Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Çima ofîsên ENKS’ê dişewitin?

Nava çend mehan carekê serkirdeyên ENKS’ê derdikevin pêş kamerayên telefonan û radighînin ku “Ofîsên” wan ên li rojavayê Kurdistanê hatine şewitandin û yekser û bêyî delîl hebin, dixin stûyê PYD’ê. Di hefteya dawî ya meha nîsanê ku derbas bû, dîsa hin dukanên ku ENKS’ê bê destûra Rêveberiya Xweser vekirine û navê wan kirine ofîs şewitîbûn. Şewtandina van cihan jî di dem û pêvajoyên balkêş de derdikevin.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinên şaredariyan dike ku wê dawiya vê mehê de ango gulanê de werin lidarxistin. Ev hilbijartin pêvajoyek ji pêvajoyên fermîkirina û danînan sîstema Rêveberiya Xweser e û hem ji bo derve û hem jî ji bo herêmê girîng e. Rêveberiya Xweser bang li hemû aliyan kiribû ku beşdarî hilbijartinan bibin û di nava wan de ENKS’ê. Lê ENKS’ê bêyî destûra dewleta tirk û Hewlêrê nikare beşdar bibe û nabe jî. Ji xwe ew ji bo reşkirin û êrişî şoreşa Rojava bike hatiye avakirin û dîsa jî ji bo pirsgirêk dernekevin, Rêveberiyê ji gelek aliyan ve çavên xwe ji binpêkirinên ENKS’ê ji qanûn û pîvanên fermî re girtiye. Serkirdeyên ENKS’ê her ku derdikevin, tînin ziman ku Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê nas nakin û li hember wê herêmên ku dewleta tirk dagir kirine fermî dibînin û derdikevin dibin parêzer ji sûcên dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê re.

Her wiha daxuyaniya berpirsên ENKS’ê li ser cihên hatine şewitandin balkêş bû ku di demekê de hat ew şefê tirk Erdogan serdana Hewlêrê kir û ew alên sor ên vê dewleta dagirker ku dijminê kurdan e li ser dîwarên Kelehê hatibû bilindkirin bû. Yanî, şewtandina van cihên ENKS’ê yek ji bo reşkirina Rêveberiya Xweser û hilbijartinên Şaredariyan û ya din jî ji bo rojeva bilindkirina ala dewleta Tirk li Hewlêrê bughere bû. Ji xwe derketibûn û digotin li wir ala Kurdistanê jî hatiye şewitandin û bi vî rengî ji wan be ew ê bi hestên kurdan bilîzin. Derdikevin û dibêjin Rêveberiya Xweser berpirse û PYD’ê sûcdar e. Li aliyekî dibêjin em Rêveberiya Xweser nas nakin û qebûl nakin û li aliyê din dixwazin cihên wan biparêze û wê berpirs dibînin.

Lê kî van ofîsên ENKS’ê dişewitîne?

Di sala 2021’an de ku di nava PYNK’ê û ENKS’ê de hevdîtinên lihevhatinê hebûn û fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî navbeynkarî kir, dîsa ev ofîs hatibûn şewitandin û kirin amûrek ji bo PYD’ê reş bikin û giliyê wê li gel Amerîka bikin û bibêjin ha binêrin; em dixwazin bi niyeteke baş werin lê PYD’ê nahêle. Piştî wê bi demeke kurt, hêzên Asayişê hejmarek sîxurên ser bi MÎT’a tirk û ENKS’ê de girtin û mukirhatinên wan di Ronahî Tv de bi raya giştî re hatin parvekirin. Van sîxuran aşkera dikir ku wan bi fermana serkirdeyên ENKS’ê û dewleta tirk ev ofîs şewitandin e. Her wiha şewitandina van cihên ENKS’ê di vê demê de, ne dûre dîsa bi heman rengî hatibin şewtandin û di heman çarçoveyê de mirov dikare bibîne.

Tevî vê rewşa heyî ku her kes dibîne û dizane, Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed duxuyaniyek da û diyar kir ku ew bûyerên bi vî awayî qebûl nakin, divê sûcdar werin cezakirin û rê li pêşiya tevliheviyên bi vî awayî neyê vekirin.

Dîsa mirov ji xwe dipirse, Rêveberiya Xweser çima heta niha ev cihên ENKS’ê yên bûne navendên xirabî û fitneyê ku bêyî destûr hatine vekirîne nagire? PYD’ê çima li hemberî ENKS’ê ku wan bi şewitandina cihên xwe bêyî delîl û belge sûcdar dike dozekê venake?

Wer xuyaye ku Rêveberiya Xweser jî û PYD’ê jî di nava amadekariyên hilbijartinan de ne û ji van mijaran re ne vala ne niha!

Nûçeyên Têkildar