Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çîroka kevirê yekemîn; Serhildana Amedê

Serhildana Amedê ya 2006'an ku bi 'kevirê yekemîn' dest pê kir, di serî de li Amedê li her bihosta Kurdistanê, li dijî bêhiqûqiya faşîzma AKP'ê gihîşt armanca xwe û bû yek ji serdemên herî girîng ên Tevgera Azadiyê

Franz Fanon dibêje, “Cewhera şoreşê têkoşîna ji bo nan nîne, têkoşîna ji bo rûmeta mirov e” û destnîşan dike ku civakên di bin mêtingeriyê de ne, fîşeka destpêkê ya ku berdide mêtingeriyê, destpêkê li xwe dixe. Piştî fîşeka destpêkê kesayetê kolekirî, tepisandî, tirsandî û bi kompleksa xwekêmdîtî tê kuştin, li şûna wî kesayetî jiyaneke nû ava dibe. Franz Fanon bi vê ‘teoriya fîşeka destpêkê’ bû ronahî ji civakên di bin mêtingeriyê de.

Li Kurdistana ku çar aliyên wê di bin mêtingeriyê de ye, fîşeka destpêkê 1984’an ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hat teqandin û bi vê fîşeka destpêkê re berxwedana PKK’ê ya mezin dest pê kir ku niha di 50 saliya xwe de ye. Ji wê rojê ve li her parçeyên Kurdistanê serhildanên bi heybet rû didin.

Yek ji van serhildanan jî 28’ê Adara 2006’an pêk hat. Serhildana Amedê. Em bala xwe bidin çîroka kevirê destpêkê yê vê Serhildana 16 salî ku li mêtingeriyê hat xistin.

Konfederalîzma Demokratîk

21’ê adara 2005’an li Amedê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Bi sed hezaran kes tev li Newrozê bûn û di vê Newrozê de bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Konfederalîzma Demokratîk’ hat ragihandin. Di Newrozê de ku kevokên aştiyê hatin firandin, Serokê Giştî yê DEHAP’ê Tûncer Bakirhan nêzîkatiya AKP’ê ya li pirsgirêka kurd rexne kir û got, “Birêz Serokwezîr bi radestkirina pirsgirêka kurd a ji leşkeriyê re nikare çareser bike. Aqûbeta bi serê ANAP û DSP’ê ve hat, eger bi vî rengî dewam bike wê bi serê we ve jî bê. Em ne ji DYA’yê ne jî ji Yekitiya Ewropayê çareseriyê hêvî dikin. Em ê pirsgirêkê bi Tirkiyeyê re çareser bikin. Nûnerên kurdan amade ne ku pirsgirêkê di demeke kurt de bi qasî sê mehan pirsgirêka kurd çareser bikin. Îro ew roj e ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin. Eger hûn dibêjin şaş e, bila gelê Tirkiyeyê biryarê li ser vê bide.”

Îlana ‘Konfederalîzma Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd weke çareseriyê destnîşan kir, gaveke girîng bû. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane gaveke gelekî girîng bû.

12’ê tebaxa 2005’an serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan li Amedê axivî û got, “Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e” û “çareseriya demokratîk” weke navnîşan nîşan da.

Di nava vê demê de Tevgera Civaka Demokratîk (TCD) yekem car modela rêxistiniya nava civakê pêk anî bû û encamên wê bi dest dixist. Kampanya ‘Meşa Gemlîkê’ û ‘Rêbertî îradeya min e’ ku îlona 2005’an de pêk hat, çend ji van bûn.

21’ê adara 2006’an dîsa li Newroza Amedê mîna her carê bi sed hezaran kes li hev kom bûn û bêyî ku haya xwe ji komkujiya piştî sê rojan hebe, daxwaza aştiyê li qadê bilind dikir. 24’ê adara 2006’an agahiyek hat ku dikare weke teqîna destpêkê ya Serhildana Amedê bê hesibandin. Li başûrê Mûşê li qada Şenyaylayê artêşa tirk bi piştgiriya îstîxbarat û keşfê ya NATO’yê 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî qetil kir. Li gel daxwazên aştiyê jî hikumeta AKP’ê nesekinîbû û salek piştî ku gort ‘pirsgirêka kurd pirsgirêka min e’ faşîzma nava xwe careke din nîşan dabû. Lê belê bersiva gelê kurd a li vê komkujiyê wê ji ya dihate hêvîkirin hîn mezintir û bi heybet bûya.

Kevirê Destpêkê

Serhildana Amedê dest pê dikir. Tevgera Siyasî ya kurd hemû mekanîzmayên xwe yên rêxistinî xiste nava liv û tevgerê. Berdêl çi dibû bila bibûna wê xwedî li şehîdan bihata derketin.

27’ê adarê bi rê ketin ji bo cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê werbigirin. Ji 6 cenazeyên gerîla yên anîn Amedê wê 2 jê ji Êlihê û Sêrtê re bihatina şandin.

Qada kombûnê jî Bûlwara Medîneyê ya li Baglarê bû. Gel berê xwe dabû vê qadê û konvoy girseyî bûbû. Li nêzî Goristana Yenîkoyê ku cenaze wê bihata veşartin, li pêşiya Mizgefta Şefîk Efendî girseyeke mezin kom bûbû û dikandarên Amedê hemûyan dikanên xwe girtibûn.

Piştî ku cenazeyên Bulent Tanişik, Mûzaffer Pehlîvan, Fatîh Çetîn û Mahmût Guler li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin, parlamenterê berê yê DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) Hatîp Dîcle got, “Di Newrozê de gel daxwaza aştiyê kir. Lê belê di 24’ê adarê de bi operasyonê bersiv dan aştiyê. Ev yek bêhurmetî ye li dijî gelê kurd.”

Di vê demê de hêzên tîmên taybet ên polîsan bi panzêran rêyên li dora goristanê hemû girtin. Dixwestin girseyê belav bikin. Lê belê di serî de jin û ciwanên Kurdistanê girseya gel rêxistinbûyî û amade bûn. Ciwanên Kurdistanê yên pêşengî ji gel re dikirin “kevirê destpêkê” avêtin û şer destpêkê li derdora Qereqola 10 Nîsan a Baglarê ku nêzî Goristana Yenîkoyê ye destpê kir. Ev pêvajoya ku destpêkê weke pevçûneke normal dihat dîtin, veguherî şerê nava bajaran û li Kurdistanê bû serhildana yek ji ya herî berfireh.

Polîsan bi çek û bombeyên gazê êrîş birin ser gel. Ji rêxistiniya ciwanan 150 kesî destpêkê wê bi molotof kokteyl û keviran bersiv bidan polîsan. Serhildan wê ji Baglar a Amedê derbasî navçeyên Peyas, Yenîşehîr û Sûrê bibûya û ji wir jî li tevahiya Kurdistanê belav bibûya. Serhildan bi giran li kolana Kûrûçeşme, navenda Baglarê, Deriyê Mêrdînê, taxa Melîk Ahmet, Bûlwara Oryil Medîne, kolanên Sakarya û Emekê dewam kir. Nêzî 70 kes birîndar bûn, 29 jê zarok zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin. Mehmet Akbûlût (18) û Halîl Sogut (78) ên roja destpêkê bi giranî birîndar bûn piştî çend rojan jiyana xwe ji dest dan û bûn şehîdên destpêkê yên Serhildanê.

Roja destpêkê yanî 28’ê adarê roja sêşemê rayedarên DTP’ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji bo şer bêhtir mezin nebe hem bi rayedarên dewletê hem jî bi berxwedêran re hevdîtin kirin. Di encama van hevdîtinan de saet 21:30’î şer qediya.

Ji bo serhildanê bang kirin

29’ê adarê roja çarşemê sibehê şer mezin bû û dewam kir. Tevgera Welatiyên Azad û Meclisên Gel tevî tevgerên jin û ciwanan bi rola pêşengiyê rabûn. Dikandaran careke din dikan girtin û li gelek taxan bend hatin danîn. Şer êdî gihîştibû Zanîngeha Dîcleyê û ders hatibûn boykotkirin. Polîsan li ketin û derketina zanîngehê de lêgerîn dikirin û bi kêfî mirovan binçav dikirin.

29’ê adarê roja çarşemê 28 kes bi çekê birîndar bûn. Tarik Ataykaya (22) û Îsmaîl Erkek (8) ên bi çekê birîndar bûn, Mehmet Işikçi (19) ê bi lêdanê birîndar bû, jiyana xwe ji dest dan û tev li karwana şehîdan bûn.

Însiyatîfa Gel a Amedê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li kurdên li Ewropayê û kurdên li bajarên din û raya giştî ya navneteweyî kirin ku xwedî li serhildanê derkevin. Roja duyemîn Serhildana Amedê ji sînorên bajêr derbas bû û li Êlih, Colemêg, Riha, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Dersim û Wanê, li temamiya herêma Serhedê dest pê kir. Faşîzma AKP’ê ewqasî bêçare mabû ku artêş careke din daxist nava kolanan. Artêşa tirk gelek personel, tank û wesayitên zirxî yên li 16’emîn Tûgaya Zirxî ya li navçeya Erxeniyê serê sibehê derbasî Fermandariya Baskê Artêşê yê 7’emîn a li Seyrantepeyê kir. Gelek tank û wesayitên leşkerî li taxa Ofîsê û herêma Stasyonê hatin bicihkirin.

29’ê adarê roja çarşemê waliyê wê demê Efkan Ala ji bo rawestandina şer bi rêveberên DTP û berxwedêran re hevdîtin kir û di encamê de êvara 29’ê adarê saet di 23:00 de şer sekinî. Heman rojê 3 kes şehîd bûn, 200 kes hatin binçavkirin û 130 polîs birîndar bûn.

30’ê adara 2006 bû. Berxwedan mezin dibû, her ku berxwedan mezin dibû faşîzma AKP’ê jî bi hemû hêza jê dihat êrîşî gel dikir. Ji bo veşartina kesên ku di dema Serhildanê de jiyana xwe ji dest dan, gel piştî rojekê li Bûlwara Medîneyê li hev civiya. Li pêşiya Qereqola 10 Nîsanê ya li ser rêya Goristana Yenîkoyê şer ji nû ve dest pê kir. Ji qereqolê gule li Enes Ata (6) û Îsmaîl Erkek (8) hat reşandin û herdu zarok şehîd bûn. Heman rojê Mahsûn Mizrak (17) ê ku di nezaretê de hate windakirin, piştî 5 rojan weke ‘cesedekî nediyar’ hate dîtin. Şehadeteke din jî şehadeta Îlyas Aktaş bû ku li qada çapemeniyê dixebitî, xebatkarê Rojnameya Halk Îçîn Devrîmcî Demokrasî bû û li Pola 2’emîn a Beşa Mîmariyê li Zanîngeha Dîcleyê dixwend. Aktaş 30’ê adarê gule berdan çavê Aktaş û di 7’ê nîsanê de şehîd bû.

Di roja 4’emîn a Serhildanê de yanî 31’ê adara 2006’an li Amedê jinûve şer dest pê kir. Li tevahiya Amedê dikandaran careke din dikanên xwe venekirin. Faşîzma AKP’ê ku ji bedenên biçûk ên zarokan jî ditirsiya biryar da ku cenazeyên Enes Ata û Îsmaîl Erkek ber destê sibehê saet di 05:00 de tenê bi amadebûna malbatên wan bên veşartin. Destûr neda ku li navenda bajêr bêne veşartin. Cenazeyên Enes Ata û Îsmaîl Erkek bi bêdengiyê hatin veşartin.

Di Serhildana Amedê de ku 28’ê adarê dest pê kir 563 kes hatin binçavkirin ku 200 jê zarok bûn. 91 jê zarok 382 kes hatin girtin. Bi rêk û pêk îşkence li kesên hatin binçavkirin hat kirin. 161 kes birîndar bûn. 14 kes bi çekê yan jî lêdanê hatin kuştin. Ji kesên hatin kuştin 7 jê zarok bûn.

Di 1’ê nîsanê de Serhildana Amedê ya ku bi ‘kevirê destpêkê’ dest pê kir, di serî de li Amedê li her bihosta xaka Kurdistanê li gel bêhiqûqî û hêza zêde ya faşîzma AKP’ê jî gihîşt armanca xwe û bû yek ji serdemên girîng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd.

Bîranîna Serhildana Amedê

Rojên destpêkê yên Serhildana Amedê, serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan di axaftineke xwe de got, “Hêzên me yên ewlekariyê, zarok jî be, jin jî be, kî dibe bila bibe wê destwerdana pêwîst li wan bike.”

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK’ê ku bi xwe ew bûyer dît û jiya, Nûrettîn Demîrtaş di hevpeyvînekê de anî ziman ku dema li Midûriyeta Emniyetê bûn du daxwaz ji wan hatibû kirin. Li ser van daxwazan jî wiha gotibû: “Ya destpêkê rawestandina serhildanê bû. Bersiva me zelal bû: ‘Me nedabû destpêkirin ku em karibin rawestînin. Bersiva gel a li hemberî komkujiyê bû. Ya duyemîn jî gotin, ‘Ji Mûrat Karayilan re bêjin, eger çalakiyên li bajaran bisekinîne, bi taybetî jî endamên ‘Hêzên taybet’ ên HPG’ê neşîne bajaran serokwezîr Erdogan wê ji bo çareseriyê pêvajoyeke siyasî bide destpêkirin’. Ji me xwest ku em vê yekê yekser jê re ragihînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar