Sorgul Şêxo |
DAIŞ ne kesên normal in ku em bêjin çend çete xwe komî ser hev kirine û bi hişmendiya îslamê ku îslam ji wan bêrî ye, êrîşî sivîlan dikin. Ev yek di şerê hêzên HSD’ê de li dijî wan li Baxozê de diyar bû. Gelo rastî DAIŞ li Baxoz û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû?. DAIŞ hêza xwe ji ku tîne, çawa li cîhanê belav bû, kî destekê dide wî, çi komkujî û sûc derheqê sivîlan de pêk anî ye? Ev hemû pirs her di mejiyê gel de diçe û tê û li bersiveke rast digerin, lê têgihiştine wê rastiyê ku yek ji ew dewletên ku wê dide jiyandin Tirkiye ye.
DAIŞ zaroka NATO’yê ye. Mînak dema ku DAIŞ mezin dibû, li hember herêman polîtîkayên xwe diyar dikirin û giyanê sivîlan dikuştin, Amerîka li kur bû? Çima dema ku DAIŞ wekî volkanên ku dikeliyan bi ser sivîlan de hatin Amerîka bêdeng ma. DAIŞ niha li Ewropayê û tevahî cîhanê bi rengekî pir mezin û berfireh belav bûye. Ji dewleta tirk, Iraq, Sûriye, Siûdî, Qeter, Tûnis, Ozbakistan, Somal û ji gelek welatên cîhanê desteka DAIŞ’ê tê kirin, lê bi rengekî veşartî. Da ku neyê zanîn ku ew dewlet destekê didin hêzeke terorê. Yek ji sedema ku heya niha DAIŞ li ser lingên xwe ye li Iraqê û beşek ji Sûriyeyê, piştgiriya Amerîkayê ye. DAIŞ dikarîbû ku bi rêya medyaya civakî re, ji cîhanê re bide xuyakirin ku çiqasî hêzeke terorîst e. Di heman wextê de jî dikarîbûn ku gelek jinan jî ji welatên derve tev li refên xwe bike. DAIŞ dikarîbû ku destekê bide NY ku bikaribe ew jî rola Îranê li herêmê pûç bike. Dibe ku DAIŞ li Rojhilatê Sûriyeyê Baxozê bi hêza şervanên agir û rojê têk çûbin, lê yên ku hiştin li ser lingên xwe bimînin dîsa NY û Yekitiya Ewropayê û Siûdî bû. Çekên ku digihaştin DAIŞ’ê ji welatên NATO’yê, li Ewropa û Yekitiya Ewropayê, di rêya Netewên Yekbûyî yên Amerîkayê û Erebistana Siûdî re bûn. Ev yek jî ji aliyê Navenda Lêkolînê derbarê şerên çekdarî CAR de, di çend salên dawî de hatibû teqezkirin e.
DAIŞ têk neçû, lê çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa jiya?
Baxoz parçeyê her dawî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku DAIŞ lê bicih dibû. Di 23’ê Adara 2019’an de bi berxwedana şervanên YPJ/YPG’ê û HSD’ê Baxoz hate rizgarkirin. Lê rastî DAIŞ têk çû lê heya niha dijî? Dema DAIŞ roj û kêliyên xwe yên dawî dijiyan, dewleta tirk da ku DAIŞ ji mirinê xilas bike, di sala 2018’an de êrîşî Efrînê kir. Dema ku dewleta tirk êrîş dike da ku neviya xwe ji mirinê xilas bike, çiqasî hewl didin veşêrin asta girêdana wan bi hev re, diyar dibe. Piştî ku DAIŞ li Baxozê têk çû, agirê dilê Erdogan roj bi roj gûr dibû û wekî volkanan dikeliya. Ji lewra artêşa tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên niştîmanî yên Sûriyeyê, êrîşên xwe yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, bi polîtîkayeke hevpar bi Amerîka, Rûsya û Sûriyeyê re, destpêkirin. Ya gûncaw li hember parçebûna xaka Sûriyeyê hikûmeta Şamê çareseriyek ji krîza Sûriyeyê re bibîne. Lê ji ber polîtîkayên hevpar û taybet têkbirina projeya Netewa Demokratîk a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gorî wê xwe birêxistin dikin, nikarîbû ku wê yekbûna xaka Sûriyeyê biparêze.
Piştî dagirkirina herêma Efrînê alên çeteyên DAIŞ’ê li kolanên wê, li pişta erebeyên zirxî hatin dîtin. Gelo li vir em çawa dikarin hebûna DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de binirxînin?. DAIŞ û dewleta tirk rûyê yek diravê ne, tenê cil û nav tên guhertin, lê îdeolojiya wan yek e. Çawa li herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de jin dihatin qetilkirin, revandin û tecawîzkirin li herêmên dagirkeriyê jî heman tişt dibin. Dema ku dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin, çeteyên ku li girtîgehên Hesekê ya Herêma Cizîrê li gel hêzên HSD’ê ne, hewl dan ku birevin. Wê demê DAIŞ bi hêzeke pir mezin hîs kir û got ku va ye, birayên me hatine wê me xilas bikin. 23’ê Adara 2019’an rojbûna jin û gelê ku bi salan bêhna wan hatibû çikandin e û rojeke tarî ji DAIŞ, dewleta tirk û hemû hevkarên wan re ye. Roja ku cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê xilas bû, ew roja têkçûna ne mirina DAIŞ’ê bû. NATO wê demê hîs kir ku êdî zarokê wê roj bi roj dimire, lê bi rêya derbasûna dewleta tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, dikarîbûn dîsa wê bide jiyandin. Heya vê kêliyê jî êrîşên bêhndayîna DAIŞ’ê dewam dike.
Di rojên ku gelê Dêra Zorê taybet Baxozê bi rizgarkirina herêmên xwe ji DAIŞ’ê, kêfxweş dibin. Xeteriya wan li dijî wan gelan ji nû ve zindî dibe û şaneyên razayî zêdetir xwe birêxistin dikin. Li hember çete û şaneyên razayî yên ku bi dehan çalakî, li hember sivîl û jinên birêxistinkirî pêk anîn, hêzên HSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî di nava liv û tevgerê de ne. Şerê guhertina hişmendiyê ji şerê çekdarî zortir e. Ji lewra heya niha jî sivîlên wê herêmê ji ber tirsa DAIŞ’ê, nikarin bikevin nava xebatê û bi rengekî normal bijîn. Niha şerê guhertina hişmendiya DAIŞ’ê hatiye destpêkirin. Hişmendî were guhertin, wê dawî li teror û xeteriya DAIŞ’ê were.
Piştî 10 salan ji krîza Sûriyeyê û destwerdana hêzên herêmê, navdewletî û cîhanî, divê ku hikûmeta Şamê bi ruhê berpirsiyartiyê tevbigere. Pêwîst e ku li hember parçebûna xaka Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve, hêz û çeteyên din rêyeke çareseriyê bibîne û krîzê di zûrtirîn dem de çareser bike. Bi hebûna dewleta tirk a ku DAIŞ’ê xwedî dike helbet û teqez e ku Sûriye nagihêje çareseriyekê. Pêwîst e ku gel û jin di nava ewlehiyê de, dûrî hewaya şer bijîn û siberoja nifşên nû ava bikin.