Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çima hûn bi kurdî napeyvin? – 2

Hefteya borî me li ser vê mijarê nivîsî û amaje bi hinek sedem û encamên ne axaftina bi zimanê kurdî kiribû. Di vî beşî de em ê balê bikişînin ser hinek sedemên din.

Vê carê em ê taybet qala rojavayê Kurdistanê bikin. Niha Rojava hema bêje bûye dendika pêşxistina zimanê kurdî, nexasim ku li dibistan, peymangeh û zanîngehan bi serberstî tê xwendin. Li kêleka vê yekê jî ew di hemû saziyan de zimanê fermî ye. Êdî bêyî tirs an jî astengiyekê xewn û xeyalên kurdan pêk tê.

Lê belê hinek hene ger ne yekser be jî, şerê zimanê kurdî dikin. Berî her tiştî em ê behsa rewşa zimanê kurdî li nava malbatan bikin. Rêjeyeke ne kêm a malbatan her tim dibêjin xwendina bi zimanê kurdî tu nanî nade zarokên wan û van gotinên xwe jî li pêşiya zarokan dibêjin, dihêlin ku ew xwendekar nefretê ji zimanê xwe bike û eger biçe dibistanê jî, qet girîngiyê nade waneyên bi zimanê xwe. Li hêleke din jî hinek dê û bav ên kurd hene zarokan naşînin dibistanên bi zimanê dayikê û wan li peymangehên taybet ên zimanê erebî û îngilîzî tomar dikin û ji cîranên xwe re dibêjin ‘Ma ka dibistanên kurdî çi ne, bila hînî van zimanên din bibin û karibin siberojeke baş ji bo xwe peyda bikin.’ Ev kes bi vî awayî dijminatiya rastî û hebûna xwe dikin û zarokên xwe jî weke xwe ‘nezan’ mezin dikin û di biçûkanî de ruhê koçberî û penaberiyê di mejiyê wan de diçînin.

Me cara din jî bi kurtasî qala axaftina bi zimanên din di hundirê malê de kiribû. Hin caran em malbatin kurd dibînin ku bi erebî di nava hev de dipeyvin û zarokên xwe jî li ser vê çandê mezin dikin. Bêyî zarokên wan hînî koka gotinên kurdî bibin, serê xwe bi peyvên îngilîzî û erebî re diêşînin. Ev jî dihêle ku girêdana bi zimanê zikmakî lawaz bibe û ew jî dibe sedem ku hestên neteweyî û girêdana bi axê ve jî qels bibe. Bi gotineke din malbat bi destê xwe zarokên hînî vê çandê dikin û tim pesnê zimanên din didin.

Li kêleka van tiştan. Kêmbûna fîlm û berhemên sînema û drama yên bi kurdî mora xwe li belavbûna vê diyardeyê daye. Ji ber ku di dema ev fîlm li ser TV’iyan nayên dîtin, ew malbat li filmên tirkî, hindistanî, erebî û hwd. temaşe dikin. Em bêjin nebêjin zarok û heta kesên bi têgihştî jî ji van filman bandor dibin û êdî em dibînin çanda wan derbasî nava civakê dikin. Jixwe zarok êdî navê lîstikvanên hindistanî û tirkî li xwe dikin û her titşî weke wan dikin. Jixwe di vê naverê de, zimanê kurdî li wê ortê dimîne û ji kokê ve tê jibîrkirin. Dibe zanibin bixwînin û binivîsin, lê belê bê hest û hezkirin in. Çavkaniya vê yekê jî li tevgerên çandê yên kurdî û malbatan jî vedigere.

Ev tiştên ku li jor me qala wan kirin, sûc in. Di derheqê dîrok û rastiya kurdan de sûcekî mezin e. Her tişt ne ji lîder û rêveberan tê xwestin, lê em dibînin malbat ên herî zêde ziyanê li ziman dikin û zarokên xwe weke qalikekî vala mezin dikin. Ev dihêle ku gotinên resen ên kurdî li şûna bên dîtin zêdetir winda bibin. Divê Rojava ji bo xurtkirina zimanê kurdî bibe pêşneg û hêlîn. Divê malbat zanibin ku welatên xelkê bi xurtkirina zimanê xwe ava bûne. Divê zanibin her gotineke kurdî weke şûrekî di sînga dijminên kurdan de ye. Divê zanibin ku çaxa tu bi kurdî dipeyvî ew ji te ditirisin û hezar hesabî ji te û hişê te yê tijî welatparêzî dikin!

Nûçeyên Têkildar