Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çima PDK bûyera Xelîfanê dixe stûyê hikûmeta Başûr?

Tevî gelek belge û delîl der barê bûyera li Xelîfanê de hene ku bûyer ji aliyê çekdarên PDK’ê ve pêk hatiye lê PDK berpirsyartiya bûyerê dixe stûyê hikûmeta Başûr. YNK ya ku hevkarê hikûmetê ye, daxuyaniyên PDK’ê red dike û dibêje tu agahiya hikûmetê ji wê bûyerê nîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne. Piştî 16 rojan gerîlayekî xwe gihan hevrêyên xwe. Lê hîn çarenivîsa gerîlayekê nediyar e. Tevî nasnameya gerîlayên şehîd hatiye aşkerakirin, PDK cenaze nade malbatan.

Gerîlayê HPG’ê Hakî Zîlan ku ji kemîna çekdarên PDK’ê rizgar bû, di 6’ê cotmehê de axivîbû û wiha gotibû: “Bi namerdî kemîn danîn û êrîş kirin. Tenê armancek wan hebû, ew jî îmhakirina koma me bû.”

Biryar a fermandarê PDK’ê bû

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku di 13’ê cotmehê weşand, fermana êrîşa li ser gerîla, ji aliyê fermandarê hêzên taybet ên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsek pêşmergeyan ê bi navê Dilovan Rubarî ve hatiye dayîn.

Di heman nûçeyê de tê gotin ku Ezîz Weysî yê PDK’î, biryara kuştina gerîlayan daye û pêşmergeyên Roj ên ser bi PDK’ê jî ev biryar pêkanîne.

Navê Pêşmergeyên Roj

Li gorî çavkaniyê navên hin pêşmergeyên Roj ên ku bi hêzên PDK’ê re di wê êrîşê de cih girtibû, wiha ne. “Şêran Remedan Sîma, Mevan Îsa Îbrahîm, Îsmaîl Mihemed Salih û Raîd Îsa.”

‘Ew hêz ne yên Hikûmeta Herêmê ne’

Di 15’ê cotmehê de jî Endamê Konseya Rêvegber a KCK’ê Mustafa Karasû diyar kir ku têkildarî berpirsên êrîşa Xelîfanê ya dijî gerîlayan agahiyên zelal li ber destê wan heye û wiha got: “Hêzên ku êrîşê gerîlayên me kirin, ne hêzên ser bi Hikûmeta Herêmêne, raste rast girêdayî PDK’ê ne. Ev hêzên taybet ên PDK’ê li gel çeteyên ji wan re têgotin ’Pêşmergeyên Roj’ êrîş pêk anîne. Jixwe ev çeteyane beriya êrîşê malbatên xwe yên Rojava agahdar kirine.”

Tevî HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd aşkera kiriye jî lê PDK cenazeyê gerîla nade malbatên wan. Ji bo wergirtina cenazeyan, li deriyê Sêmalkayê bi pêşengiya malbatên şehîdan çalakiya konvedanê hatiye destpêkirin û hîn jî dewam dike.

PDK axivî!

Piştî 2 mehan bêdengiya PDK’ê duh endamê Polîtburoya PDK’ê Cehfer Emînkî bersiva pirsa nûçegihanê Rojnewsê ya ‘ger we gerîla şehîd nexistiye çima hûn bersiva PKK’ê nadin ku dixwaze aqûbeta gerîla were aşkera kirin’ wiha da: “Ev pirs peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heye. Bersiv dide, yan nade peywendî bi wan ve heye. PDK partiyek siyasî ye û di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de rola xwe heye.”

Endamê Polîtburoya PDK’ê Cehfer Emînkî têkildarî çalakiya malbatên şehîdan a li Deriyê Sêmalkayê ku 18 roj in berdewam dike û daxwaza canazeyên zarokên xwe dike, nexwest biaxive û diyar kir ku tu bersiva wî ji bo vê pirsê nîne.

Li ser îdîaya Emînkî ku berpirsyariya êrîşê diavêje ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ajansa Rojnewsê xwestiye helwesta Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer û Alîkarê Fermandarê  Hêzên Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal bipirsin, lê her du jî gotine “Agahiya me ji bûyera Xelîfanê nîne.”

Bersiv da PDK’ê

Têkildarî mijarê Cîgirê Serokê Komîsyona Pêşmergeyan li Parlementoya Başûrê Kurdistanê û endamê fraksyona YNK’ê Osman Sêderî bersiva pirsên Rojnewsê da. Sêderî diyar kir ku tu peywendiyeke hêzên YNK’ê bi çekdarên Roj re nîne û YNK ji tu pratîkeke wan berpirsyar nîne.

Emînkî ku îdîa kiribû, hikûmet muxatabê bûyera Xelîfanê ye, Sêderî yê YNK’yî jî diyar kir ku agahiya hikûmetê ji bûyereke bi vî awayî nîne! Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar