Ev gotar ne ji bo pesindayînê, ne jî ji bo qalibên propogandayeke sar e. Ez ji bo vê rewşê xweser çi û çawa difikirim dahûrandineke min a navxweyî ye. Ez carinan li ser mijarekê bifikirim; çi ziman, çi wêje, çi mijareke serbest heta ez mêjiyê xwe têr nekim ez bi şev û roj pey wê bernadim. Ev jî xweseriyeke min e. Ez li ser mijareke ziman difikirîm ji nişkê ve ev mijar hat kete hişê min û li ser ponijîm. Bifikirin mijarên me kurdan çiqas bi hev ve girêdayîne û tu car nikarin ji hev bên qetandin.
Ez ê dahûrandina xwe ya kurt wiha bînim ziman: Ku mirov bê pêşdarazî, bê niyet, bê berjewendî civakê, pirsgirêkên civakê, siyasetê, welatê xwe, çand û zimanê xwe binêre, mirov wêneyê heqîqeta wan mijaran dikişine û dişîne mêjiyê xwe. Bes tenê bila bikaribe lê binêre. Ji ber ku mêjî bê pêşdarazî, bê niyet, bê berjewendî ye, wêneyekî şaş nakişîne, çi hebe wî/wê nişan dide. Bi pişt re mêjî li ser wî wêneyê ku kişandiye bi alîkariya hiş nirxandinan dike. Bi serad û bêjinga hiş û mêjî dixe heqîqeta ramanî bi vî awayî derdikeve rastê.
Bifikirin di destpêka civakbûnê de berjewendî, pêşdarazî û niyet tune bû, safîtî, paqijî hebû. Mirovan çi didît ew digot, an jî ew resim dikir. Berjewendî koka melanet û qirêjiya her tiştî ye. Engels gelek rast gotiye, ezperestî çavkaniya tev xirabiyan e. Berjewendiyê di malzaroka ezperestiyê de haveynê xwe girtiye. Nêzî pênc hezar salan e ku dinyaya heyî li ser hîmê ezperestiyê û berjewendiyan ava bûye. Çima çêbûye, çawa çêbûye ew mijareke kûr û dûr e, em li ser wê na li ser mijara xwe bisekinin.
Hêmayên ku heqîqetê şêlû dikin û heqîqetê dixalifînin, jê dûr dixin berjewendî, ol, niyet û pêşdarazî ne. Jixwe ev gişt jî jihevzayî ne, çavkaniya wan yek e.
Made ango daring, heyîn, hebûn li rastê ye, kî bi çavî ve lê dinêre wisa dibîne. Mêjiyê paqij, paqij dibîne; mêjiyê qirêj qirêj dibîne. Hûn duduyan li duduyan bar bikin ne pêkan e ku hûn pêncan bibînin, ji çaran zêdetir nake, ew qas!
Mêjiyê berjewendiyan nêzî sê-çar hezar salan e li gorî berjewendiyan dirûv girtiye. Wêneyê dibîne na, wêneyê dixwaze bibîne dikişine û fikran li gorî wê esasê diafirînê. Sazgerî û binesaziyeke wê wiha hatiye afirandin, li ser kar e û pergalsaz e. Ew berî her tiştî çi, çawa, kingê li gorî wê rast e, berî her tiştî û berî her kesî dibîne.
Abdûlah Ocalan wêneyekî welatê xwe û arîşeyên welatê xwe kişandiye. Bê berjewendî, bê fikar, bê pêşdarazî çi heye ew. Çi heye ew; ne kêm, ne zêde. Li gorî dahûrandina vî wêneyî mebest, îdeolojî, amûr, rêbaz û rêgeh afirandine û xêz kirine. Tenê li ser rastiya ku dixwaze bê dîtin û bi vê riyê civakek bê avakirin plan, proje û plansaziya xwe ava kiriye. Eger hewce kiribe di mebest, rêbaz û armancên xwe de guhertin pêk aniye. Carinan hevalên wî jî ew fêm nekirine yan jî kêm mane. Kifş e û her kes dizane mebest û armancên Ocalan hene. Her tişt li gorî wan bi rêxistin kiriye, dixwaze Kurdistan û dinyayeke çawa ava bike wisa tevgeriyaye. Dibe ku li gorî hin derdoran, hin kesan kêm an zêde be lê wî wêneyekî bêberjewendî, bêpêşdarazî bi mêjiyekî paqij kişandiye û kiriye riya mebestên xwe. Çîroka wî û mebestên wî, rêxistinên li gorî mebestên wî hatine avakirin gelek dirêj e. Lê kurt û kurmancî çi ava kiriye li ser van esasan ava kiriye.
Vê mebestê û van armancan gelek alîgir afirandine, bi milyonan mezin bûye û bûye pergaleke li hember pergala dinyaya heyî. Ev pergal gelek aktîf e, gelek pêbawer e, gelek bibiryar û vîn e. Li her derê guhertinên radîkal pêk tîne û berjewendiyên serdestan re dikeve nakokiyên kûr û ji bo wan xetereyan çêdike. Diyar e ku ev pergal, pergala ku Abdûlah Ocalan ava kiriye ji bo xwe hem xetere hem jî dijminê berjewendiyên xwe dibîne. Ji bo ku ev pergal û ev tevgera ji bo van mebestan hatiye avakirin têk biçe herî kêm bê veguhestin ji naveroka ya şoreşger û radîkal serî lig elek rê û rêbazan daye.
Piştî ku pergala Sovyetê ji nav çû, xira bû, pergala kapîtalîst-emperyalîst dirûvek da dinyayê. Dixwest dirûvekî li Rojhilata Navîn jî bide. Ji bo vê armancê pergala Ocalan pêk aniye li pêş vê yekê xetere û asteng didît. Komploya 15’ê sibatê weke berhema vê projeyê hat birêvebirin. Diviya Ocalanê ku li hember vê projeyê asteng bû bihata astengkirin û girtin. Dibû ku piştî vê PKK li gorî pergala emperyalîst bê veguhestin û pê re ev xetereya bê derbaskirin. Ev proje pêk hat û di 15’ê sibatê Ocalan hat girtin.
Lê ev proje bi ser neket, ew jî armancên xwe venegeriyan. Ev bîst û çar sal in Abdûlah Ocalan girtî ye. Proje jî bi rengekî veguhertî didome. Ev proje bi awayê tecrîdeke giran didome. Ocalan bi kesî re hevdîtinan nikare bike. Komployê rengekî tolhildanê girtiye. Dixwazin tolê hem ji Ocalan bistînin, hem jî gelê ku bi israr pey wî diçe ceza bikin.
Bersiva pirsa me bi sernavê pirsîbû bi vê dahûrandinê bersiva xwe dibîne. Ocalanekî azad ji bo pergala NATO’yê xetere bû. Ocalanekî girtî û di bin tecrîdê de ji bo wan di bin kontrole de ye. Belkî hin encam girtibin, di têkoşîna azadiya kurdan de hin texrîbat çêkiribin lê hê jî ew bixwe birîndarê vê projeya xwe ne. Pergala wî afirandiye li dijî êrîş û hewldanên îmhaker bi rê ve diçe, bi xwîn û goşt bûye. Li Şengalê, Qadên Parastina Medyayê heta Rojava ber pozê wan heyîna xwe didomîne.
Mêjiyê ku li ser heqîtê wêneyê civakê, dinyayê kişandiye li gorî bêberjewendîtiyê li dijî berjewendîperestiyê gihiştibe asta pergaleke şênber tu car têk naçe. Ji ber ku aşê wê bi heqîqetê dizivire. Civak jî birçiyê heqîqeta xwe ye, tu car pişta xwe pê de nake.
Bi vê wesîleyê ez komploya 15’ê sibatê ya navdewletî lenet dikim.