Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Çirûskên we gihîştin bi milyonan’

Parlamenter Omer Ocalan li ser gora Alî Çîçek ê di çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest de axivî û got: “Ev têkoşîna bi sed salan e didome. Li dijî Nemrûdan berxwedana Îbrahîmî berdewam dike. Têkoşîna we didome. Em ê heta dawiyê têkoşîna we bidomînin.” 

Komeleya 78’an a Amedê xwest Alî Çîçek ê di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ya li Goristina Yenîkoyê ya Amedê bi bîr bîne. Beriya bîranînê polîsan goristanê dorpêç kir û ketinên goristanê asteng kir. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê li ber goristanê bi lêgerîn û kontrola nasnameyan re rû bi rû man.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça nerazîbûn nîşanî astengî û sepana polîsan dan. Ocalan û Akça derbasî goristanê bûn, polîsan rojnamevanan jî asteng kir û nehiştin bikevin goristanê.

Dawa wan azadiya Kurdistanê bû’ 

Parlamenter Omer Ocalan li ser gora Çîçek axivî û wiha got: “Ji bo vî welatî canê xwe dan. Em ê şopdarê rêya wan bin. Dawa wan azadiya Kurdistanê bû. Ji bo azadiyan ketin greva birçîbûnê. Îro jî zext li ser gorên wan berdewam dike. Ev têkoşînek rewa ye. Bi awayek ezamet têkoşiyan. Esat Oktay ê zilmkar li ser navê dewletê li Zindana Amedê zilmê li kurdan û girtiyên wan dikir. Wan li dijî vê zilmê îradeyek ezamet nîşan dan. Ji bo êriş û zilmê berteref bikin, li Zindana Amedê dîrok nivîsandin.”

‘Şopdarên we li çar parçeyan ji bo azadiyê têdikoşin’  

Ocalan anî ziman ku têkoşîna azadiyê berdewam dike û wiha axivî: “Heval û hogirên te li vir in. Li çar parçeyan ji bo azadiyê têdikoşin. Doza mirovahiyê bi rê ve dibin. Çirûskên we gihîştin bimilyonan kes. Heta ku azadî were wê zarokên vî welatî wê xwedî li ziman, çand û têkoşîna xwe derkevin. Ev têkoşîna me qanûnî ye. Têkoşîn dê bidome. Ev têkoşîna bi sed salan e didome. Li dijî Nemrûdan berxwedana Îbrahîmî berdewam dike. Têkoşîna we didome. Em ê heta dawiyê têkoşîna we bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar