Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Çima desthilatdarên herêmê li dijî dagirkeriyê bêdeng in?’

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê Cemîl Hewramî diyar kir ku ew wek pêşmergeyên dêrîn dixwazin di nava aliyên kurdî de yekrêzî pêkbînin û got ku divê ji hikûmetê were pirsîn, çima li hemberî dagirkirina xaka Kurdistanê bêdeng dimîne?

Navenda Nûçeyan |

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê Cemîl Hewramî di hevpeyvînek taybet li gel Ajansa Rojnewsê de li ser mijarên dagirkeriya dewleta tirk, helwesta pêşmergeyên dêrîn a li dijî dagirkeriyê, helwesta desthilata Başûr a li dijî dagirkeriyê, peywendiyên PDK’ê li gel YNK’ê û Tevgera Goran, her wiha girîngiya yekrêziya kurdan, axivî.

Cemîl Hewramî di destpêkê de balkişand ser rewşa aborî ya pêşmergeyên dêrîn û wiha got: “Rewşa pêşmergeyên dêrîn di warê aborî de gelek xirab e, gelek caran me serdana wezîr kiriye lê heta niha di pratîkê de tiştek ji me re nekirine. Hinek ji pêşmergeyên dêrîn nexweş û kirêdar in, rewşa wan gelek xirab e, wek pêşmergeyên dêrîn em ji bo wan di nava xwe de alîkariyan kom dikin.”

‘Me êrîşên dewleta tirk şermezar kir’

Di derbarê dagirkeriya dewleta tirk û rola pêşmergeyên dêrîn de jî Cemîl Hewramî da zanîn ku wan di beyanameya kongreya xwe de daxwaza yekrêziyê kirin û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û got ku ew bi niyetin carek din serdana hizban bikin da ku bikarin yek helwestiya hizbên siyasî yên kurdî derxin pêş.

‘Ger ne yekgirtî bin, wê pêşmerge jî nemînin’

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî behsa girîngiya yekrêziya aliyên kurdî kir û wiha domand: “Ger yekrêzî nebe, wê nikaribin mafên xwe bi destxin, wê ne pêşmerge, ne parlemento ne jî hikûmet nemîne. Her yasayek were derxistin û kar pê neyê kirin, dê ne tenê mafê pêşmergeyan were binpêkirin, belku wê pêşmerge bi xwe jî nemînin.”

‘Peywendiyên PDK’ê li gel YNK û Tevgera Goranê ber bi xirabiyê ve diçe’

Di derbarê peywendiyên PDK’ê li gel YNK û Tevgera Goran de jî Cemîl Hewramî ev tişt anî ziman: “Helwesta parlamenterên PDK’ê ya di civîna parlamentoyê de ku li beramberî wezîrên Tevgera Goran û YNK’ê nîşandan û piştre jî tevlinebûna her du wezîran di civîna desteya wezîran de, wê yekê nîşan dide ku peywendiyên PDK’ê li gel YNK û Tevgera Goran ber bi xirabûnê ve diçe.”

‘Peywendiyên PDK û YNK’ê xirab in’

Li ser peywendiyên PDK û YNK’ê jî Cemîl Hewramî da zanîn ku kongreya YNK’ê ne bi dilê PDK’ê bû, ji ber wê heta niha jî pîrozbahî li YNK’ê nekiriye û wiha pêde çû: “Ev cara yekem e ku YNK kongre li dardixe û PDK pîrozbahî lê nake. Diviya bû Kak Mesûd wek mamek û birayê mezin rênmayan û destxweşî kiriba. Yek siyaseta hevserokên YNK’ê heye, ew jî ne bi dilê PDK’ê ye. Ji bo wê peywendiyên niha yên PDK’ê li gel YNK’ê de xirab e.”

Cemîl Hewramî derbarê peywendiya berpirsên PDK û YNK’ê de jî dibêje ku hinek biraderên wan berê hebûn ji YNK’ê hez nedikirin, zêdetirî xwe endamên Mekteb Siyasî yên wê demê jî weke niha difikirîn û diyar dike ku siyaseta niha ya YNK’ê di naverokê de heman siyaseta berê ye, tenê sîma hatine guhertin.

Hewramî li ser peywendiya YNK û PKK’ê jî ev tişt anî ziman: “YNK di warê madî û manewî de alîkariyek baş da PYD’ê. Lê YNK’ê alîkariya PKK’ê nekiriye. Pêwîstiya PKK’ê pê nînin, ji ber ku bi xwe dikare. Endamên wan ên derve jî hevalên baş in. Ew bi xwe pêşwaziya xwe peyda dikin, pêwîstiya wan bi me nînin.”

‘PKK di warê leşkerî de ji me bi hêztir e’

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî bal kişand ser hêza gerîlayên azadiyê û wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku PKK di warê leşkerî de ji me bi hêztir e. Wan balafirên bê mirov hene û li dijî dewleta tirk bikar tînin. Em hikûmet in û xwedî wezareta pêşmerge ne, Hevpeyman alîkarî dide me lê heta niha me nekariye em wekî wan bikin. PKK herî zêde pêwîstiya wê bi alîkariya manewî heye, gerîla ji me baştir şer dikin. Em wekî berê nikarin şer bikin. Tenê pêwîstiya gerîla bi piştevaniya manewî û siyasî heye. Kêyfa min bi xwe jî ji gerîla re tê.”

‘Divê ji hikûmeta herêmê bê pirsîn, çima bêdeng î?’

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn îşaret bi bêdengiya hikûmeta herêmê ya li beramberî dagirkeriya tirk a li ser xaka Başûr jî kir û wiha got: “Li derveyî Kurdistanê nerazîbûnek mezin li dijî êrîşên dewleta tirk hene, li ber seferatxaneyên tirk ên li Ewropayê çalakî û nerazîbûn tên nîşandan. Li parlamentoyên welatên ewropî nerazîbûn heye. Ji bo wê divê ev pirs ji hikûmeta herêmê werin kirin, çima 70 baregehên dijmin û dagirkeran li ser xaka Kurdistanê hene, tu bêdeng î? Çima darên herêmê tên birîn tu bêdeng î? Çima welatiyên herêmê tên girtin û şehîdkirin, bêdeng î? Ev tiştek ecêb e, divê jê were pirsîn.”

‘Çarenûsa gelê kurd di metirsiyê de ye’

Cemîl Hewramî bal kişand ser xeteriya dagirkirina Kurdistanê û wiha pêde çû: “Rewşa Kurdistanê ji her demê zêdetir di metirsiyê de ye. Çarenûsa gelê kurd di metirsiyê de ye. Destkeftiyên ku bi keda dehan sal û xwîna şehîdan bi dest ketine, di jêr metirsiyê de ne. Dewleta tirk dixwaze Kurdistanê dagir bike û kurdan tune bike.”

Hewramî destnîşan kir ku armanca dewleta tirk ne tenê PKK ye, armanc dagirkirina wilayeta Musile ku xaka başûrê Kurdistanê jî digire nava xwe.

Di dawiyê de jî Cemîl Hewramî da zanîn ku hizbên ku bejdarin di hikûmetê de, wê di vê hilbijartina dema pêş de baca bêdengiya xwe ya li beramberî êrîşên Tirkiyeyê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê welatî ji van hizban re bêjin, ger tu nikaribî welatê xwe biparêzî, xêrûbera welat û xwezaya wê tê talankirin, ger tu bêdeng dimînî, em ê çawa deng bidin te?”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar