Nêrgiz Ismayîl |
Rehma xwedê li dapîra min be, dema em zarok bûn carê ji me re digot: “Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne.” Em dikeniyan, lê dema em mezinbûn em baş têgihiştin wateya vê gotina kur e. Rewşa pergal û hişmendiya ku di serê rejîma Sûriyayê de dizîvir jî her ew çîrok e. Eger hirçê carekê jî hirmî guhertibe lê mixabin rejîma Baasê yek carê jî nexwestiye xwe biguherîne. Ev demeke gelên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bendewrê nûbûnekê ku ber bi pergaleke demokratîk ve biçe, dikirin.
Êdî qeyrana van 10 – 11 salên dawiyê pêwîstiya xwe bi çareseriyek û guherîneke demokratîk heye. Ji bingeha jêrîn a civakê ta bigihêje sîwana lûtkeya dewletê. Jixwe hilbijartinên ku hatin kirin heta em bixwazin bi zorê û navendî bûn. Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdar nebû. Heta bi beşekî herî zêde ji miletê ereban jî ku gelek zirar ji vê pergalê dîtine, nepejirandin.
Careke din rejîma Baasê hate hilbijartin, çawa hat hilbijartin? Mijar, ne mijara kesekî ye pirsa serkeke ew e pirsgirêka welatekî û gelên ku li ser vê xakê dijîn e. Gelo çiqasî raste careke din li şûna ku qeyrana di hundirê Sûriyeyê de ber bi çareseriyeke demokratîk ve biçe, berevajî qeyranê kur dikin û ew hişmendiya ku bi salan e tu sudmendiya wê ji civakê re tune ye bê ferzkirin? Pirsên vê demê dîrokî ne. Hilbijartinên ku komara Sûriyeyê li pêşxistin, ne bi awayeke demokratîk bûn. Ji jor ve dîsa rejîm hate hilbijratin, ev tê wê wateyê ku desthilatdarî û navendîbûn hat hilbijartin.
Hemû gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe danîn û qet namzetên xwe nedan Beşar, beşên ku dengên xwe dan ew jî kultêrxurin ku bê pergala dewletê nikarin bijîn. Pergala ku perçebûn, navendîbûn, tu rêzê ji çandên cuda yên gelan re nagire, çerxeke mezin dixe navbera hişmendiyên cuda cuda de, her wiha dîsa bi diruşma ‘Yek al, Yek netew, Yek ziman’ dê tu pirsgirêkên hundirîn çareser neke.
Heta em dikarin bibêjin ku koalîsyona ku helwesta xwe pêşkeş dike ew jî qels e. Rast e guherîn û veguherînê dixwaze lê mîna wan kesên ku ne li meydanê dîlanê dikin. Ev jî sedemeke ku tenê rejîma heyî heta çiqasî wekî îskeletekê be û naverok vala lê belê xizmeta herî mezin ji wan hêzên ji derve re dike. Mînaka vê jî Rûsyaye. Çiqasî demokrasî û rengîniya pêkhateyan li ser xaka Sûriyayê ava bibe ewqas zemîna ku desthilatdarî di hundir û derve de xwedî rol be, namîne. Lewra bi vê rejîma navendî re dixwazin projeyên xwe temam bikin.
Em dîsa dikarin bibêjin ku wê xeta çareseriya qeyranê li ser milê hemû pêkhateyên Sûriyeyê be. Eger bi parastina rewa be, eger bi pêşxistina hêza xwe ya rêxistinî, civakî, polîtîk û perwerdeyê be, berdewam bike. Ev derfet li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê peyda dibe ku pêşengtiya wê Rêveberiya Xweser dike. Pergala Rêveberiya Xweser hêza çareserkirina hemû pirsgirêkan di nava xwe de dihewîne. Mafê hemû gelan bi hişmendiyeke demokratîk dide pêş. Ji aliyê çandî, kelepûr û ziman ve. Lewra her çendî careke din hirçê çîroka xwe dubare bike, wê hêzên demokartîk jî çalakî, têkoşîn, perwerde û berxwedaniyê û her wiha avakirina pergaleke demokratîk ku ne tenê ji bo gelê Sûriyeyê her wiha parastina mafê hemû gelên Rojhilata Navîn dewam bike. Ji ber Rojhilata Navîn şayanî û bedewiya mirovahiyên ye, jixwe ew landika (dergûş) hemû şaristaniyê ye.