Mirov dikare ji bo gelek tiştan vê pirsê bipirse. Ji bo fêmkirina jiyanê ev pirseke bingehîn e. Gelek kes, derbarê gelek tiştan de tesbîtên girîng, analîzên mezin dikin lê vê pirsa hêsan nabersivînin. Gelo çima Tirkiye kete vê rewşê?
Ka em bi hev re li rewşa heyî binihêrin. 17 roj di ser hilbijartinên heremî re derbas bû lê hilbijartin hîn encam nedaye. YSK li şûna namzetên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin namzetên cuda wekî şaredar peywirdar dike.
AKP 17 sal e bi dirûşma ‘îstikrarê’ li ser kar e û niha di tu qadê de ‘îstikrar’ nemaye.
Makezagona darbeya 12’yê Îlonê jî nayê bikaranîn. Bêhiqûqî her derê dorpêç kiriye.
Qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Kîloya pîvazan 10 TL ye. Xizan êdî nikarin kartolan jî bistînin. Enflasyon ji sedî 20’an zêdetir e.
Li gor daneyên fermî bêkarî ji sedî 14 ye. Li gor çavkaniyan 7 milyon însan nikarin bixebitin. Ji sedî 50’î yê welêt di bin sînorê xizaniyê de ye û nikarin debara xwe bikin. Li gel vê yekê hejmara milyonerên AKP’yî zêde dibin.
Îktidarê beriya hilbijartinê soza ‘asayîbûna aboriyê’ da, got ku dê jiyan erzan bibe, aborî bi pêş bikeve. Lê qeyran mezin dibe. 17 roj piştî hilbijartinê benzîn, ceyran, cixare, xwarin û vexwarin bihatir bû.
Rêyaderên AKP’ê ku beriya hilbijartinê xwe wekî dijberên DYA’yê û emperyalîzmê nîşan didan û digotin ‘em hêviya gelên mazlûm in’ 17 rojên piştî hilbijartinê li Waşîngton û Moskovê di nobetê de ne. Herî dawî Wezîrê Aboriyê zava Berat Albayrak li Amerîkayê bi rêyaderên IMF û Trump re hevdîtin pêk anî. Yanî welat bi welat li piştgiriyê, paytext bi paytext li alîkariya aborî digerin. Dijberiya wan a Amerikayê heya piştî hilbijartinê ye. Rûmeta Tirkiyeyê têk birin, tu îtibara welêt nehiştin.
Pekî çima? Çima Tirkiye kete vî halî, çawa ev krîza aborî û siyasî kûr bû. Bi qasî ku pirs hêsan e, bersiva wî jî hêsan e. Ev encama polîtîkayên desthilatdaran e. Krîz û qeyran mayînde ye. Sedema van meseleyan pirsgirêka kurd e. Ev yek di encama ‘bila kurd dayika xwe nebînin’ de derdikeve holê. Erdogan bi pirsa ‘hûn dizanin ka bihayê guleyekê çiqas e’ ev rastî anîbû ziman. Her guleyeke ku berî kurdan didan li sifreya gelên Tirkiyeyê jî dikeve. Bindestiya gelê kurd bindestiya hemû civaka Tirkiyeyê ye. Nijadperestî, neyarê Tirkiyeyê ye. Yên ku îradeya gelê kurd nas nakin 17 roj e dixwazin ku îradeya gelê Stenbolê bidizin.
Nedîtina vê yekê xeflet e. Xewna mirinê ye. Civaka Tirkiyeyê divê ku ji xewa xefletê hişyar bibe. Ji bo vê yekê bi hezaran kes bedena xwe dihelînin. Ji bo ku civakê ronî bikin û çavên gel vebe xwe wekî mûmekê dihelînin. Kengê ku civaka Tirkiyeyê dengê berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê bibihîze dê ji vê rewşê derkeve. Kengê ku tecrîd biqede dê ev qedera kambax bişikê. Bêdengiya civakê ya li hemberî van çalakiyan girêdayî rewşa wan a xefletê ye.
KENAN KIRKAYA