Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çima êrîşî HDP’ê dikin?

Tirkiye di şert û mercên giran ên faşîzmê re derbas dibe. Rêveberiyek wisa li serê Tirkiyeyê bûye bela ku dîrokê şahidiya mînakek wiha nekiriye. Ji aliyekê ve beşeke mezin a civakê (Ji sedî 50 zêdetir) girtiye hemberî xwe. Hem ji hêla hestan hem jî ji hêla tercîhên siyasî ve welat ango civak parçe kiriye.

Hemû pêkanînên xwe yên hegemonîk li dû hev dixe meriyetê û bi tu awayî destûrê nade ku li Tirkiyeyê hêzeke muxalefetê derkeve holê.

Jixwe siyaseta qirkirin, tunekirin û têkbirinê li hemberî gelê kurd li dar e û bi her awayî êrîşên nedîtî pêk tîne. Ji bo ku pêşiyê li statû û azadiya gelê kurd bigire, bi her awayî peyman û hevkariyên qirêj di qada navneteweyî pêk tîne. Kurdan kategorîze dike li gorî xwe. Ji hinekan re dibêje ‘baş’, ji hinekan re dibêje ‘xerab’. Ji hinekan re dibêje ‘bira’, ji hinek din re dibêje ‘terorîst’.

AKP niha ji bo ku derba dawî li muxalefetê bixîne û serweriya xwe ya bê sînor îlan bike, bi hemû hêza xwe amadekiriya hilbijartinên şaredariyan dike. Li gorî gelek şîroveyan ev hilbijartin ji bo AKP’ê man û neman e. Jixwe aqilmendê tifaqa bêyom Bahçelî jî ev heqîqet bi dengekî bilind anî ziman. Bahçelî belasebeb nabêje; ‘Heke tifaqa AKP-MHP’ê di vê hilbijartinê de bi ser nekeve û li bajarên qeyyûm lê hatine tayînkirin winda bike, dê kurd vê hilbijartinê wekî referandûmê îlan bikin.’

Li hemberî ev polîtîkayên AKP-MHP’ê yên tund û tûj, HDP bi du rêbazên xurt têkoşînê dimeşîne.

A yekemîn; HDP hewl dide beriya hilbijartinê li dijî êrîşên qirkirina kurdan, yekitiya neteweyî di nava partiyên kurdistanî de pêk bîne.

Ya duyemîn; HDP’ê bang li hemû sazî, partî û hêzên muxalîf kir ku ji bo têkbirina tifaqa faşîst bibin yek û li bajaran desthilatdariya zordest têk bibin.

Ev her du kiryarên HDP’ê ji bo rejîma desthilatdar xetereyên mezin bi xwe re tîne. Lewre jî mirov bi rehetî dikare bêje ku li gorî zordest û desthilatdaran HDP bi van polîtîkayên xwe bi agir dilîze. Ji ber vê yekê ye ku niha ji çar aliyan ve êrîşî HDP’ê dikin. Xuya ye ku ev êrîş her ku diçe dê mezintir bibin. Bêguman gelek derdorên li benda fersendê jî dê tev li vê koriyê bibin.

Îro rojek dîrokî ye. Di serî de gelê kurd, hemû hêzên muxalefetê di bin xetere û rîska tunekirinê de ye. Rastî êrîşên xedar tên. Ji bo mînakan hewce nake ku mirov zêde dûr biçe. Lazim e HDP û hêzên li dora wê, van du tiştên ku faşîzm jê ditirse pêk bîne. Ew jî tifaq û hevkarî ye.

Nûçeyên Têkildar