Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Civaka azad dê bi giyanê berxwedêr ên jinan were afirandin’

Navenda Nûçeyan |

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

YJA Starê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser zext û zordariya fizîkî û psîkolojîk a zilêm a sala 2019’an a li cîhanê û Rojhilat Navîn a li ser jinê hatiye kirin û wiha got: “Yê ku ev rewşa hema bibêje hatiye normalîzekirin û meşrûkirin, hişmendiya dewletê ye. Jinên ku li bara vê rastiyê bêdeng nemane, bi dirûşma ‘xweparastin heqê herî mezin e’, têkoşînên mezin dan. Ev têkoşîn heta ku jiyaneke bi navendiya jinê û demokratîk ji nû ve were bidestxistin wê bidome. Di roja me ya berdest de baweriya jinan a bi vê jiyanê mezin dibe. Ji ber ku êdî qadên wiha hene ku jin dikarin xwe lê vebêjin, xwe hişk pê ve girêbidin. Jin bi her gava ku diavêjin jiyaneke zêdetir bi azadî dijîn. Ev rastî nexasim ji bo jinên kurd wiha ye. Jinên kurd îro li her deverê, li her qadê bi rewşa pêşeng e û di têkoşîna azadiya jinê de li refên pêş e. Çawa ku hişyarbûna gelê kurd bi PKK’ê dest pê kiribe, şerê ku jinên kurd hebûna xwe pê danîne holê bi PKK’ê re, bi paradîgmaya Rêber Apo ya ku bi navenda jinê daniye holê, geş bûye.”

‘Bi îdeolojiya rizgariya jinê geştir bûye’

YJA Starê da zanîn ku rêça berxwedanê ya ku bi têkoşîna heta bi mirinê di şexsê Clara, Rozayan û bi hezaran jinî de bi rengê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bûye sembol, bi îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geştir bûye û diyar kir ku jiyanîkirina îdeolojiya Rizgariya Jinê bersiva herî mezin e ji bo bîranîna Rozayan heta bi Sarayan ku di ber jiyana bi navenda jinê de heta bi mirinê li ber xwe dane û wiha pêde çû: “Jina kurd ku bi PKK’ê re polîtîk bû, îro rê li geşedanên hemû cîhanê vedike. Ji ber ku hêzeke wiha ye ku li dijî pergalê li ber xwe dide, vîna cewherî datîne holê. Ji ber vê, ne tenê di qada îdeolojîk û siyasî de, di qada leşkerî de jî xwe ispat kiriye, bi artêşa jinê ya ku ava kirî ev daye çespandin. Jinên kurd ne tenê li bakurê Kurdistanê, li Başûr, Rojhilat û nexasim li Rojava rêxistiniya xwe dike, hêzeke xweparastinê ya ne bi vîna mêr derdixîne holê, bi vî rengî xwe dike hêzeke ku ji vî alî ve şer dike û bi ser dikeve. Ji vî alî ve tevgera me ya azadiya jinê ji bo gelek tevgerên jin dibe kana îlhamê û azaweriya têkoşînê dide wan. Tirsa pergalê, sedema êrîşên gemarî yên li ser me ji ber vê rastiyê ne.”

‘Cîhanê tev şahidî ji berxwedana jina kurd re kir’

YJA Starê bal kişand ser têkoşîna jinê ya li Rojava û diyar kir ku jiyana girêdayî jinê çiqasî ji bo mirovahiyê pêwîstiyeke nebe nabe ye û wiha domand: “Li rojavayê Kurdistanê yên li eniyên herî pêş şer kirin jin bûn. Ji ber ku yên herî zêde şer li dijî wan hatin kirin ew bi xwe bûn. Cîhanê hemû tev şahidî ji berxwedana jinê ya li dijî DAIŞ’ê ya dijminê jinê û mirovahiyê bû. Armancan Çîçekan, Şevînan, Evînan û Dîcleyan bi berxwedaneke bi heybet a li dijî faşîzma TC’ê kirin, piştrastkirin ku şopdarên Zîlanan û Bêrîtanan in.”

YJA Starê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êdî jinên Kurd têkoşînê ne tenê li çiyan, li geliyan, kolana, rê û bajaran dike qada şer û li her qadê têkoşînê xurt dike û ev hate gotin: “Yên xwe li malan hebis bikin azad nabin. Êrîş li her derê li ser jinê heye; li malê, li kolanan, dibistan, cihê kar, meclîsê û li her derê êrîş heye. Ji bo wê tişta ku jin bikin jin qadên azad biafirînin û parastina van qadane.

‘Jin tenê winda nake…’

Her wiha YJA Starê destnîşan kir ku jiyana demokratîk, netewa demokratîk û civak bi jinê azad bibe û bi taybet bi têkoşîna li her qadê dikare bijî û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Divê jin vê yekê tu demê ji bîr nekin; Tenê kêliyekê jî pişta xwe bide têkoşîna azadiyê tenê ew winda nekin. Di şexsê jinê de civak exlaqî-polîtîk a hemû mirovahiyê wê winda bike. Wê nirxên hatin afirandin, dîroka jinê ya derketî wê winda bibe. Ji bo wê divê ne tenê 8’ê Adarê bibe ya jinê, her roj a jinê be, bê navber şerê hebûn û parastina azadiya xwe bide. Ji ber ku siberoja azad di şoreşa jinê ya ku dixwaze bi afirîne de veşartî ye.

Em YJA Star herî dawî soza serketin ya şoreşa jinê didin û di serî de 8’ê Adarê li Rêberê Apo û hemû jinan pîroz dikin, hemû şehîdên şoreşê yên di têkoşîna azadiya jinê de şehîd bûne bi minet bi bîr tînin.”

YPJ: Şoreşa jinê dê bi têkoşîn û parastina cewherî misoger bibe

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û tevahî jinên têkoşer ên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz kir.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Bi ruhê berxwedêriya jinên têkoşer, azadîxwaz û lêgerînvanên xwedî bîr, bawerî û hêviyên jiyana azad, em roja 8’ê Adarê li jinên cîhanê, jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên bakur-rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Di şexsê tevahî şehîdên de ku ji bo mirovahiyê asoya giyanên xwe kirin destanên lehengiyê bi bîr tînin. Li hemberî giyana şehîdan em soz û biryardariya mezinkirina têkoşînê nû dikin.

Di dîroka mirovahiyê de, gelan û jinên azadîxwaz her tim li hemberî pergala serdest a mêr li ber xwe dane. Li hemberî bê mafiyê, li hemberî hişmendiya qirkirina çandî, ruhî, fikrî, bedenî û dagirkirina welatan, jinan serî hildaye û pêşengiya têkoşînê kiriye. Roja 8’ê Adarê li hemberî bê mafî û feraseta ku jinê weke makîneya karkirinê didît di sedsala 20’an de bû derketinek ji bo hemû jinan. Ev derketin bi têkoşîna Clara û Rosayan hate manekirin û piştî têkoşîna bi salan hate dayîn weke roja jinên cîhanê tê pejirandin. Ji têkoşîna Klara heya berxwedana Sarayan, di rûpelên dîroka têkoşîna jinan de serdemek nû dest pê dike.

Roja 8’ê Adarê, her sal bi têkoşîn û xwe rêxistinkirina jinan wateyek nû qezenç dike. Bi şoreşa Rojava re, di encama ked, berdêl û têkoşîna 9 salan de, di pêşengiya jinên ji hemû pêkhatiyên li Sûriyeê dijîn de destkeftiyên bêhemba hatin avakirin. Em bi watekirina van destkeftiyên dîrokî, 2020’an bi dirûşmeya têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e ruhê 8’ê Adarê jiyan dikin. Li hemberî temsîlkarê herî zordest ê pergala mêr çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke lehengiyê hate pêşxistin. Li hemberî faşîzma dewleta tirk, me li ser navê tevahî jinên azadîxwaz di Adara 2018’an de Berxwedana Serdemê û di 2019’an de bi Berxwedana Rûmetê îsrara xwe yê jiyana azad bersiv da hemû hêzên komploger. Bi sekna Avesta ya fedayiyan, bi ruhê şoreşger ê hevrê Ronahî, Zîn, Sara, Amara, Dilovan, bi dilwêrekiya Dayê Eqîde û tevahî dayikên şehîdan, bi xweşikbûna ruhê Hevrînan, me biryardariya têkoşîna di oxira jiyana azad de werê dayîn nû kir.

Di roja îro de ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi mezinkirina têkoşînê û kûrbûna xwe parastina cewherî heye. Cîhana em têde dijîn hîna kuştina jinan, tecewizkirina jinan, revandina jinan û hwd. rewa dibîne. Ji bo wê pêwîst e hemû jinên ku vê rastiya tarî ya li ser jinan tê ferzkirin bibînin û bi ruhekî hevgirtî têkoşîna xwe hevpar bikin. Îro têkoşîna jin li her qada dimeşîne li ber çava ye. Ev têkoşîn pêwîst e ji aliyê jinan ve hîn bi awayekî girseyî were pêşxistin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Ji bo şoreşa jin misoger bikin û bi ser bixin em ê 2020’an têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.

Li ser vê bingehê em careke din roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û tevahî jinên têkoşer ên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz dikin. Em bîr û baweriya xwe ya bi serxistina şoreşa jinan bi bîr dixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar