkariya wan kirin. Ji ber ku nakokiyên wan bi Xiristiyantiyê re zêde bûn, bi biryara Konsula Lateranê di dawiya sedsala 12. de Cihû di gettoyan de asê kirin. Ji vir û pêve li dijî Xiristiyantiyê ji du milan ve ketin nava çalakiyan: Pêkhatina baskê Masonên Laîk û di nav Xiristiyantiyê de tevgerên mîllî yên reformê. Di derketina ji serdema navîn de bandora van tevgeran gelekî heye. Herî dawî di sala 1492’an de tevî Misilmanan ji Nîvgirava Îberîkê hatin qewitandin û bi vî awayeî careke din bi ber pêla koçberiyê ketin. Bêhtir ber bi Rojhilatê Deryaspî û Anatolyayê, di serî de Hollanda ber bi peravên Rojavayê Ewropayê ve koç kirin. Li Ewropaya Rojhilata jî bêhtir Xiristiyantiyê zordestî li wan kir. Tevkujiyên ji wan re pogromên Cihûyan dihatin gotin bi serê wan de hatin. Li hemberî vê tebeqeya jor a Cihû, beşên wan ên sermaye û rewşenbîr-nivîskaran kirî ew bû, ji bo kapîtalîzm weke sîstemekê pêş bikeve, bi rola pêşengtiyê rabûn. Bi rola xwe ya di berxwedana neteweyî ya Hollandayê de Împaratoriya Katolîk a navenda wê Spanya (mezhebê gerdûnî) bi awayekî stratejîk şikandin. Di pêvajoya vê berxwedanê de Prenstiya Hollandayê di dîrokê de weke dewleta netewe ya pêşî derket holê. Di navbera salên 1550-1650 de şerên xwînrij ên mezheban pêk hatin û di encama van şeran de hem dinya Katolîk parçe bû, hem jî kapîtalîzm weke sîstem gav ber bi mezinbûnê ve avêtin. Di vê de sermayeya Cihû û nivîskar-rewşenbîrên wê bi roleke girîng rabûn. Paşê bi dewleta netewe ya navenda wê Brîtanya-London, di pêvajoya pêşdebirina împaratorbûna Ingilistanê de alîkariyan wan çêbû. Bi vî awayî, ji cîhana Katolîk û Ortodoks a zordestî li wan kiribû bi modelên laîk û Protestan heyfa xwe hilandin. Ya rastî, bi têkoşîna çînî û neteweyî ya li ser bingehê modernîst zêde kirin, deriyên serdema navîn ên Katolîk û Otodoksiyê girtin. Bêguman mirov nikare serdema nû bi temamî bike malê Cihûyan. Lê rola Cihûyan nebûya yan jî ev rola wan neyê dîtin, mirov nikare destpêkirin û pêşketina serdema nû baş binirxîne. Di Şoreşên Fransî û Rûs de hem di kuştina Qralê Fransî yê Katolîk hem jî di kuştina Împaratorê Ortodoks ê Rûs û dawîanîna li xanedaniyên wan de rola îdeolojiya laîk û pêşengên bi koka xwe Cihû bêhtir eşkere ye. Nabe ku ev rol bê înkarkirin. Di tevahî pêngavên şoreşê û sermayeyê yên bi heman rengî yên Ewropayê de heta rola Cihûtiyê neyê destnîşankirin, nabe ku ravekirinên rast bûne kirin.

Hebûna Cihûyan a li Anatolya û Mezopotamyayê ku bêhtir têkiliya xwe bi mijara me re heye, û pirsgirêkên rê li ber vekirin parçeyekî girîng ê heman pêvajoya dîrokî ye. Cihû di tevahiya dîroka xwe de ti carî ji herdu qadan kêm nebûn. Jixwe ji nêz ve têkiliya kok û rehên wan bi çanda Mezopotamyayê re hene. Devera cara pêşî lê herî zêde hatin cem hev Anatolyaye. Ev serhatiya wan a bi cihbûnê heta bi dema Persan diçe. Hem deam ji Nîvgirava Îberîkê hatin qewitandin, hem jî dema ji ber pogromên (tevkujî) li Ewropaya Rojhilat reviyan Anatolya ji bo wan bû penageheke girîng. Împaratoriya Osmanî li Rojava bi cîhana Katolîk û li Bakur jî bi cîhana Ortodoks li ser sîstemê pev diçû û bêguman ev di cihûwarbûna Cihûyan a Anatolyayê de biroleke girîng rabûye. Ji roja damezrandina Împaratoriya Osmanî heta bi hilweşîna wê, rola Cihûyan ji awayê tê zanîn gelekî zêdetir e. Mirov bê Kurd û bê Cihû nikare Împaratoriyê bifikire. Nexasim di dema Qanûnî Silêman û Siltan Hurremê de ev rol ji bo Cihû û Kurdan di asta herî jor de ye. Wekî din, di salên 1650’î de Sabetay Sevî bi îddîaya pêxembertiyê derket holê û bandora tevgera wî ya li Îzmîrê gelekî mezin bû. Li ser dijbertiya Siltan, Sabetay Sevî rêûresma jêre ‘çerxkirin’ tê gotin dest pê kiriye. Ji wê demê û pêve Cihûyên çerxkirî di serî de Bektaşîtî û Neqşîbendîtî ketin nava tevahî terîqetên Îslamî, terîqetên nû ava kirin û di nava wan gelekan de reform kirin û bi vî awayî li ser wan bandoreke mezin a îdeolojîk çêkirin. Herweha bi giranî maliyeya Împaratoriyê kirin kontrola xwe.

Mîlliyetgiriya bûrjûwa ya Cihû di sala 1896’an de Kongreya Siyonîst a pêşî pêk anî. Bi pêkhatina vê kongreyê re demeke nû dest pê kir. Li Ewropaya Rojava mîlliyegirî zêde dibû û li Ewropaya Rojhilat jî pogroman dewam dikir. Lewma Cihû neçar man ji xwe re li welatekî bigerin. Di destpêkê de fikirîn ku li Efrîkayê ji xwe re welatekî Cihû çêkin, lê kengî vî planê wan neçû serî, bala wan çû ser Împaratoriya Osmanî. Planê welatekî di serî de li Îzmîr, Selanîk, Edîrne û beşekî Mezopotamyayê neçû serî û dîsa ji nû ve biryar dan li welatê berê Kenanê-Filistîna Nû vegerin. Lê li pêşiya vê jî Siltan Ebdulhemîdê Duyemîn (1876-1909) hebû ku zêde nêzî hevkariyê nedikir û dibû kelem. Ew jî bi heman sedeman weke Qralê Fransî û Împaratoriyê Rûs heq kiribûn ku tevî xanedaniyê xwe bêne hilweşandin. Xebatên locayên Mason ên sermayeya Cihû û Sabetayîstên xebatên wan li ser Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê zêde bibûn, bi Meşrûtiyeta Duyemîn re encamên xwe yên pêşî dan. Rejîma Destûra Meşrûtî ket pratîkê. Erkên Siltan hatin bi sînorkirin. Paşê bi provakasyona 31’ê Adara 1909’an Ebdulhemîd ji desthilatdariyê hate xistin.

Di pêvajoya bi lezbûyî de mîlliyetgiriya Cihûtiyê bi du milan tevgeriya. Ya yekê, milê bi bûrjûwaziya Elman û bûrjûwaziya burokratîk a tirk re tevgeriya, ya dudiyê, milê bi bûrjûwaziya lîberal a Ingilîz re hevpar tevgeriya. Milê yekê, di nava yekparebûna Împaratoriya Osmanî de li welatekî digeriya. Herî zêde li ser herêmên Îzmîr-Manîsa, Selanîk-Edîrne û Kurdistana Iraqê ya îro difikirîn û dixwestin ji xwe re bikin welat. Hinek ji wan difikirîn ku hewce nake, yekparetiya Împaratoriyê weke herêman parçe bikin û dikarin Împaratoriyê yekpare weke welat qebûl bikin. Nexasim yên ‘çerxkirî’ ango Sabetayîstên xwe Cihûyên Tirk dihesibandin bêhtir ji vê komê bûn.

Bi tevahî kadroyên li rêza pêş ên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê mason bûn û kabê xwe ji bo Tirkîtiyê (ereb, kurd, arnawid, çerkez û yên din) diavêtin û ev jî nîşan dide ku ev têgihiştin çiqasî bi hêz bûye. Bi awayekî koalîsyona ‘Tirkparêzên ne tirk’ pêk anîbûn. Hem kadroyên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê û hem jî kadroyên desthilatdariya CHP’ê ji kesên vê têgihiştinê wê pêk bihata. Felsefeya wan pozitivîzma çor a Durkheimî bû. Tevî Tirkparêz xuya dikirin, dema derfet û îmkan didîtin her yek ji wan li eslê xwe vedigeriya ango dibû mîlliyetgirekî ereb, kurd, arnawid, çerkez, ermenî, rûm, bûlgar û hwd. Weke kopyayên li dereceya sêyemîn ên ezmûnên li Ewropayê pêkhatî tevdigeriyan. Nexasim ji dewletdariya netewe ya Fransî û Elman bi tesîr bibûn.

Milê dudiyan milê lawaz e, ji beşê alîgirên Ingilîz pêk dihat. Pêşî ji bo xwe li Efrîkayê li welatekî digeriyan. Lê paşê kengî Împaratoriya Osmanî ji hev parçe bû, giraniya meyla wan çû ser qada Filistinî ya lê qraltiya ji rêûresmê ya Cihû-Îsraîlê hatibû avakirin. Ev beşa han, wer difikirî ku Împaratoriyê temenê xwe temam kiriye û divê parçe bibe. Peymana Tîlsît a sala 1807’an di navbera Franseya Napolyon û Çartiya Rûsyayê de jî ji bo vê fikrê dibû bingehek. Tevî ku di nava Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de temsîla wan hebû jî mil û bazekekî mezin bûn. Ne bi ten pêşbînî dikirin ku wê Împarator jî ji hev belav bibe, ji bo vê jî di koalîsyonên alîgirê Ingilîzan de cih digirtin û bi hemû hêza xwe dixebitîn. Li bereya Çanakkale û Filistînê (di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de) bi yekîneyên xwe yên taybet li cem Ingilîzan cih digirtin û şer dikirin. Çawa ku tê zanîn Pîlanê Sykes-Picot (1916), Deklarasyona Balfour (1917) û peymana rejîma manda Ingilîz a li Filistînê (1916) bi hevkariya van beşan hatiye amadekirin. Li Rojhilata Navîn li şûna Împaratoriya Osmanî avakirina gelek dewletên netewe encama xwezayî ya van plan û peymanan bû. Xisletên hevpar ên herdu bask û milan hene. Modernîst bûn, ji bo pêşengiya modernîzma kapîtalîst kabê xwe diavêtin. Pirraniya wan mason bûn. Alîgirên Ingilîz ji serî ve –yanî ji sedsala 16. roja avabûna dewleta netewe ya Hollanda û Brîtanyayê heta roja me ya îro –li pey wê yekê bûn ku dixwestin împaratorî û dewletên mezin parçe bibin û li şûna wan dewletên netewe yên piçûk ên nikaribin li ber hegemonya Ingilîz rabin û neçar bimînin pêre hevkariyê bikin, bêne damezrandin. Îsraîl wê di encama vê zêhniyetê de bihata avakirin. Bi cudahiyekê, Ingilistan û paşê bi DYE’yê re bibûya hêza hegemonîk a kapîtalîzma global. Rastiya navneteweyî jî jixwe li ser vî bingehî hatibû avakirin û hê jî li ser vê rastiyê dewam dike. Yên kapîtalîzm weke sîstemeke egemonîk a global ava kirin, bi awayekî bingehîn ev beş bûn. Bila şaş neyê fêhmkirin, em nabêjin, ev beş dinyayê bi pîlanekî bi dizî îdare dikin. Tevî ku fikrên bi vî rengî hene jî fikrên bi vî rengî nepixandîne. Rola van beşan (bi tenê ji Cihûyan pêk nayên, di nava wan de ji her neteweyî ferd hene; Cihû bêhtir xwedî rola pêşeng in) bi awayekî katalîzorî ye; di avakirina sîstemê ya îdeolojîk, polîtîk, civakî, hunerî û ekonomîk de bi rola pêşeng radibin. Alîgirên Elmanyayê di destpêkê de bi hêz bûn. Di dema dawî ya Împaratoriya Osmanî de Împaratorî xistibûn destê xwe. Li ser rêxistina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê bi awayekî bingehîn mohra van kesan hebû. Wan rê dida ber desthilatdariya rêxistinê. Meşrûtiyeta Duyemîn, Bûyera 31’ê Adarê, tevî Şerê Yekemîn û Duyemîn ên Balkanan Şerê Cîhanê Yê Yekemîn ji wan bûyerên in ku têde bi rolên girîng rabûne. Têkçûna Elmanyayê, ji hevbelavbûna Împaratoriya Osmanî û paşê mezinbûna faşîzma Hîtler dihatin hilweşîna vî baskî îfade dikir. Yên mayî tevlî Şerê Rizgariya Neteweyî bûn. Têra xwe bi hêz bûn. Lê kuştina Enwer, Talat û Cemal Paşa kir ku bê serok bimînin. Baskê Ingilîzgir beriya hilweşînê bi Wahdeddîn re gaveke nû avêtibû û di nava bermahiyên dewletê de hêzeke girîng bi cih kiribû. Ev jî tevlî Şerê Rizgariya Neteweyî bûn. Serokên wan ên esasî Îsmet Înonî û Fewzî Çakmak bûn. Ji ber ku Ingilîz ji şer serketî derketin pozîsyona alîgirên wan her ku diçû xurt dibû.

Li vir diyardeya Mistefa Kemal derdikeve pêşiya me. M. Kemal, mîna li Rûsya û Çîna wê demê, di şert û mercên dagirkeriyê de radîkalîzma bûrjûwaziya piçûk a tîpîk temsîl dikir. Diyardeya bingehîn a M. Kemal derxist holê, dagirkeriya fiîlî ya li Anatolya û Mezopotamyayê bû. Eger dagirkeriya fiîlî nebûya wê M. Kemal jî nebûya. Rewşeke bi heman rengî di Şoreşa Franseyê de jî pêk hatibû. Mîna Wahdeddînê wê demê, Louîsê 16. ji bo alîkariya wî bikin eger bang li monarşiyên Ewropayê nekiribûya ji bo bêne Franseyê, Robespierre û hevalên wî weke radîkalên bûrjûwaya piçûk derneketana holê. Tişta ew derxistin holê û ew gihandin îlana Komara Yekemîn rastiya dagirkeriya di dema 1791-1794’an û rastiya berxwedana li hemberî vê yekê ye. Ma ne şert û mercên dagirkeriyê çawa bi dawî bûn, radîkalîzma bûrjûwaziya piçûk jî ji holê hatiye rakirin. Komara Tirkiyê jî di nava şert û mercên bi heman rengî de gihiştiye. Eger radîkalîzma bûrjûwaya piçûk a M. Kemal nebûya, avakirina Komarê gelekî zehmet bû. Hebûna Komarê ji sedî sed bi saya radîkalîzma M. Kemal pêk hatiye. Lê kengî bi Lozanê re statuya dagirkeriyê bi awayekî fermî bi dawî bû û komar gihişt Destûra xwe ya nû (1924), radîkalîzma M. Kemal jî bi awayekî bingehîn tevî hevgirtiyên wî hat tesfiyekirin. Di dîroknasiya Tirk de herî zêde ev diyardeya tesfiyeyê di tariyê de hatiye hiştin û heta ev neyê fêhmkirin, ne pêkan e ku diyardeya Komara Tirkiyê bi awayekî rastî bê nirxandin. M. Kemal kirin Serokkomar, ev nayê wê maneyê ku radîkalîzma wî dewam dike, berevajî, ev îspat dike ku radîkalîzma wî ji holê hatiye rakirin. Di dîroknasiya Tirkiyê de li ser vê babetê analîzên ji civaknasiyê dûr bi kronolojî û ravekirinên bi modelên dîn û pozitivîzmê tevlîhevkirî têne kirin. Mîna ku hevgirtin, çîn, mîlliyet û îdeolojiyên wan ên cuda tinebûne, her tişt ji ezmanan bi zenbîlan daketiye xwarê, Şerê Rizgariya Neteweyî bi nasnameyeke homojen û yekpare pêk hatibe, têgihiştineke serdest ferz kirine. Di anîn ziman a M. Kemal de herî zêde ev têgihiştin tê îfadekirin. Ji danasîneke zanistî bi israr direvin.

Piçûkdîtin an jî zêde mezinkirina M. Kemal ji bo fêhmkirina heqîqetê bi kêr nayê, bêhtir zirara wê heye. M. Kemalê şert û mercên dagirkeriyê wî pêkanî û Atatirkê statukoyê wî pêkanî cuda ne. Mîna ku li dijî şoreşê dijşoreş hatibe kirin. Dijşoreş jî ne di sala 1950’î de, di sala 1925’an de hatiye kirin. Eger em careke din li rastiya Cihû vegerin, divê mirov li rola Cihûyan a di dijşoreşa 1925’an de serwext bibe. M. Kemal, li gorî xwezaya xwe, radîkalîzma bûrjûwaziya piçûk li derveyî pêvajoya dagirkeriyê nikarîbû dewam bike. hêzên alîgirên Sovyetê yên li aliyê wî yê çepê ji zû ve hatibûn tesfiyekirin. Di nava atmosfera dijşoreşê de ku di 15’ê Sibata 1925’an de bi provakasyona li dijî Şêx Seîd pêkanîn, kadro û zêhniyeta Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê vê carê di nava CHP’ê de dewleta nû bi temamî kirin kontrola xwe. Îdeolojî û polîtîkayên wê bi xwe pêk anîbûn. Payeya Serokkomariyê ya dabûn M. Kemal sembolîk bû. Nerazîbûna mezin a M. Kemal ji pêvajoyê vê rastiyê îspat dike. Wekî din, ezmûna Firqeya Serbest îspateke din a ciddî ye. Di nava CHP’ê de sala 1935’an bi sekreteriya Recep Peker bernameyek hat amadekirin û bi sedema ku dişibe bernameya faşîzmê ya Mussolînî, M. Kemal wê rexne dike.

Esasê bûyerên diqewimîn ev e: Bûrjûwaziya burokratîk a tirk ku ji dema desthilatdariya Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê ve bi tesfiyekirina hindikayiyan xwe dewlemend kir, li hundir ji xwe re yekdestdariyên sermaye û kadroyên Cihû kirin bingeh û li derve jî her ku çû hegemonya Ingilistanê kir polîtîkayek e ku bişopîne. Tişta derketî holê faşîzma Tirkê Spî ya duşirîk an jî profaşîzm bû. Piştî ku Mûsil-Kerkûk ji Mîsaq-î Mîllî hatin veqetandin ji sê milan ve ji bo projeya Proto-Îsraîlê ketin nava tevgerê. Komara Tirkiyê, Manda Ingilîz a li Filistînê û mîlliyetgiriya Kurd a li Bakurê Iraqê di nava rewşên xwe yên berbiçav de bi rolên heman rengî radibûn; hemû jî li ser riya pêkanîna Îsraîlê her yek ji wan pêlikek in. Li ser riya diçû Îsraîlê projeya herî zêde dihat qebûlkirin li ser vî bingehî bû. Mijûmorana Tirkiyê ketî navê û zêde xwe li nava xwe girtina wê û rewşa bi heman rengî di pêkhatina Kurd a li Bakurê Iraqê de bi çîroka derketina holê ya Îsraîlê ve têkildar in. Tebeqeya civakî ya di bin navê bûrjûwaziya Tirk de pêkanîn ti têkiliya xwe bi Tirkîtiya rastî re tineye. Pêkanîneke mîtîk e. Heman tiştî mirov dikare ji bo pêkhateya Kurd a li Bakurê Iraqê jî bibêje. Kopya ji destê çaran ê bûrjûwaziya Tirk e. Ew jî ne sosyolojîk, pêkhatiyeke mîtîk e.

Bi rastî li dora herdu pêkhateyan mîtolojiyek çêkirine. Herdu jî pêkhateyên lihevçêkirîne û ti têkiliya wan bi rastiyên dîrokî-civakî re tinene. Em rolên wan bi tenê dikarin di çarçoveya pêkhatina Îsraîlê de tam fêhm bikin. Li hemberî Mistefa Kemalê Tirk hewl dane Mistefa Barzaniyê Kurd mîtîk bikin. Ez herdu nasnameyan ne ku ji bo piçûk bêne dîtin an jî zêde bêne mezinkirin, lê ji aliyê sosyolojîk ve rastiyên civakên Kurd û Tirk di nava mijûmoranê de hiştine û kirine ku ji hev neyên derxistin, lewma ez jî bi israr hewl didim vê nîşan bidim. Kurd û Tirk kengî weke gel dikevin pêvajoyên demokratîkbûnê, bi awayekî kêm hatiye dîtin dîsa bi darbe û komployan perdeyeke faşîst diavêjin ser wan. Dikin ku darvekirin, reşkujî, pevçûn û şerê navxweyî neqedin. Şerên sexte yên çepgir û rastgiran, şerên etnîk û mezhebî diafirînin.

Tevgerên gel û têkoşînên civakî yên ji rêderketî û ji cewherên xwe qutbûyî mewzûbehs in. Lê di dawiya hemûyan de mirov dibîne rê li ber pirsgirêkên giran ên civakî û gelî vekirine. Ev rastiyên encam herî baş mentiqê komplo, darbe û provakasyonan nîşan didin.

Piştî ku di sala 1948’an de dewleta Îsraîlê hat îlankirin, heman sê proje hê bi awayekî berfirehtir hatin dewamkirin. Yên li ber rabûn, xwestin bi nasname û armanca xwe ve girêdayî bimînin çi rastgir çi çepgir, çi kurd çi tirk bi cezayên herî giran hatin tesfiyekirin. Ji salên 1960, 1971, 1980, 1993, 1998 û 2002’an ve di nava gelek darbeyan de van rastiyên bêrehm hene. Ji sala 1925’an ve di asîmîlekirin, êşkence, girtin, koçberkirin û îmhakirina kurdan, çepgiran, Îslamiyan û heta mîlliyetgirên Tirk ên Elmangir de bi giranî heman zêhniyetê rol girtiye. Ev zêhniyet bi rêxistiniya Gladîo ya NATO’yê bêhtir xurt bûye di ser tevahî beşên kedkar ên civakê, sosyalîst û demokratên Kurd û Tirk weke bûldozerekê derbas dibe. Bêguman, dema ku em vê analîzê di çarçoveya modernbûna tebeqeya jor a Cihû-Tirk-Kurd de dikin, armanca me ne antî-Semîtîzm ne jî dij-tirkîtî yan jî dij-kurdîtî ye. Berevajî, di çarçoveya tebeqeyên jêr de sosyalîst û demokratên cihû-tirk-kurd li dijî hevgirtina tebeqeya jor têkoşînên mezin ên berxwedanê kirine. Ji Meşrûtiyeta Duyemîn heta roja me ya îro têkoşînên hevpar ên gelên bindest –li vir gelê Cihû jî di navê de –û kedkaran timî di dewreyê de bûn. Mîna li tevahiya Ewropa û Rûsyayê mirov nikare sosyalîzm û demokrasiyê bêyî cihûyan bifikire.

Çi seyr û balkêş e, di roja me ya îro de têkiliya kurd-Îsraîl ber bi hevgirtineke dîrokî ve tê dahfdan. Li şûna hevgirtina Îsraîl-Tirk an jî bi awayekî mîna wê, hevgirtina Îsraîl-Kurd dikeve rojeva dîrokê. Di vê de ji salên 1980’î ve, nexasim piştî salên 2000’î destguhertina hegemonîk a di nava Komarê de bi roleke mezin radibe. Hukûmetên AKP’ê yên bi destê Îsraîl, DYA û YE’yê hatin ser kar di destpêkê de bi armanca tesfiye û tecrîdkirina PKK’ê bi dewletên Îran û Sûrî re hinek îttîfaq çêkirin, lê paşê hevgirtinên wê encamên berevajî dan û li nerazîbûna Îsraîl, DYA û welatên Yekîtiya Ewropayê rast hat û bi derketina derveyî xetê hat gunehbarkirin. Di vê qonaxê de, di çarçoveya pirsgirêka Kurd de li hemberî hevgirtina antî-Kurd a hukûmetên Tirkiye, Îran û Sûrî, bloka DYE, YE, Îsraîl û Kurdan pêk tê. Di hedefa van herdu blokên hevgirtinê de ku hema bêje dikarin Rojhilata Navîn ji binî ve veguherînin, PKK-KCK hene. Li vir xeta îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê û di çarçoveya modernîteya demokratîk de têkiliya xeta bêhtir pratîk a berbiçavtir a KCK’ê bi heqîqetê re derdikeve holê. Di bûyerên dîrokî-civakî de tişta encamê diyar bike derewên mezin ên demagojîk û hevgirtin nînin, heqîqet bi xwe ye. Careke din a xwe dide der, ev rastiya bi êş û adil a heqîqetê ye. Dîrok bi xwe mîna ji efsaneyên mîtîk û demagojiyên li ser navê wê hatine çêkirin, heyfê hiltîne. Rastî bi xwe bêhtir bi awayekî rût û tazî ango weke heqîqet derdikeve holê. Dîrok di ‘niha’ de bêhtir dibe, ‘niha’ jî ji her demê zêdetir dibe dîrok. Têkoşîn bi awayekî bingehîn bi qasî ku li ser xeta Hewlêr-Amedê aktuel dibe ewqasî jî dibe dîrok. Dilê herêmê û heta dilê dinyayê bi maneya ‘Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn’ bi rîtmeke bi lez li ser vê xetê hildiavêje. Dilê şoreşê û dijşoreşê yê demekê li ser xeta Amsterdam-London-Parîs û Petersburg Moskovayê hildiavêt, niha li ser xeta Amed-Hewlêr-Bexdayê hildiavêje.

Bi qasî girêka kor a Îsraîl-Filistînê girêka Afganistan û Pakistanê, bi van ve girêdayî tevahî cografya Misilman a Afrîkayê, li Asyayê ji Rûsyayê heta bi Hindistanê çanda Îslamî li navenda çareseriya xwe ya demokratîk digere. Di vê qonaxê de xeta navend a herî çareserker di çarçoveya Iraq-Îran-Sûrî û Tirkiyê de ango xeta çareseriya demokratîk a şoreşgerî ya li Rojhilata Navîn xeta Amed û Hewlêrê ye ku dilê Bakur û Başûrê Mezopotamyayê li vir avêtiye û dîroka mirovatiyê gelek tiştan deyndarê vê cografyayê ye. Problematîka qebîleya Ibrî pêşî li ser vê xetê pêk hat. Ev problematîk li vê cografyayê piştî serpêhatiyeke bi qasî sêhezarûpêncsed salên dijwar dîsa di çavkaniyê de li çareseriya wê digere. Çawa ku pêşiyan gotî, “Her gîha li ser koka xwe hêşîn dibe.” Wer xuya ye ku pirsgirêka Cihû wê li ser kokên xwe çareser û hêşîn bibe. Elîtên Komara Tirkiyê bi lez û bez hewl didin di navbera du qutbên dijber qutbê DYA-YE-Îsraîl û bloka Îran-Sûrî-Iraqê de (Ew bi xwe hewl didin bihûnin) tevna dijşoreşê bihûnin ku şensê pêkhatin û serketina vê blokê tineye. Dused sal in ku modernîteya kapîtalîst bihêlin çareseriyê bîne, pirsgirêkên civakî timî sor û handane, lewma ev pirsgirêk gihiştine wê qonaxê ku bi tenê bi modernîteya demokratîk çareser bibin. Avakirina neteweya demokratîk a KCK’ê li ser vê riyê tîrêjeke rohnîker û dengekî bangker e.

Nûçeyên Têkildar