“Zimanê xelkê, cil û bergên mirov e, zimanê dayikê çermê mirov e. Her kes dikare cil û bergên xwe biguherîne, lê tu kes nikare çermê xwe biguherîne.” Mîr Celadet Elî Berdirxan wiha gotiye.
Niha em dizanin zimanê kurdî di hewldanên qirkirin û bişaftinê de derbas bûye. Vê yekê hiştiye ku koka gotinên kurdî heta rêjeyekê winda bibin û yên hatine parastin jî bi saya devoka dê û bapîrên me ne.
Halê hazir li deverên ku dijminên kurdan lê ne, helbet qebûl nakin ku bi zimanê kurdî were xwendin û nivîsandin û êdî em hînî vê rastiya wan bûne. Mînak, niha li bakurê Kurdistanê ev yek li ber çavan e. Ne tenê ziman, lê belê heta bi muzîk û stranên girêdayî kurdan jî sûc e û mirov li ser tê darizandin. Li deverên dagirkirî mîna Efrîn û Serê Kaniyê jî zimanê tirkî tê sepandin û her tiştên bi kurdî qedexe dikin. Li hemberî vê yekê kurd bêzar dibin û her tim daxwaza fermîkirina zimanê xwe yên zikmakî dikin.
Lê belê, ez tiştekî mereq dikim! Eger ev dewlet li kolan, dibistan, sazî û deverên giştî van tiştan dike û dibe gelek ji tirsa li ser jiyana xwe neçar dimînin weke wan bikin, em vê fêm dikin. Gelo ew dewlet di malên wan de ye jî? Çima di nava hev de di malên xwe de bi tirkî û erebî bi hev re diaxivin? Çima zarokên xwe biçûkanî fêrî zimanên biyanî dikin û ew zarok tîpekê jî ji zimanê xwe nizane? Çima zanebûna wan zimanan weke pêşketin û şaristaniyê dibînin? Çima kesên bi kurdî dizanin û hewl didin xwe di mijara ziman de kûr bikin, dibe ‘pêkenokek’ li cem wan nezanan?
Wê demê ev çi durûtî ye? Li hêlekê hûn bang dikin û diqîrin û dibêjin ‘Em zimanê xwe dixwazin û li hêlekê jî hûn zarokê xwe hînî zimanê wan nakin.’ Kesên ku van tiştan dikin divê zanibin ku dewleta tirk çawa ji zimanên xelkê zimanek ji xwe re çêkirin, baş zanibin. Hûn dizanin ku ‘Ataturk’ hemû zanyar û mamost kom kirin û xistin odeyekê û gotin divê hûn zimanekî me çêkin û çêkirin. Gelo çima wisa kir? Ji ber ku bêyî ziman ew dizanin ku wê tune bin.
Em hinekî li vê bifikirin. Eger her kes zarokan ji biçûkanî ve hînî zimanê wî kir û hişt ku jê hez bike û pê ve bê girêdan û rêya rast a dîroka wî bide ber wan û vê yekê di mejiyê wan de biçînin. Eger em di nava hev de bi kurdî bipeyivin û ji bo zimanê xwe bixebitin û hewl bidin koka gotinên xwe nas bikin, wê çi bibe? Wê me bikujin? Wê me qir bikin? Wê şerê me bikin? Ma ji xwe tu bikî yan tu nekî ji xwe ew van tiştan dikin.
Hûn fêrî hemû zimanên dunyayê bibin jî, di dawiyê de pirsa ji we bê kirin ev e, ‘Zimanê te çi ye?’ Nexwe ger em wisa nekin, ka em her kes dev ji kurdî berdin û têkevin himbêza tirk, ereb û farisan û xwe bikin weke wan, kirasê wan li xwe bikin, xwe biavêjin ber lingê wan, bê çand, bê dîrok, bê rastî û bê qîmet, wê çaxê em ê jiyaneke bê pirsgirêk, bê êrîş û bêyî îşkence bijîn. Lê bawer bikin, wê çaxê em jiyaneke bê rûmet jî bijîn. Ji ber ku ‘dar li ser koka xwe, mirov jî li ser zimanê xwe şîn tê’…Kurdino!