Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çima pêşmergên xwe dikujin û dixin stuyê PKK’ê?

Dîrokê şahid e ku bi salane PDK li kêleka dijminan hêrişî partiyên kurd dike û aliyên din suçdar dike. Li gorî tevahiya şerên dehan salên derbasbûyî yê kurd û kurd, despêşxerê yekem PDK bûye. Li tevahiya van şeran de jî bi ragihandinên seranser demagojî hewldaye tawanê bixe stuyê bereya li ber sîngê xwe, di demekê de ku di tevahiya van şeran de milê wan  bi milê dijminan de bûye. Mil di milê dewleta tirk de beşdarî bi dehan operasyonan bûye.  Heta di milê Îranê û Rejîma Baas de jî şer kiriye. Di vê derêde daxa mezin ev e ku wecê ji nav û nasnavê kurd û Kurdistanê digire, diruşmên netewî bilind dike, wek serdema karesata kerbelayê ku îmamê Husên di bin ala îslamê û bi navê Ellahu Ekber hatin serjêkirin, bi diruşm û navên sexte bi salane wek minafiqiyek li ser navê kurdayetiyê di xizmeta dijminande rol digêre.

Ji yekem êrîşa dewleta tirk bo ser başurê Kurdistanê di adara sala 1983’yan de heta roja îro ku dehan operasiyonên tirk di bin navê dawî anîna PKK’ê birêve çûne hemû rastî şikestinê hatine. Li kêleka wan şikestinên dewleta dagirker a tirk malbata Barzanî jî bi derfetên dijminan qonax bi qonax hêz digire, sermayedariyê dike, meaş xoran li derdora xwe kom bike û bi kompaniyayên leşkerên tirk ava bike.

Îro PDK baş dizane ku ew kêlî bi kêlî bi hêza wî dijminî hatiye avakirin, ew dijminan li ser hebûna xwe û hêza xwe mafdar dibînin, lewre nikarin xwe ji wan bidin cudakirin, ji bo ku biçuktirîn pêngava neteweyî ji aliyê PDK di çavên Tirkiyeyê de weke îxanet tê dîtin. Çawa ku referandûma PDK’ê weke îxaneta li hember xwe bilêv dikirin. Helbet PDK jî vê baş dizane ku tu bereyeke kurdistanî ji wan razî nîne, wan di qonaxa dehan salan de tevaya civaka Kurdistanê li xwe kirin dijmin, tenê belgeya di destê wande sermaye û kanzayên başurê kurdistanê ne ku dike devê dewleta tirk de, bi wî ewayi çekdaran li dora xwe dicvîne.

Jixwe heman çekdar jî digel PDK wefadar nînin, tenê ew girêday meaşê xwe yê neçariyê ne. Ji bo selimandina vê rastiyê nimuneyên berçav pirin, di hefteya derbasbûyî de li Dihokê civînek giştî li leqa 1 ya PDK’ê tevî efser û fermandeyên leşkerî hat kirin, li gorî çavkaniyan tê de rexneyên tund li efser û fermandaran hatine kirin ku çima di nava taxa pêşmergeyan de dengdêrên me ev qas kêm in? Ev dide selimandin ku pêşmergê PDK bixwe jî êdî ji wan bi hêvî nînin.

Nimuneyên din dirustkirina lîwayên pêşmergan ji be ereban e ku di salên derbasbûyî de PDK’ê li ser navê pêşmerge leşkerek mezin ji wan re çê kir. Dirust kirina leşkerên pêşmergan jibo çeteyên ku ji bereya El Nûsra û El Kaîde veqetiyabûn û di nava hêzên Roj de cihê xwe girtîn nimuneyek din ya li ber çavan e. Lewre PDK baş dizane êdî îradeya gel li pişta wê nîne û berevajî bi bê dewleta tirk ew xwe tune dihisbînin.

Li devera Şêladizê niha givaştinên PDK li ser gel rojane tên zêdekirin, trafîkek berfireh ya leşkerî xistin dewrê.  Birçîhiştina gelê deverê bi her awayekê bi rengek rêxistinî tê birêve birin, cudayî kesên girêday bi PDK ve bêkarî di nava gencan de li vê deverê di bin xeta sifrê de ye. Bêtirî 4 mehane azuqeyên fermî li ser Şêladizê hatiye qut kirin, rojane firokên dewleta dagirker bi nizmî li ser asîmanê deverê difirin, cudayî burdmanên firokan rojane niha ji aliyê baregehê leşkerî ya tirk ya di navbera gundê Sîriyê û Şêladizê de, derdora Şêladizê û gundên wê tên qesf kirin, ji bo ku gel di tengasî û tirsê de be, ji bo ku gel nekare ber bi çiya, bax û zeviyên xwe yên çandinî ve biçe, debara jiyanê ji aliyê gelê deverê pir zehmet xistine. Ew baregehê ku li 2019’an bi destê gencên Şêladizê hatiye wêran kirin û şewtandin îro wek kelhekê hatiye avakirin û her rengê çegên giran têde bi cih kirine, ji bo ku dewleta faşîst û nokerên xwe weke tolvekirnek bixin ber çavê gelê deverê.  Girtin û çavdêrî bi awayekî berfireh rojane li ser gelê deverê dewam dike, bi komî niha dikarîn bêjîn PDK gelê Şêladizê û gundên derdora wê xistine nava qefesê, nava bêhîvîtiyê, nava tirsê û birsê de, di heman demê de li van çend rojên dawiyê civîn li pê hev tên kirinê, berdewam berpirsê leqa 18 ya PDK li amêdiyê tevî endam û fermandên MÎT’ê di civînên veşartî de ye,  simînar ji bo kesanên herî reşnavên ji mînaka Cemal Murtke (fermandê komkujiya 16 gulana 1997 li Hewlêrê) li Dihokê tên lidar xistin ji bo ezmûnên xwe yên şerê îxanetê weke perwerdeyek derbasî mînakên xwe di serdema me de bike, muxtar û kesayetên deverê li leqa 18 ya Amêdiyê tên kom kirin, daxwaza hema hengî û hevkariyê ji wan tê kirin ji bo şerê li hember gerîla, lê ne gel, ne pêşmerge bi tu awayî li ser daxwazên PDK û MÎT’ê razî nabin. Lewre jî bi girtin û givaştinên birsê û tirsê dixwazin gelê deverê li hember daxwazên xwe yên qirêj bidin çemandin. Li van rojên dawiyê di nava gek de propagandên dijber parve kirine ku PKK dixwaze li vê deverê êrîşan bike kesan bikuje! Bi vî rengî nediyare wek ezmûnên dîrokî dîsan dest bavêjin hindek teroran bi niyeta sucdarkirna gerîla û gur kirina agirê şerê îxanetê.

Kuştina rêveberê asayişa kanîmasê Xazî Alîxan ku li 8 ê cotmeha 2020’î de qewimî li cihekê bû ku li gorî her lêkolînekê aşkere diyar bû destê gerîla di vê bûyerê de nebûye, HPG bi fermî ev rastî ji bo raya giştî aşkere kir, lê PDK tevaya ragihandinên xwe li ser vê bûyerê bi mehan xistin kar û di nava dehan malper û ekranên xwe de ji her alî navê tevgera azadîxwazî ya PKK’ê bi terorîst li qelem dida.  Bi dehan qelemfiroş ketin xizmeta xweş kirina agirê şerê li hember gerîla. Lê dîsa PKK bi hemû awayî bi çeng û neynûkan xwe ji van pîlanên qirêj parast. Bi caran pêşmergên xwe bi enqest bo nava sinorên gerîla ber bi mirinê ve dan şandin ji bo ku şerê di gel gerîla bidin ava kirin. Piraniya  fermandên xwe yên ku di salên 90’î de jî destek reş di şerê îxanetê de heyî bi ragihandinî xistin dewrê.

Her kes dizane ew êrîşa di 5’ê hezîrana 2021’î de li Metîna rûda û di encamê de 5 kuştî û 4 birîndarên pêşmergan çêbûyî de, destê dewleta  tirk tê de hebû. Ji xwe tevahiya ragihandinan parvekirin ji sedema bumbebarana dewleta tirk ev bûyer rûdaye, heta kenalê fermî yê PDK ê (Kurdistan 24) jî li despêkê wisa parvekirbû, lê dawiyê bûyerê de bi provakasyonan nixumandin û bûyerê xistin wistuyê PKK’ê.

Bêguman ev yek jî bi fermana dewleta tirk bi armanca xweşkirina agirê şerê navxweyî bûye, heta ev demagojiya îxanetkarane bi şêwazekî nemerdane xistine ber çavê raya cîhanî ji bo ku fermiyeta şerê xwe li hember gerîla bihêztir bikin, daxuyaniyên dewletên cîhanî ji mînaka Amerîka jî li ser vê bûyerê li hember PKK’ê xistin dewreyê.

Dîsa kuştina pêşmergeyek din yê bi navê Rezwan Mihemed Elî Sindî di 8’ê hezîrana 2021’î de li Derkarê nêzî baregehekê dewleta tirk ku bi fîşekek qenasê giyanê xwe ji dest dide, PDK ev yek jî weke provakayona pir berfireh bi demagojiyên ber çavên raya giştî hewl da rik û kîna gelê başûr li hember gerîla bide vehandin, lê herî dawî ji aliyê her kesê aşkera bû ku tu gerîlayek li nêzîkî cihê vê bûyerê nîne, berevajî vê ji saya serê PDK baregehê dewleta dagîrkera tirk li serê girê Şaqolê bi çekên giran li pêşberî mewziya pêşmergan ya li Derkarê bi dûrbînên herî pêşkevtî çavdêriyek yekcar xurt li ser wê deverê heye, lewre her pêşmergeyek zane ev fîşek ji wî alî nikare ji aliyê gerîla ve were avêtin. Jixwe herî dawî li gorî zaniyariyan babê Rezwan Sindî ku daxwaz ji PDK kiriye kujerên kurê wî aşkere bikin herî dawî ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin hem jî meaşê Rezwan yê li ser navê şehîdbûnê jî dane seknandin.

 

Armanca sereke ya PDK’ê li bin navê hereshdûdan, li vêdawiyê ev e xeta Rêncbiraxe û Avaşîn ji bo vekirina xeta zincîreya Zagrosê li nava xalên herî hestiyarên Gerîla nûqteyan ava bike û weke her ciyeke din disa bixe jêr kontrola dewleta dagîrkera tirk û bi vî awayî şerê di gel gerîla bixe qalibê neçariyê.

Bi kurtasî PDK’ê wek nokereke dest û ling girêdayî ji bo pêk anîna pîlanên dewleta tirk û rizgarkirna wê ji şikestinan, dervayê pêk anîna şerê di xizmeta dijmin de tû rêyek din li hember xwe nabîne, lê heta niha nekariye ne gel, ne jî beşa herî zêdeya pêşmergan li ser vî karê qirêj bide îkna kirin. Bi ruxmî vê dîsa di hewildanên van qirêjkariyan de, bi avakirina xalên leşkerî di nava sinurên herî hestiyarên PKK’ê de roj bi roj di hewla berfiretir kirina gavên ber sîngê dewleta dagîrkera tirk de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar