Roja fîşeka pêşî teqiya welatê kal û bavan di berbanga xwe de bû, hê bi çavên xilmaşî dest bi rojeke ji rojên din dikir. Hinek bi tezbiya xwe li ser nimêjê bûn, hinek jî pirtûkên xwe yên dibistanê amade kiribûn ku roj hat berê xwe bidin xwendinê. Ku fîşek teqiya welat lerizî û ji nişkê ve her tiştên heta wêga avabûyî derizî. Ta girt, hinek ricifîn, hinek bi dilên şa li bendê man ku ka wê çawa bibe.
Destpêkên mezin şoreşger in. Dilerizînin, diderizînin carinan jî dirûxînin. Panzdehê Tebaxê destpêkeke gewre bû. Dengekî berz nebû lê dengvedana wê gewre bû. Çirûskek bû, bû lêhiyeke roniyê. Li ser fîşeka pêşîn re sî û şeş sal derbas bûn. Ji wê rojê vir ve li Kurdistanê û dorhêla wê çiqas pêşveçûn û geşedan pêk hatine hemû berhemên panzdehê Tebaxê ne. Ev destpêkeke vejîna kurdan e, li hemû dinyayê bûye mal. Yek bi yek encamên wê nikarin bên jimartin. Ez ê ji aliyekî din ve li panzdehê Tebaxê binêrim.
Pirtûkeke bi navê Keçên Serwindayî yên Dêrsimê ji aliyê Nezahat Gundogan û Kazim Gundogan ve hatiye amadekirin. Mirov ji komkujiyê bigire heta her derd û keserên Dêrsimê yên sala sî û heştan dikare tê de bibîne. Weke zeviyên ku tên dirûtin kurdan qir dikin, paşê zarokên wan ên bermayî bi taybetî jî keçen ji çaran heta çardeh saliyan bi darê zorê ji dayik, bav an bira û xwişkên wan diqetînin, didin bin destên karmend, fermandar an rayedarên wê derê amade ne, hinekan jî dişînin navnîşanên ku ji berê ve diyar kirine. Ew jî wan zarokan ji xwe re dikin bermalî, xizmetkar û berdestî. Çi dijwarî kişandine, ji karesatan re derbas bûne, gava mirov dixwîne wijdana mirov serî radike.
Zarokên keç asîmîle dikin, nadin xwendin, daboriya wan didin jibîrkirin. Zarok kî ne, çi bi serê wan re derbas bûye gelek nizanin. Gelek mezheb û netewetiya xwe dûr dikevin û dibin berevajî hebûna xwe, xerîbên koka xwe. Yanî qirkirina bi rêya kuştinê têrê nake, qirkirina bi vî rengî dibe qirkirina Dêrsimê ya duyemîn.
Ger hêzeke kurdan a piçûk a bi rêxistinkirî hebûya nikaribûn Dêrsimê bi komkujiyeke qetrehm re derbas bikin. Lê ji ber bêhêzî û bêrêxistiniyê dîrokê piştî ermeniyan, Geliyê Zîlan rûpelên xwe bi vê qetrehmiyê neqişand.
Dema mirov di nav rûpelan de ji qehrê dixitime vê yekê jî zelal dibîne ku divê panzdehê Tebaxeke wan jî wî çaxî hebûya. Mixabin tune bû, bûn berxê ber kêr, sungû û mîtralyozên tirkan. Di her bûyereke pirtûkê de ez panzdehekî Tebaxê geriyam. Gotinên tevgera azadî ji bo komkujiya Dêrsimê gotibûn yek bi yek hatin ketin dorê û piştrast bûn. Çiya û gelê asê hebûn lê îradeyeke ku wan ji dijmin biparêze tune bû. Dijmin bê tirs, bê fikar kete nav gel, çi xwest anî serê kurdên Dêrsimê.
Belê ew şert tune bûn ku ev parastina em jê behs dikin pêk nehat. Lê êdî em baş dizanin ku jehrkuja Qoçgirî, Geliyê Zîlan, Dêrsim û tev qetlîaman panzdehê Tebaxê ye. Panzdehê Tebaxê tev ji van xedarî û qetrehmiyan nisiliye, bi zanîn û bi rêxistinî helwesteke dîrokî û şoreşgerî ye.
Îro dagirker û hevalbendên wan di çend eniyan de agir li ser kurdan dibarînin. Bêyî paşdegavavêtin sekn û têkoşîna kurdên leheng bi awayekî destangêrî dewam dike. Ev berxwedan li hember dijminên kurdan hêza xwe ji haveynê panzdehê Tebaxê digire. Hêza ku sala sî û heştan li Dêrsimê tune bû li Şengalê, li Rojava hebû û DAIŞ’ê bi bin xist, hêviyên dagirkeran mîna Dêrsimê bi ser neketin. Em haveynê panzdehê Tebaxê li van deran dibînin. DAIŞ’ê heman tişt li Şengalê jî kir. Mêr qirkirin, jin û zarok jî weke Dêrsimê ajotine bazara firotinê, xizmetê û bindestiyê. Lê gelê kurd birêxistinkirî bû, ji çiyayan peyabû, rê neda Dêrsimeke nû.
Armancên DAIŞ’ê û armancên komara tirk weke îro duh jî eynî bûn. Ruh û hêza panzdehê Tebaxê li ser pêyan bû. Duh pêkan bû ku weke DAIŞ a îro dewleta tirk li Dêrsimê bihata rawestandin. Lê ev mecal û îrade tune bû. Lê îro îradeya kurdan bi haveynê panzdehê Tebaxê xurt bû, îradeya rêxistinkirî DAIŞ û piştperdeya wê tarumar kir.
Bi min wateya herî berbiçav a panzdehê Tebaxê ev e. Ji sî û şeş salan em li dîrokê û geşedanan dinêrin em vê rastiyê dibînin. Em meterîsên Heftenînê dinêrin, bi teknîka xwe û her hebûna xwe, em artêşeke di van meterîsan de asê û neçarmayî dibînin. Dîmenê herî şênber ê panzdehê Tebaxê ev e.
Rastî ev e ku fîşeka wê rojê bi destê Egîtan hatiye avêtin cihê xwe dîtiye. Çirûsk bi lêhiya roniyê nemaye, bûye agirê li ser sîngê turaniyên demê, tu car xwe jê nikarin xilas bikin.
Em şehîdên vêjînê bi bîr tînin.