Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çîrokên dayikên azadiyê

Pirtûka Rûpelên Jînê ku ji çîrokan dayikan pêk tê û ji aliyê Nêrgiz Ismayîl ve hatiye berhevkirin, ji du cîldan pêk tê. Di pirtûkê de dayikan behsa jiyana xwe, naskirina xwe ya Tevgera Azadiyê, zilm û zehmetiyên jiyanê, kêfxweşiyên xwe û hwd. vedibêjin

Navenda Nûçeyan |

Pirtûka Rûpelên Jînê ku ji çîrokan dayikan pêk tê û ji aliyê Nêrgiz Ismayîl ve hatiye berhevkirin, ji du cîldan pêk tê. Cîlda yekemîn a pirtûkê di sala 2018’an de û ya duyemîn jî di sala 2021’ê de hat çapkirin. Pirtûk bi temamî ji çîroka dayikên Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Di pirtûkê de dayikan behsa jiyana xwe, naskirina xwe ya Tevgera Azadiyê, zilm û zehmetiyên jiyanê, kêfxweşiyên xwe û hwd. vedibêjin.

Pirtûkên ku berhevkar Nêrgiz Ismayîl diyariyê hemû dayikan kiriye, mirovan di nav dîrokê de derdixe rêwîtiyeke bêdawî. Çîrokên dayikan dê bibin awêneyeke dîrokî ya azadiya gelê kurd.  Em ê jî car carinan van çîrokên newaze yên ku bêhn û buxza azadiyê jê tên bi we re parve bikin.

Di pêşgotina cîlda yekemîn a pirtûkê de kurt û kurmancî ji bo dayikan û armanca çapkirina pirtûkê de ev tişt tê gotin:

“Dayik bi xwe dîrok, çîrok, serpêhatî û jiyan in. Jiyana her dayikekê bi xwe romanek e. Ji ber ku dayikên me yên hêja her çendî di jiyana xwe de gelek zor û zehmetî kişandibin jî her tim di asoyên wan de bêrîkirin, hesret û hezkirinên bêdawî ya azadiyê heye. Dayikên me yên binirx bi lorîk û stranên azadiyê re kevirên jiyana azad danîn, ew xwedî li çand û zimanê me derketin, bûn hebûn û giyan dan me. Ger ne ji dayikan bûna, niha em ne di vê astê de bûn. Wan bi welatparêzî, bîr  û baweriya xwe, em gihandin van rojan. Ger em îro dikarin van hevokan bi zimanê kurdî, ango zimanê dayikê bihûnin ev bi saya van dayikên me yên leheng in.

Bi xwendina vê pirtûka bi navê Rûpelên Jînê re mirov ber bi pêla hesreta dayikên dilbixwîn û ceger ji pola dikeve, bi wan re digirî û dikene, carê xemgîn dibe, carê hêrs dibe, carê jî bi hêvî dibe. Di nava Rûpelên Jînê de, jiyan ji nû ve şîn dibe. Jixwe çîroka her dayikekê bi xwe dîrok e, îro û pêşeroj e.

Dema ku dayik qala hesretên xwe dikin, carê dibeşişin, carê hestiyar dibin û carê jî qirika wan tijî girî dibe; her çendî jiyanekî zor û zehmet derbas kiribin jî tu carî hêviyên xwe qut nekirine. Her tim xewn û xeyalên xwe bi asoyan ve hilawistî hiştine û li benda hilatina rojê ne, helbet wê roj ji bo wan jî rojekê hilê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar