Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Civak em bi xwe ne

Medenî Îlhan/

Daxwaza civakan çiye? Ka em hinekê ser vê bifikirin. Ji siharê heya êvarî di karekê de kar kirine, piştî ewqas westana kar dema dibe şev çûna gerê ye yan jî piştî çend meh karkirinê tenê heftiyekê çûna geştê ye. Daxwazên civakan çine? Dahatek bi destxistine, bûna dixtor, mîmar, mihendis û fikrên kesên din pêkanîne? Ka em vê pirsê bikin; civaka ku vaqes tiştan dixwaze çiye, ev tişta tenê bi gengeşeyan re mijul dibe kê daye avakirin? Perestgeh, dêr, mizgefte? Kî berpirsyarê vê ye?

Civak ji me cudaye yan bi daxwaz, şer, talan, kuştin, çavbirçîtî, tirs, aştî, edalet, ewlekarî û hertiştê em bendewariyan jê dikin de her yek ji me ew daye avakirin? Gelo em vê ya çavdêrî dikin, çiqasê rolê me di vê de heye? Me ew daye avakirin, piştre jî tiştê ji me daxwaz dike em radibin sucdar dikin. Em vê pirsê bikin, em ji derveyî civakê dikarin azad bibin û azad jiyan bikin?

Ger civak em bi xwe bin wêdemê em çima civakê sucdar dikin? Gelo em vê bi rastî jî têdigihijin, ne weke peyv weke heqîqeta wê em dibînin? Rastiya xwe eve ku civaka beriya me û ya were bi destê me tê avakirin. Dîn, ol, şer, bawerî, kuştîn… evane hemû hûnerên me ne. Em bi destê xwe vana didin avakirin, ji ber ku em di tirkbûn, kurdbûn, almanbûn, îngilîzbûn, îsraîlbûnê de îsrar dikin. Me xwe di xiristiyan, misilman, êzdî, katolîk, protestan, budîst de îsrar kir û ev di me de hestê ku xwe di ewlekariyekê de dibîne dide çêkirin. Ev rastiyek zelal, li ber çavane. Wê demê daxwazên civakê û daxwazên me li hevnakin.

Daxwazên me ji berjewendî, ya xwe li ser herkesekê re dîtin, hertişt ji bo xwe dîtînê tê. Ezeztiyek mezin di hindirê me û civakê de heye. Pêwîste ev ji holê were rakirin û pêwîstiya me bi perwerdeyek nû heye lê ne bi perwerdeyek li dibistan û zanîngehan, evane yekem rêya ku mejiyê me şêwe diditê û tenê ji bo xizmeta çend kesek yan dewletekê ne. Bi rêya di ofîsan de karkirin û di meclisan de serê hev xwarinê jî nabe. Divê em di ferqa cewherê xwe de bin û xwe li gorî heqîqeta xwe bidin perwerde kirin. Emê bikarin vê bikin? Ger em veya pêkneînin weke niha em ê hertim bibin xwediyê şer, hertim rondikan bibarînin û di nava cîhanek bi êş de partiyek ya êşkêşan bidin avakirin, hertim di nava hejarî û tenêtiyê de bin.

Eve rastiya ku niha tê jiyan kirine. Tu welat û dewletên ku xwe demokrat, kapîtalîst, sosyalist û ka her çi dibe bila bibe nekarîne ji vê rewşê xwe xilas bikin, ji ber yê vê ser linga digre dîsan em bi xwe ne. Em dibin, bingehê şer, kuştin, heskirin, evîndarî, talankarî, tecawiz û hertiştê din. Me xwe di bajaran de heps kiriye û her roj hewaya qirêj ya ji karên ku em didin kirin derdikeve dikêşin û bi vê re jî derdor jî qirêj dikin.

Li aliyê din dijbertiya partiyan, oldaran, şirketan û li kudera dewletekê pirs bikî, wê bêje helandin, kuştin, talan, dizî û her cure xirabiyê heye, ji bo karekî herî biçûk jî roşveta xwe divê tu bidî… Xirabbûna dil û mejiyê me xirabbûna civakê bi xwe ye jî. Em li beramberî hev ne rastin û hev tune dikin, têkiliyekî rast em bi hevre danayanin. Em ê çawa duzenekê bidin xwe. Qirêjiya xwe, qirêjiya derdor, qirêjiya siyasetmedaran, oldaran em ê çawa çavdêrî bikin? Her ku diçe di cîhanê de asta reqabetê zêdetir dibe û ber bi xelayekê ve diçe. Ger em rast li ser vana nefikirin wê fikirîna me heskirinê ji holê rake. Niha em bê heskirin hertiştê xwe didin meşandin û hertiştê em dikin de jî nerazîbûn û êşek dide canê me, xwe dide der. Ji civaka xwe, malbata xwe, derdorê xwe û heta ji xwe jî ne razîne û ev dibe sedem ku em ji aliyê derdor ve rehet werin kontrol kirin û şêwedan. Em têkiliyek çawa li beramberî hev danin wê civaka me jî wisa be. Em kesayetek çawa di xwe de bidin avakirin wê civaka me jî wisa be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar