Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Çîroka du Aytenên li Bagokê

Wê rojê Aytena ji Midyadê wê biçe vekirina goristana li Bagokê û qevdek kulîlkên di destê xwe de wê deyne ser gora Aytena ji Kanîreşê

Aytena ji Kanîreşê û Aytena ji Midyadê ya ku çîroka wan dikeve nava hev, yek ji mînaka çîrokên berxwedana li Kurdistanê ye ku çîrok dikevin nava hev û dema mirov dibêje qey di dîrok û cihên cihê de ew bûyer qediyaye, li cihekî tê dîsa mirov dibîne.

Gundê Liçîkê (Ermen jê re dibêjin Lîcîg) û mezraya wê ya Horhorê bi qasî 35 kîlometreyan dûrî Kanîreşa Çewlikê ye. Aliyekî wê xwe digihîne Dêrsimê, aliyek xwe digihîne Erzîncan û Erziromê û aliyê din jî xwe digihîne Mûşê û ji wir jî diçe Xerzanê. Ev herêm piştî avakirina Tevgera Azadiyê ya kurdan bi pêşengtiya PKK’ê hate kirin, roleke jeostratejîk pêk anî. Ev der jixwe mozaîka ziman, ol û çandê bû, jixwe bi sedsalan kurd û ermen bi hev re jiyabûn. Sermesele nîvê gund kurmancên elewî bûn, nîvê din jî bi dimilkî diaxivîn û sunnî bûn.

Di dawiya salên 1976’an de kadroyên tevgerê yên pêşîn ku hatin Dêrsim û Depê, ciwanê 17 salî yê bi navê Mehmet Guler ê ji gundê Liçîkê tev li nav têkoşînê kirin. Guler ê ku nasnavê Sînan ji xwe re bijart, berê li Depê, piştre li Xarpêt, Çewlig û Xozatê xebatên tevgerê kir û gelek ciwanên ji gundê xwe jî li dora xwe kom kir. Ji nav wan ciwanan xizma xwe Ayten Tekîn jî birêxistin kiribû. Vê jina ciwan ligel temenê xwe yê biçûk li gund milîstiya tevgerê dikir.

Di 12’ê Îlona 1980’an de dema ku cûntaya leşkerî hat, gelek şoreşger dîl ketin destê dewleta tirk û ev jî bû sedem ku têkiliya vî gundî ya bi şoreşgeran re qut bibe. Mehmet Guler tevî komek hevalên xwe li gorî fermana ‘derketina ji welat’ tevgeriyabû, bi selametî xwe gihandibû kampên perwerdehiyê yên Filistînê, piştî perwerdehiya leşkerî û siyasî ya li vir, dîsa vegeriyabû Kurdistanê.

Salên li Îzmîrê…

Di sala 1982’an de Ayten Tekîn û malbata wê ji ber zextên dewletê û ji ber rewşa dijwar a aboriyê neçar mabûn ku koçî Îzmîrê bikin. 2 bira û 6 xwişk bi hev re li atolyeyên tekstîlê dixebitîn û hewl didan jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Li gorî gotinên xwişk û birayên wê, Ayten a herî xebatkar bû, ne bi tenê di nav xwişk û birayên xwe de, li atolyeyê jî terziya herî jêhatî bû. Li zozanên Liçîkê dema tevî xwişk û birayên xwe diçû bêriyê, li ser rê rastî ‘heval’an dihat, dema ku êdî ew sîluetê hevalan hêdî hêdî ji bîr dikir û ew hevdîtinên nîvcomayî di dilê wê de mabû, di nav wê qelebalixiya mezin a Îzmîrê jê we ye ku wê jiyan bi normalî bidome, bihîst ku têkoşîna azadiyê li Kurdistanê ji bo şerekî berfireh guleya pêşîn teqandiye.

Piştî 15’ê Tebaxa 1984’an dema ku Ayten Tekîn dîsa têkilî bi şoreşgeran re danî, Mehmet Guler tev li Kongreya PKK’ê ya 2’emîn bûbû, di dawiya salên 1982’an de xwe gihandibû Kurdistanê, li ser xeta Çewlik û Depê piştî têkoşîna gerîla ya sê salan, di 15’ê Nîsana 1985’an de tevî hevalê xwe yê gerîla Îmam Huseyîn Bîlgîn li gundê xwe Liçîkê wê ji ber îxbarê wê dora hatibû girtin, di bin dorpêça artêşa tirk de heta fîşeka xwe ya dawîn wê şer bikirina û piştre şehîd bibin.

Vê bûyera bi êş di jiyana Aytenê de şikestineke duyemîn e. Ayten di wan şertên zehmet de xwe digihîne avadaniya rêxistinkirî ya têkoşînê û ji bo ‘xebatên metrepolan’ peywirê didin Aytenê. Lê nêta wê ev e ku biçe Kurdistanê û tev li nav refên têkoşîna çekdarî bibe.

Xwe digihîne Bagokê

Piştî hewldanên dirêj di mehên pêşîn ên sala 1988’an de Ayten Tekîn xwe digihîne Bagokê. Li gorî qeydên ARGK’ê di 22 saliya xwe de di 8’ê Adara 1988’an de tev li nav refên gerîlayan bûye. Çiyayê Bagokê jî di navbera Nisêbîn û Midyayê de dest pê dike û heta Hezexê diçe. Li sertarên vî çiyayê darên mazî hene û wekî welatê Aytenê Kanîreşê mozaîka çand û baweriyan e.

Manastira Mor Evgîn a ji ber cih û bergeha wê dişibînin Manastira Sumela ya Trabzonê, li sertarên Bagokê ye. Siryan ji vê derê re dibêjin Îzlo yan jî Îzala. Herêma Siryanan a ku navenda wê Midyad e û Tûrabdîn a ku bi Siryanî tê wateya ‘Çiyayê xizmetkarên Xwedê’ji gund, navçe û bajarên dora Bagokê pêk tê. Ji ber peyva Tûr (çiya) ya bi Siryanî ji şêniyên vir re dibêjin ‘Torî’ yan jî çiyayî.

Vî mekanê pîroz ê ku Siryan di qirkirina sala 1915’an de a bi navê ‘Seyfo’ reviyane û xwe spartine vir, ango sertarên Bagokê, piştî nîveka salên 1980’yî yek ji baregeha gerîlayên Kurdistanê bû. Vî çiyayê 1250 metre bilind e, heta salên dawîn ji xeynî Siryanan gelek gundên Êzidiyan jî hebû. Gerîla li ser Bagokê dema berê xwe didan Rojava ronahiyên keleha Mêrdînê û dema li Başûr jî dinihêrîn ronahiyên Nisêbîn û Qamişlo û girên Şengalê didîtin.

1’ê Nîsana 1988’an

Em nizanin Ayten Tekîn di rojên pêşîn ên Adara 1988’an de dema li vî bergehî temaşe dikir, li çi difikirî lê li gorî kunyeya wê ya di hejmara Tîrmeha 1988’an a Serxwebûnê de hatibû weşandin, di perwerdehiya 20 rojan de ya ku fermandarên ARGK’ê Velî Yaşar (Delîl) û Mûstafa Kaplan (Kazim) dane, Ayten Tekîn yek ji ya herî serkeftî bûye. Perwerdehiya ku bi qasî 30 gerîla beşdar bûbûn qediyabû, di sibeha 1’ê Nîsanê de wê mezûniyet bihata kirin.

Di destê sibehê de gerîlayan dema amadekariyên merasîmê dikirin, artêşa Tirk tevî ji 10 hezaran zêdetir leşkeran, dora Bagokê girt. Haya hêzên dewleta Tirk hebû ku komeke qelebalix a ARGK’e li herêmê kom bûye. Dewleta Tirk bi îxbarê re cihê kampê jî hîn bûbû, bi berbangê re dest bi operasyonê kiribûn. Bi alîkariya helîkopteran dora 50 gerîlayan hatibû girtin. Wekî strana Li Bagokê ya hunermend Hozan Dilgeş di bîra gelê Kurd de cih girtiye, wê 50 gerîla bi pêşengtiya Velî Yaşar (Delîl) dest bi berxwedanê bikirina.

Velî Yaşar ê ku li Xalfetiya Rihayê ji dayik bûbû, di sala 1983’an de tevlî nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bûbû. Piştî perwerdehiya gerîlayên nû yên li Botan û Xerzanê hatibû Bagokê. Vî gerîlayê fermandariyên ku hevalên wî yên şer ên wê demê diyar dikirin ku di warê leşkerî de gelekî jîr bû, di şikandina xeleqa artêşa Tirk de jî jêhatî bû. Di Nîsana 1985’an de jî li Modika jî ji nav bi hezaran leşkerên ku dengê hilma wan dihata wî, bi selametî xwe rizgar kiribû.

Wê rojê artêşa Tirk bi hemû hêza xwe ya li tûgayên li Mêrdîn û Sêrtê dora Bagoka bi teht û zinar girtibû. Ev gerîlayên ku hinek jê berê bi tecrube bûn û hinek jê jî cara pêşîn rahiştibûn çekê, ji xeynî şerekî eniyê tu rêya van gerîlayan tunebû. Wekî di dîsgotina strana Hozan Dilgeş de ya ku hemû Kurd pê dizane, hewldana fermandar Delîl û gerîlaya nû Ayten ji wê mifrezeya gerîlayan re bûbû moral. Şerê şev û rojekê bênavber domiyabû.

Li gorî nûçeyên medyaya Tirk ARGK’ê helîkopterek xistibû, di vê helîkopterê de serpel û du serbaz miribûn. Di vî şerî de 20 gerîlayên ARGK’ê jî şehîd bûbûn. Di nav wan de bi tenê gerîlayeke jin hebû, ew jî Ayten Tekîn an jî bi navê xwe yê nû Rojîn. Ji xeynî fermandar Velî Yaşar (Delîl) û Mûstafa Kaplan (Kazim) gelek şervanên nû yên wekî Aytenê li wê derê şehîd ketin. Di vî şerî de Yaşar Talay (Hemîd), Faysal Çatikkaş (Îsa) Mehmet Musbah Yavuz, Cevat Yavuz (Şiyar), Emîn Çevîk (Yasîn), Mehmet Kûrt (Loqman) Nûrîşan Ay (Beşîr), Nesîm Oral, Mehmet Emîn Kaya (Dewran), Cemal Karakaş (Rustem), Velî Kumak (Şoreş), Mehmet Vahaç Dogan (Delîl), Koçero Gulmez (Diyar), Xebat ê ji Başûrê Kurdistanê, Nevaf Yildirim (Celal), gerîlayê bi navê Cûma yê ji Bismil û gerîlayê bi navê Mûrat (Cemal) ê ji Cizîrê şehîd bûn.

Aytena ji Midyadê

Ligel ku dengê guleya sekinî jî, Çiyayê Bagokê bi saetan hate bomberdûmankirin, li gorî gotinên gundiyên herêmê bi rojan hê jî dûman ji qada şer bilind dibû. Destana gerîlayên li Bagokê pêl bi pêl li Kurdistanê belav dibû. Ayteneke din a ku li gundekî li sertarên rojava yên vî çiyayê dinihêre, di bihara 1988’an de hê 16-17 salî ye. Vî gundê bi ser Midyayê piştî şerê li Bagokê wekî gundên din wê têketa ber zilma dewleta Tirk. Gundiyên ku cerdevanî qebûl nekirin an wê bihatina kuştin, an wê bi darê zorê koç bikirina an jî wê yeko yeko malên wan bihatina şewitandin.

Ev zilm li ser gundê Aytenê jî hate kirin. Di rojên dawîn ên sala 1991’ê de gotin ‘Em ê ranehêlin çeka dewletê’ û koçî Nisêbînê kirin. Malbata Aytenê zivistana 1991’an li Taxa Elîkan a Nisêbînê di xirbeyekî de derbas kirin û hemû malbat tevlî pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adara 1992’an de bûn. Wê rojê Newroza li Nisêbînê wekî cejnekê bû, li navçeya Cizîrê jî qetlîamek pêk bihata û wê li dîroka Kurdistanê bihata nivîsandin.

Piştî Newroza Cizîrê ya ku bi dehan kes lê hatin kuştin û ji nişka ve kete rojeva dinyayê, di dahnê êvarî de Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Îsmet Sezgîn di Bultena Nûçeyan a TRT’ê de axivî, gelê Cizîre sûcdar kir û got, “Îro li Nisêbînê Newroz aram derbas bû û tu bûyer çênebû, ez gelê Nisêbînê spas dikim.” Gelê Nisêbînê ev gotin ji xwe re wekî heqaret dît, wê şevê qet raneza û dest bi amadekariya ji bo bersiva Sezgîn kirin.

Li pira şehîdan yekşemeke bobelatî…

Roja Yekşemê bû. Gelê Nisêbînê mal bi mal agahî dan hev û di destê sibehê de berê xwe dan Pira Çemê Çagçagê (Çemê Nisêbînê). Saet di 09.00’an de qelebalix zêde bûbû, ji 5 hezaran zêdetir kes kom bûbûn. Yek ji wan kesan jî Ayten bû, hingî bi lez ji malê derketibû, ji dêvila solê şimikek xistibû pê, bi zor xwe gihandibû dawiya qelebalixiyê. Wê jî piştre bi van gotinan qala wan salên mîna dîmenên fîlmên sînemayê bikira: “Sibehê dema em ji malê derketin, cîranekî me got ‘Xêr e hûn sibehê diçin ku’ Me jî got em diçin meşê. Got ‘Ma hûn dîn bûne, neçin wê bûyer çêbibin, wê tiştek were serê we’. Min û xwişka xwe, me guh neda gotinên wî zilamî, ji ber ku me dizanî ew ji dewletê re dixebite, bi gavên lez em meşiyan. Dema bi zorê gihiştin dawiya qelebalixiyê, aliyê din ê girseyê gihiştibûn pirê. Di nav çend deqîqeyan de me xwe li nav girseyê da û em gihiştin nîveka pirê. Di wê kêlîkê de ji aliyê qaymakamtiyê panzêrek bi lez ber bi me ve hat. Me got qey wê panzêr were pirê û bisekine, jixwe wisa kir. Dema hat ser pirê sekinî, me jî xwe dabûn ser çongê xwe, bi nîşana serfiraziyê ya tiliyan me slogan berz dikir. Piştre panzêr bi paş ve çû, me got temam ne hewce ye em bitirsin,di wê kêlîkê de panzerê pê li gazê kir û ber bi me ve hat, ji nişka ve dengê pelçiqandina mirovan hat. Mirovên ku çong vedabûn, hê ranebûn panzêrê du qor pelçiqand û gihişt aliyê din ê pirê. Piştre fitilî û dîsa ajot ser me, wekî ku bi xetekê xêz kiriye, vê carê ew ê yên rêza sê û çaran bieciqanda. Di nav qîrîn û hewarê de dema got min hewl da rabim, etegê min kete ber şimika min û ez ketim ber panzêrê. Panzêrê pê li bedena min kiribû, hinavên min derketibû derve. Lê ez li ser hişê xwe bûm. Min bi etegê xwe hinavê xwe kom dikir, piştre ji bo revê min xwes rabim ser xwe, dema rabûm ser xwe dîsa terpilîm erdê.

Di wê kêlîkê de ji her derê bi taybetî ji hewşa nexweşxaneya dewletê tîmên taybet û leşkeran gule li me direşand. Piştî 5-10 deqîqeyan dengê guleyan sekinî. Piştre mêrekî bang kir ‘Kesî sax heye’. Dibe ku yek ji çalakgeran bû. Li ser pirê bi tenê ew birîndar nebûbû. Min destê xwe rakir, dema ez dîtim ber bi min ve beziya. Min jê re got, ‘Roviyên min derketine derve, min baş girêbide’ Wî got ‘Netirse tu çi bixwazî ez ê wê bikim, ez ê te rizgar bikim’ Piştre ez li pişta xwe kirim. Em ji pirê daketin jêr, di çem de meşiyan. Çi kesên ku karibûn bimeşin an xwe avêtin çem an jî di nav çem de dibeziyan. Ji baxçeyê nexweşxaneya dewletê dîsa gule li me reşandin, di wê kêlîkê de min dîsa wî cîranê me dît. Ji min re got ‘Ma min ji te re negotibû neçe, va ye çi hatiye serê te’ Ez ji wî zilamî stendim û ez birim ba wan leşkerên li ba Pira Elman. Leşkeran bi wî halî heta ku ez ji ser hişê xwe çûm, bi pehînan li min dan. Dema min çavê xwe vekir di panzêrekê de bûm û ez deverû dirêjkirî bûm, li ba min jin û mêrekî ciwan hebû, dest û pêyê wan girêdabûn. Serê me her sêyan li ba hev bû, pêyê min li derve kil dibû. Li hundir bi tenê leşkerek heye, dema xelqê ji paceyan li me dinihêrî wî ji gel re digot ‘Li vir nenihêrin, herin hundir’. Wî zilamê ciwan ê li ba min got ‘Xwişkê, di bin kincê min de ala heye, heke li ser min zeft bikin wê min bikujin, xêra xwe dikarî derxî’ Min çavdêriya leşkerkir, dema ku wî serê xwe ji panzêrê derxist, min jî ala ji ser wî rakir û xist nav paldanka panzêrê. Leşker fitilî ser min got, ‘Tu çi dikî?’ û bi qûndaxê li destê min da. Min got destê min teviziye.

Em birin Midûriyeta Emniyetê û li eywanê em deverû dirêj kirin, kî çû û hat li nasnameya min nihêrî û digot ‘Tu ew Ayten î?’ ‘Ma tu li Bagokê nemiribû’ û bi pehîn û kulman li min didan. Mûcîzeyeke mezin bû ku ez li wir nemiribûm. Piştre gotin ‘Bila di nav destê me de nemire û nebe bela’ ez şandim nexweşxaneya Mêrdînê. Şeva ewil malbatê tu agahî ji min nestendiye û gotine qey ez mirime û gora min jî kolane. Ji ser nasekî min xwe gihand apê xwe. Dema ew tê nexweşxaneyê pirsa min ji leşkerên ber serê me dike. Leşker dibêje ‘Ji ber Aytena li Bagokê hate kuştin, we navê wê kiriye Ayten’ wî dixe bodrûmê û êşkenceyê lê dikin.”

Goristana şehîdan a li ser Bagokê

Li ser wê pira ku navê wê guhertin û kirin ‘Pira Şehîdan’ li gorî qeydên dewletê 16 û li gorî şahidên bûyerê 21 kes hatin kuştin. Aytena ji Midyadê ya ku bi hewldana malbatê ew ji Mêrdînê rakirin Amedê û piştî tedawiya 2 mehan hate ser xwe û piştre zewicî. 6 zarokên wê çêbû, navê qehremanên li bin axa Kurdistanê li zarokên xwe kir.

Di nava salan de di nav malbata Aytena ji Kanîreşê û çanda berxwedanê bidome, berê birayê wê Eren di sala 1993’an wê dîl têkeve destê dijmin û cezayê muebetê lê were birîn, piştre di sala 1994’an de xwişka wê ya herî biçûk Filîz wê bi nasnavê Rojîn a xwişka xwe tevlî nav refên gerîlayan bibe (Malbat hê jî bi aqûbeta wê nizane. Li gorî texmînan di sala 1995’an de li Mêrdînê di şerekî de şehîd bûye û tevî gerîlayên din li goristanekê hatine veşartin.)

Di 2’ê Îlona 2013’an de wê roja herî bextewar a şehîdên Bagokê bû. Cenazeyê 20 şehîdên di 1’ê Nîsana 1988’an de şehîd bûbûn û cenazeyê 100 gerîlayên nasnameyên wan nehatine zanîn, li kêleka hev hate veşartin. Navê goristanê jî kirin ‘Pakrewangeha Egîd Sûrûç û Ayten Tekîn’ Ji bo bîranîna şehîdên Bagokê wê 20 stûn li ber hev hatin danîn. Dewleta Tirk a dagirker di Cotmeha 2015’an de ji hewayî û bejahî ev goristan bombe kiribû.

Yek ji kesa kû çûbû vekirina vê goristanê jî Aytena ji Midyadê bû. Wê qevdek kulîlkên di destê xwe de danî ser gora Aytena ji Kanîreşê, piştre destê xwe vekir, li vî çiyayê pîroz ê Siryanan ji bo wê jina Elewî bi çavên şil dia kiribû. Çavkanî: ANF / Perwer Yaş

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar