Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

CÎK: Piştgiraya dewleta tirk kirin îxaneta li nirxê kurd e  

CÎK’ê diyar kir ku dewleta tirk li her 4 parçeyên Kurdistanê komkujiyê bi fîzîkî û biyolojîk didomîne û bang li hikûmeta Başûr kir ku dev ji îxaneta li dijî kurd û Kurdistanê berdin û li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bibe xwedî helwest.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) destnîşan kir ku armanca serdana Wezîrê Karên Derve ya tirk a Hakan Fîdan a li hikûmeta Başûr ew e ku di navbera kurdan de şer derxîne û bang li hikûmeta Başûr û PDK’ê kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk bibin xwedî helwest.

CÎK’ê têkildarî serdana Wezîrê Karên Derve yê tirk Hakan Fîdan a li Başûr daxuyaniyek nivîskî weşand. CÎK’ê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Başûr û PDK’ê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser kurdan, da û got: “Dewleta tirk ev li her 4 parçeyên Kurdistanê komkujiyê bi fîzîkî û biyolojîk didomîne. Ji bo tunekirina kurdan hemû derfetên xwe bi kar tîne. Her roj li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê bi balafirên bêmirov û biçek, bêyî ku bêje rojnamevan, jin û zarok komkujiyan pêk tîne. Cudahiya êzidî, elewî, yarsan û misilmanan nake. Me hemûyan qetil dike. Hêzên navneteweyî li hemberî van komkujiyan deng dernaxîne. Piraniya wan piştgirî didinê, beşek jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarê vê hovîtiyê. Şefê MÎT’ê yê berê, lîderê çeteyan Hakan Fîdan hewl dide ku li başûrê Kurdistanê şer di navbera kurdan derxîne. Li aliyê din jî li başûrê Kurdistanê kurdan qetil dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li başûrê Kurdistanê yên ku xwe weke hikûmeta kurdan dibînin bi eleqeyek mezin rayedarekî dewletê ku kurdan qetil dike, pêşwazî dike û ev yek gelê kurd pir nerehet dike. Di daxuyaniyê de ev jî hat gotin: “Berpirsên PDK’ê dema ku PKK leşkerekî tirk dikuje, demildest daxuyaniyên şermezarkirinê diweşînn. Lê dema ku welatiyên wan bi xwe, kurd tên qetilkirin, bi agahiyên ji heqîqetê dûr PKK’ê sûcdar dike û hewl dide dewleta tirk a terorîst weke bêsûc nîşan bide.”

‘Divê PDK piştgirî nedin dijminên kurdan’

Di berdewama daxuyaniyê de ev bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û Hikûmeta Federal a Başûr hat kirin: “Dest ji vê nêzîkatiya xwe ku wê kurd û Kurdistanê tune bike, berdin û vegerin heqîqeta têkoşîna Şêx Ehmed Barzanî. Di demek ku kurd ev qas nêzî hurriyeta xwe bûne de, bi dewleta tirk re ku dijminê kurdan e, nekevin nav hevkariyê. We çi zû zilma Saddam ji bîr kir. Hûn çawa Enfal û Helebceyê ji bîr dikin? Banga me ji bo hemû kurdan e; bibin yek. Em li dijî dijminê kurdan dewleta tirk bi hev re têbikoşin. Dema ku me dewleta tirk têk bir, hemû kurd heta Rojhilata Navîn wê ji fitne û hilweşînê rizgar bibe. Yên ku xwedî li her şexsekî kurdan dernekevin, bila qala kurd û Kurdistanê nekin. Ji bo tifaqa kurdan, divê her kes li pêşiya fitneya ku wê di navbera kurdan de derkeve, bibe asteng.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar