Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çima dîsa M. Barzanî?

Di vê dema dawî de, em bala xwe didinê dîsa Mesûd Barzanî û kurê wî Mesrûr, bi taybetî derdixin pêş!

Dibe ku Amerîka, ji Nêçîrvan pirtir Mesûd û kurê wî ji bo xwe baştir dibînin. Dibe ku Nêçîrvan Barzanî bêhtir ketibe bin bandora R.T.Erdogan. Ji ber ku li gel Tirkiyeyê zêde zêde ketiye nava bazirganiyê.

Her kesî zanibû ku Mesûd Barzanî, piştî referandumê û ketina desthilatiya bajarê Kerkûkê, xwedê giravî, xwe ji serokatiya Başûr jî û hema hema ji hemû siyasetê destê xwe kişandiye dihat xuyakirin. Xwedê giravî hemû kar û serwerî dabû destê biraziyê xwe Nêçîrvan Barzanî.

Lê van meh û rojên dawî, em dibînin şande li pey şandeyê berê xwe didin Hewlêrê û bi piranî diçin bi Mesûd Barzanî û Kurê wî Mesrûr Barzanî re rûdinên.

Mînak şandeya opozîsyona Sûriyeyê ya di bin serokatiya Nasir Herîrî de, hema li pey wan heyeta leşkerî ya DYA’yê ya di bin serokatiya General Patrick Roberson (fermandarê operasyonên taybet ên li Iraqê û Sûriyeyê) de, derbasî Hewlêrê bûn û hema yekser li gel Mesûd û kurê wî Mesrûr rûniştin. Her wiha di heman demê de, serokê opozîsyona Sûriyeyê yê kevn Ahmed Cerba jî, ji nişka ve derket erasê û piyasê,  ew jî li pey vanan ket nava bazara siyasî ya Sûriyeyê û berê gotibû “tekiliyên min û Mesûd re stratejîk in”.

Gera ji bo Hewlêrê ya Nasir Herîrî, yekser serdana li gel Mesûd Barzanî, balkêş e, ji ber ku hema li pey gera Mesûd a Emmana Urdunê bû. Helbet ev serdan hemû jî balkêş in ji ber ku  hemû li pey vê gera Mesûd a Emmanê pêk hatin.

Gelo heta niha kesê nedîtin, dîsa wê rola xerab dixwazin bidin an jî dane Mesûd û kurê wî? Ma dîsa dixwazin vî karê kambax, wê plana kevin, dîsa piştî sefera Mesûd a Urdunê ya sala 2012’an despêkiribû nûjen bikin? Ji ber ku Mesûd teze çûbû Urdunê û vegeriya ye!

Bêguman mijara sereke ya van hevdîtinan ev e: Ji bo peydakirina alternatîfekê ye, ya li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye! Heta niha alternatîfa ku hatiye dîtin; Arteşa Azad A Sûriyeyê (bi zimanê R.Erdogan OSO) û Pêşmergeyên Roj (bi zimanê Mesûd) û hwd.

Ev alternatîf kê amade kiriye? Êdî ez bawer dikim kesê ku nizanibe nîne. Dinya alem her kes dizane ku ew navên jor derew in. Navê rast ev e: MÎT û yên din jî yên ku Receb û birayê wî Mesûd amade kirine û wesselam.

Bila were zanîn, piştî ew plana mijara gotinê ya ku li Emmanê, li ser gera Mesûd di sala 2012’de hat amadekirin, navê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê hate ragihandin û êrîşên despêkê yên li ser gundê Qestel Cindo yê Efrînê û li pey wê li ser Serêkaniyê hatin birêvebirin.

Ev senaryoya dijminane û xerabkar hemû li Hewlêrê hatin amadekirin. Ew serokên despêkê yên bi navê opozîsyona Sûriyeyê hemû yek bi yek derbasî cem Mesûd bûn; ê ewil Burhan Xelyûm e, Ebdulbasid Seyda, Meaz Xetîb, Xalit Xoce û Enez Ebdê ye.

Ew êrîşa ewil, piştî ziyaret û tewafa Ebdulbasid Seyda ya cem Mesûd des pê kir. Gelo ma nabe ku senaryoya dawî jî bi destê Nasir Herîrî des pê bike? Ji xwe ew kesên di nava heyeta wî de hinek jê qatilên nasyar in. Mînak, di serî de ew bi xwe yê herî nêzî DAIŞ û El Nusrayê ye û yek jî Ebdulcebbar Igêdî (ji liwa Tewhîd-Heleb e) ye ku, destê wî di kuştina gelek kurdan de heye.

Lewma mirov bi hêsanî dikare bibêje ev plan li gor dilê R.T.Erdogan e. Dixwaze weke her caran bi hevalbendiya Mesûd vê planê bide meşandin. Gelo şervan û gelê qehreman ên Şoreşa Rojava, piştî ewqas ked û xwîn û xwêdanê, ew ê vê xaka pîroz ji van qatil û qirkeran re bihêle? Na xêr!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar