Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çinîna mişmişên Îdirê dest pê kir

Çinîna mişmişên navdar ên Îdirê dest pê kir. Mişmişvanan bilêv kirin ku ji ber gubre, derman û mazot biha ye, heqê keda xwe dernaxin

Çinîna mişmişên navdar ên herêma Îdirê dest pê kirin. Ev mişmişên navbirî ku aîdî vê herêmê ne, wexta tên berhevkirin divê di nav 3-4 rojan de bên xwarin, bi wesayîtên depoyên wan sar ji Azerbêcan, Îran û gelek bajarên Tirkiyeyê re tên şandin. Fiyetê wan di navbera 2-5 lîreyî de ye. Her wiha çend roj berê Şaredariya Îdirê “Mihrîcana Mimişan a 2’yemîn” li dar xistibû.

Lê belê mimşişvan ji rewşa heyî ne razî ne û bal kişandin ser bihabûna fiyetên gubre, derman û mazotê û diyar kirin ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Dîndar Delen ku 20 sal in vî karî dike, bilêv kir ku kes pir qîmetê nade mişmişên Îdirê. Delen anî ziman ku mimişên li Îdirê çêdibin li gorî yên herêmê din baştir in û aromaya wan biçêjtir in û wiha got: “Lê mixabin kes qîmetê nade van mişmişên xweş. Piştî tên berhevkirin divê di nav 3-4 rojan de bên xwarin. Her wiha ji ber zemên tên kirin cotkar ditengijin.”

Delen anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, derman û mazotê heqê keda wan bi dest wan nakeve û wiha got: “Em mişişan li nav baxçe bi lîre an jî lîre û nîvê difiroşin. Lê belê ji ber bihabûna fiyetên gubre, derman, mazot û heqê karkeran em bi zorê mesrefa xwe derdixin. Ji ber vê em zorê hilberîniyê dikin. Divê dewlet demildest guh bide cotkaran û gavina bavêje.”

Îsmet Înanç jî diyar kir ku mişmişên Îdirê bitahm in lê belê ji ber baş nehatine bihîstin kes bi wan nizane û wiha got: “Em li nêv baxçe tevî karkeran berhev dikin. Piştî digihên em di nav 15 rojan de berhev dikin. Ji ber pir di berxwe nadin divê demildest bên xwarin.” Înanç diyar kir ku zemên tên kirin tesîrê li wan dike û wiha got: “Mixabin her roj tişt biha dibin. Ev yek zêde tesîrê li me dike. Niha yewmiyeya karkeran bûye 100 lîre lê mazot, gubre û dermanê vî karî jî heye. Em bi zorê heqê mesrefên xwe derdixin. Loma divê dewlet ji bo vê gavina bavêje û destekê bide hilberîneran.” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar