Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çîroka têkoşerekî fedaî: Zulkuf Gezen

 

Zulkuf Gezen li navçeya dîrokî Sûrê ji dayik dibe û ji ber xebatên xwe yên siyasî di temenê xwe yê biçûk de bi hovîtiya dewletê re rû bi rû dimîne û di îşkenceyên hovane re derbas dibe. Herî dawî dema tola hovîtiyên xwe li hemberî xwe hiltîne, tê girtin û 104 sal ceza lê tê birîn

Berxwedana çalakiya greva birçîbûne ku beriya 5 mehan, bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di meha 6’an de didome. Di çarçoveya berxwedanê de heta niha 7 girtiyan li dijî tecrîdê çalakiyên canbexşane li dar xistine û dawî li jiyana xwe anîne. Girtiyê ku destpêkê serî li vê çalakiyê da girtiyê bi navê Zulkuf Gezen bû. Gezen di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê bi awayekî canbexşane çalakiyek li dar xist û dawî li jiyana xwe anî.

Li Amedê me xwe gihand malbata Gezen û çîroka kurê wan Zulkuf ji wan guhar kir. Dayik û bavê Gezen Havva Gezen û Şeyhmûs Gezen bi dilê xwe yê peritandî, ji zarokatiya wî bigire heta roja girtina wî qala kurê xwe kirin. Malbata Gezen beriya 70-80 salî ji navçeya Gêlê ya Amedê koçî navenda Amedê dikin û li Sûrê bi cih dibin. Zulkuf jî di 28’ê tebaxa 1987’an de li Taxa Fatîhpaşa ya Sûrê ji dayik dibe û heta roja tê girtin jî li Sûrê dijî. Dibistana xwe ya seretayî, navendî û amadeyî jî bi awayekî serkeftî li Sûrê dixwîne.

Xeyalên wî yên muzîkê têk dibin

Zulkuf di nav jiyaneke xîzan de mezin dibe. Dayika Zulkuf Havva Gezen diyar kir ku ji ber rewşa wan a xîzan, Zulkuf di zarokatiya xwe de her tim xeyalên ku dê rojekê kincekî baş li xwe bike û pêlavên xweşik bike pêyên xwe, kiriye. Her wiha ji ber ku ji girtina masiyan gelek hez kiriye, Çemê Dîcleyê mala Zulkuf a duyemîn bûye û her tim jê mesiyan girtiye. Heta lîseyê diqedîne jî bi girtina masiyan re mijûl dibe. Lê piştî ku lîseyê diqedîne dev ji girtina masiyan ber dide û ji bo piştgiriya debara malbatê li dermanxaneyekê dest bi kar dike.

Bi karê xwe yê dermanxaneyê re bi muzîkê re jî eleqedar dibe û hewl dide ku bibe mamosteyê muzîkê. Ji bo vê yekê li bajarê Dîlokê dikeve azmûnên laboratûvareke muzîkê. Lê li gel ku di azmûnan de bi ser dikeve jî laboratûvar wî nagire û xeyalên wî yên mûzikê têk dibin. Bavê Zulkuf Şeyhmûs Gezen diyar kir ku ji bo hînkirina amûrên muzikê Zulkuf çûye qursên muzîkê û hînê lêdana saz û gîtarê bûye. Piştî vê yekê li Sûrê tev li xebatên ciwanan dibe û destpêkê bi ciwanên malbata xwe û paşê jî bi ciwanên taxên Sûrê re cîvînan li dar dixe û banga şiyarbûnê li wan dike.

Tev li serhildana 28’ê Adarê dibe

Dema ku xebatên ciwanan dimeşîne tev li serhildana 28’ê Adara 2006’an ku di encamê de 14 mirovên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin dibe. Ji ber van xebatên xwe yên siyasî di navbera salên 2005 û 2007’an de 2 caran tê girtin û her carê 40 rojan girtî dimîne. Di binçavkirinên beriya van girtinên xwe de di îşkenceyên hovane de tê derbaskirin. Herî dawî di demsala havînê ya sala 2007’an de bi armanca ku tola îşkenceyên li hemberî xwe hêlîne, li hemberî komeke polîs çalakiyeke bombeyî pêk tîne. Piştî vê çalakiyê rojekê tê îxbarakirin û tê girtin.

Piştî girtina xwe heta 3 salan tê darizandin û di dawiya darizandinê de 104 sal cezayê lê tê birîn. Di sala 2012’yan de jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tev li çalakiya greva birçîbûne ya ku weke ya îro ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat kirin û bi ser ket, dibe û 65 rojan di grevê de dimîne. Herî dawî beriya çalakiya xwe ya li ser israr e, zêde ji bo piştgiriya Leyla Guven 10 rojan dikeve greva birçîbûnê û ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hevalên wî yên girtî destûr nadin ku bikeve greva bêdem û bêdorveger.

Nameyên ji bo wî dibin pirtûk             

Zulkuf ku weke li jor hat vegotin xwedî jiyaneke rengîn û têkoşer bû, herî dawî di 17’ê adarê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hew li xwe qayîl anî û bi awayekî canbexşane dawî li jiyana xwe anî. Roja ku Zulkuf çalakî pêk tîne, rêveberiya girtîgehê bi awayekî hovane bêyî ku hesasiyeta malbatê li ber çav bigire, malbatê digere û rast e rast ji malbatê re dibêje ku kurê we dawî li jiyana xwe aniye, werin cenazeyî wî bigirin. Balkêş e kesê ku li malbatê digere xwe wek derûnnas dide nasîn.

Bi dehan hevalên girtî yên Zulkuf ji dayik û bavê wî re name şandine û ji wan re sersaxî xwestine. Di hemû nameyan de hevalên Zulkuf xemgîniya xwe tînin ziman û her wiha qala kêfxweşiya xwe ya rêhevaltiya bi Zulkuf re dikin. Bavê Zulkuf Şeyhmûs Gezen destnîşan kir ku hê jî hatine nameyan didome û got ku dema hatina nameyan bi dawî bibe dê ji bo xatirê kurê xwe hemûyan di pirtûkekê de bigihîne hev û biweşîne.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar