Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çîrokeke bi êş a bav û zarokê wî

Welatiyê bi navê Ehmed Ebû Ebdo û kurê wî Mihemed ên ji Girê Spî, ji hêla sekvanên artêşa tirk û çeteyên wê ve hatin hedefgirtin û birîndarkirin. Welatiyên ku bi zor û zehmet xwe xelas kirin li pey xwe çîrokên bi êş hiştin. Welatî bang li cîhanê dikin ku êrîşên dagirkeriyê bidin sekinandin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê cotmehê de bi dijwarî êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Hêzên dagirker bi awayeke hovane herêmên sivîlan topbaran û bombebaran kirin. Ji ber vê yekê jî bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûn û bi sedhezaran jî koçber bûn. Van êrîşên qirkirinê li pey xwe bi hezaran çîrokên bi êş hiştin û dihêle.

Yek ji van çîrokên bi êş jî ya Ehmed Ebû Ebdo (67) ye. Ebdo ji Girê Spî ye lê ji ber tirsa ku dê çete mala wî talan û wêran bikin û bişewitînin, rûyê xwe nîşanî kamerayê neda. Ebdo qala serpêhatiye xwe û kurê xwe yê bi navê Mihemed ê 19 salî ku ji hêla sekvanên artêşa tirk a dagirker û çeteyên ve hatiye birîndarkirin vegot.

Artêşa tirk sivîl hedef girtin

Ebû Ebdo wiha qala serpêhatiya xwe dike: “Bi destpêkirina êrîşan re em çûn gundê El Bedîî yê li başûrê Girê Spî. Lê artêşa tirk a dagirker bi şev gund topbaran kir û em tenê 3 rojan li wir man. Me nedizanî bê ka dê bi kude biçin. Me xwest ber bi başûrê sînor ve biçin. Li wir jî sekvanên artêşa tirk şêniyên di nav kolan û çolê de hedef girtin. Di wê êrîşê de sê gule li min ketin. Ez ji zik û lingê xwe birîndar bûm. Kurê min jî ji lingê xwe birîndar bû.

Bi saetan bi birîndarî li erdê man

Min û endamên din ên malbatê xwe li erdê dirêj kir. Xwîna min û kurê min diherikî. Kesekê ku alîkariyê bide me nemabû. Em heta berbanga sibehê wisa man. Piştre şêniyên gund ên nêzî me bûn, ez û kurê min rakirin Nexweşxaneya Eyn Îsayê. Herî dawî jî bi ambulansa Heyva Sor a Kurd em rakirin nexweşxaneya Wetanî ya Reqayê.

Bang kir

Lê ji ber ku em dereng derman bûn, rewşa min û kurê min girantir bû. Ez hefteyekê di odeya rewşên taybet de mam û hatim emeliyatkirin. Lingê kurê min jî tê dermankirin. Ez bang li rêxistinên mirovî dikim ku alîkariyê bidin koçberên herêmê. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikim ku pêşî li van êrîşan bigirin, dagirkeran ji axa me derxînin û gelê ji wir koçber bûyî li malên xwe vegerînin.” REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar