Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çima dewleta tirk dixwaze dîsa êrîşî Rojava bike    

Her kesên ku rewşa siyaset û nêzîkatiyên dewleta tirk ên der barê rojavayê Kurdistanê de dişopînin, ji bo ku armanca van destwerdanên dewleta tirk bizanin, hewce nake ku lêkolînvanên siyasî bin.  Her kes dizane ku ji destpêkê aloziya Sûriyeyê de hemû tevgerên dewleta tirk ji bo pêşîgirtina li statuyeke kurdan bû.

Niha jî li gel vê armanca sereke ya dewleta tirk ango pêşîgirtina li peydabûna statuyeke kurdan, hin aktorên din jî hene. Yek ji wan bi rewşa hundirîn a Tirkiyeyê û krîza aborî ya giran ve girêdayî ye. Hikûmeta tirk di warî aborî de ketiye tengasiyeke gelekî mezin, gelê Tirkliyeyê ji vê rewşê gelekî bêzar bûne û hikûmet dixwaze berê raya giştî bide ser tiştekî din.

Ji aliyekî din li gorî hemû anketên ku tên çêkirin hikûmeta AKP/MHP piraniya dengê xwe winda kirine û di hilbijartinên bê de nikarin bibin desthilatdar. Lewre jî hewcedariya hikûmetê dîsa bi şerekî heye.  Dixwaze bala gelê Tirkiyeyê û bi taybetî bi rêya gurkirina hestên netewperestiyê û bi navê parastina berjewendiyên neteweyî, bikişîne ser xwe. Dixwaze şerekî nû derxîne.

Sedemekî din jî niha di bazarên bi NATO’yê re ji bo tevlêbûna Swêd û Fîlandiyayê de firsendeke mezin ji dewleta tirk re heye ku dîsa bazaran bike. Ne dûre di vê mijarê de jî bazarê li ser rojavayê Kurdistanê bike.

Xaleke din a girîng jî ew e ku ev serê 3-4 mehane ku Rûsyayê jî bi xwe daketiye, bi şerê li dijî Ukraynayê mijûle û ev yek li Sûriyeyê valebûnekê çêdike. Lewre dewleta tirk dixwaze ji wê valebûnê jî sûd werbigire û ji xwe bikar bîne.

Beriya wê jî ji xwe ji 17 nîsanê de li başûrê Kurdistanê dest bi şerekî dijwar kiriye. lê piştî derbasbûna derdora 40 rojî wiha xuya dike ku ew êrîşên wan vala derketin û nikaribûn li hemberî şervanên gelê kurd biser bikevin, lewre jî berê xwe ji wir guhertine û dest bi gefên li dijî Rojava kirine. Wiha xuyaye ku hêviyên dewleta tirk ji şerê li başûrê Kurdistanê dikir bidest nexist. Lewre jî berê xwe da Rojava û dest bi bazarên nû kir.

Ji xwe tucaran berê xwe ji ser Rojava nedaye alî çi bi rêya toperanên xwe be, çi bi rêya balafirên bê mirov be û çi bi riya komên çekdar ên girêdayî xwe be, bênavber êrîşî Rojava dike.

Lewre jî dema mirov van tiştan tevan dide ber hev aşkera û zelal armanca vê daxwaza dewleta tirk derdikeve holê ew jî eve: Çi li bakur be, çi li Başûr û Rojava be armanc destkeftiyên gelê kurd e. Armanc êrîşan ew e ku gelê kurd sedsaleke din jî bê statu û kole bihêle.

Wekî dibêjin dijminahî bê minetî ye, gazin ji dijmin û neyaran nabe û gazinc karê qelsane. Lê gazinca mezin ji nivîskar û rewşenbîrên kurd e. Ew nivîskar û rewşenbîrên li hemberî ewqas êrîş û gefa qirkirinê bêdeng dimînin û xwe wekî bê alî nîşan didin.

Ew nivîskarên wekî hêştiran serê xwe dixin binê axê û gewdeyê wan ji derve dimîne. Ew kesên ku bi navê bêalîbûnê û bê alîgiriyê bêdeng dimînin, alîgiriya herî mezin ew dikin. ew dibin alîgirê bêdengiya li hember vê zilm û zora ku li gelê wan tê kirin. Heta mirov diakre bêje ku ew dibin hevkarê vê qirkirina li dijî gelê wan tê meşandin. Bi yek hevokekê dikarim bêjim; Bêdengî alîgirî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar