Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Çiroka malbata berxwedêrekî greva birçîbûnê

Dayik û bavê berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Ahmed Surme xwestin ku dewlet dengê zarokê wan ê berxwedêr bibihîze. Gotin ku heke dewlet dengê zarokê wan paşguh bike dê ji bo bihîstina dengê zarokên xwe berê xwe bidin Enqereyê û dengê wan bidin bihîstin

Berxwedana ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Parlamenter û Hevsderoka KCD’ê Leyla Guven, wek çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat detpêkirin, didome. Zarokên bi sedan malbatên kurd ên ku li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtîne, piştgiriya vê berxwedanê dikin û ji bo serkeftina vê berxwedanê bi ruhekî fedayî laşê xwe dane ber birçîbûnê.

Yek ji van malbatan jî malbata Sûrme ku ji gundê Tercil ê navçeya Hezro ya Amedê ye. Ji malbatê Ahmed Surme ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, mil daye vê berxwedanê û ji 26’ê kanûna 2018’an ve 59 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Em li taxa Bagcilar a navçeya Rêzan a Amedê bûn mêvanê malbata Ahmedê berxwedêr û bi dayîk û bavê wî Fatma Surme û Takyeddîn Sûrme re sohbet kir.

Em ji vê sohbetê hîn bûn ku malbata Surme destpêkê ji ber hin pisgirêkan ji gundê xwe yê Tercilê koçî gundekî navçeya Bismil a Amedê dibin û ji bo debareke baştir ji vî gundî jî koçî metropolê Îzmîrê yê Tirkiyeyê dibin. Niha jî baneke malbatê li Îzmîrê û baneke malbatê jî li Amedê rûdinê. Di sala 2008’an li Îzmîrê teqînek pêk tê û ji vê teqînê malbata Surme berspirsyar tê dîtin. Ji ber vê yekê Ahmed, bavê xwe û 4 birayên xwe bi hev re tên girtin.

8 Salan li heman girtîgehê dimînin

Piştî salekê Ahmed û 3 birayên xwe tên berdan û bi hincetên çêker, li bavê wî Takyedîn Surme 13 sal û li birayê wî Bunyamîn Surme jî 2 muebetên giran ceza tê birîn. Takyedîn Surme piştî ku 10 salan girtî dimîne, beriya salekê bi şertê razandina 30 hezar TL’yî tê berdan. Takyedîn Surme û kurê xwe Bunyamîn Surme 8 salan li heman girtîgehê û pirî caran jî li heman kogûşê dimînin. Ahmed jî piştî vê berdanê di sala 2009’an de berê xwe dide çiyayên azad nav refên PKK’ê. Lê di sala 2017’an de li bakurê Kurdistanê dîl dikeve û careke din tên girtin.

Ahmed herî dawî di 26’ê kanûna 2018’an de li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dibe rêwiyê karwana azadî û aştîxwaziyê û beşdarî berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dibe. Ji ber vê rêwitiyê rêveberiya girtîgehê cezayê hevdîtinê li Ahmed biriye û ji roja ku ketiye grevê heta niha malbatê pê re hevdîtin pêk naniye. Niha tenê bi rêya telefonê dikare bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne û têkildarî rewşa xwe malbatê agahdar bike.

Dê dengê zarokên xwe bidin bihîstin

Piştî hînbûna çîroka malbatê em bi bi bav Takyeddîn Surme û dayik Fatma Surme re li ser çalakiya greva birçîbûnê jî axivîn. Destpêkê bav Takyeddîn Surme axivî û diyar kir ku ji bo piştgiriya çalakiyê pêwîst nake ku zarokên mirov di çalakiyê de bin û wiha got: “Her Ahmed kurê min e lê li ber dilê min hemû çalakger Ahmed in. Ji bo piştgiriya berxwedêran em gelek dereng man e. Ji bo ku em di pêşerojê de ax û of nekin divê em rojek zûtir li wan xwedî derkevin û dengê wan bilindtir bikin.”

Surme anî ziman ku dê bikevin nav liv û tevgerê û ji bo bihîstina dengê zarokên xwe kîjan sazî pêwîst bike li derê wan bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke pêwîst bike em ê biçin AKP, CHP û MHP’ê jî û dengê zarokên xwe bikin guhê wan. Heke em vê yekê nekin dibe ku di demeke nêz de em agahiya şehadetên zarokên xwe jî bibihîzin.  Tirk û kurd ferq nake ji bo vemirandina agirê ku niha li welat geş dibe divê her kes dengê xwe bilind bike û ji aştiyê re rê vebike.”

Sekn û hedan nemaye

Dayik Fatma Surme jî ku ji ber bêdengiya dewletê ya li hemberî çalakiya grevên birçîbûnê gelekî bi gazine, da zanîn ku ji bo bihîstina dengê berxwedêran ê li hemberî zilma li welat, peywirên mezin dikevin ser milên dayikan û wiha got: “Dayikên kurd û tirk ferq nakin divê em rabin ser pêya û vî dengî bigihînin cihê berpirsyar. Ji bo bihîstina vî dengî em dikarin bibin yek û herin Enqerê. Em dikarin biçin mala serokkomar jî. Êdî sekn û hedana nemaye.”

Dayika Fatma di berdewamê de jî destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî çalakiyên grevên birçîbûnê welat ber bi xeteriyeke mezin ve dibe û ev tişt anîn ziman: “Divê em gavek berî gavekî bavêjin û pêşî li xeteriya ku diyar e bigirin. Banga min li hemû gelên me yên bindest e ku em rojek zûtir yekitiya xwwe ava bikin û li dijî zilmkaran der in û bibin dengê zarokên xwe. Dengê zarokên me dengê li dijî şer e, dengê aştiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar