Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çima ev kefteleft li dewleta tirk ketiye?

Di van rojên dawî de şandeyeke dewleta tirk a bi serkêşiya Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û fermandarê artêşa tirk Metîn Gurak, serdana Bexdayê kirin. Şandeya dewleta tirk li Bexdayê bi serokomar, serokwezîr, Wezîrê Karê Hindir û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê re hevdîtin pêk anîn.

Piştî hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re ku xuyaye ne li gorî dilê wan derbas bû, dîsa berê xwe dan başûrê Kurdistanê û bi rayedarên PDK’ê re hevdîtin kirin.

Şandeya dewleta tirk ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin. Piştî wê şandeya dewleta tirk hevdîtin bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û herî dawî jî bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kirin.

Li gorî agahiyên ku piştî hevdîtinê hatin belavkirin herdu aliyan teqezî li ser hevkariya xwe ya bi hevre kirine. Her çendî aşkera binav nekin jî ji kesekî nayê veşartin ew hevkarî şerê wan ê li dijî gerîlayên PKK’ê ye. Di van salên dawî de ew jî êdî ne veşartiye. Li gelek deverên ku rê nedigihan wan deran gelek rê hatin çêkirin. Li deverên ku artêşa tirk nikaribûn xwe bigihînin wan pêşmergeyên PDK’ê li wan deveran bicih bûn da ku rê bidin artêşa tirk derbasî wan deveran bibin.

Tevî ku şervanên PKK’ê dizanibûn ew rê û bicihbûna pêşmergeyan ji bo rêvekirina ji artêşa tirk re ye dîsa bi sebrekî mezin tevdigeriyan da ku rê li ber şerê di navbera kurdan xwe bi xwe de venebe.

Lê wiha xuyaye ku tevî hemû van hevkariyan dîsa gerîlayên Kurdistanê bi taktîk û rêbazên nû dikarin xwe bigihînin mewzî û baregehên artêşa tirk û xewa şevan li wan biherimînin.

Ji xwe di dema dawî de piştî ku di nava çend rojan di encama çalakiyên gerîlayên Kurdistanê de bi dehan leşkerên dewleta tirk hatin kuştin, rayedarên dewletê berê xwe dan Bexda û Tehranê û daxwaza alîkariyê ji wan dewletan kirin.

Wiha xuya dike ku êdî dewleta tirk bi serê xwe û tevî alîkarî û piştgiriya PDK’ê jî nikare li çiyayên Kurdistanê li ser piyan bimîne, lewre daxwaza hevkariyê li Tehran û Bexdayê dike. Her wiha ji ber YNK’ê têkliyên xwe yên asayî bi PKK û YPG’ê re hene, dewleta tirk zext û gefan li YNK’ê dixwe û dixwaze wê jî bikişîne nava şerê li dijî PKK’ê.

Bi her halî dema mirov bala xwe dide vê trafîka zêde ya dîplomasiya dewleta tirk li Iraq û Îranê û hevdîtinên zêde ên li gel rayedarên başûrê Kurdistanê zelal tê xuyakirin ku dewleta tirk tevî hemû îmkanên xwe yên teknîka pêşketî li hemberî berxwedana gerîla tengav û bêzar bûye.

Nûçeyên Têkildar