Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Civaka êzidî berê xwe daye jiyana xwezayî

Civaka êzidî li Çiyayê Şengalê ji nû ve dest bi jiyana xwezayî dike û berê xwe didin warên bav û kalên xwe. Welatiyê bi navê Newaf Mirad ê ji gundê Dirêcê diyar kir ku ji bo parastina çiyayên Şengalê gelek kesan canê xwe ji dest dane û gotin ku ji ber ku Çiyayê Şengalê serê xwe ji ti kesê re netewandiye serbilind in.

Civaka êzidî ku di sala 1975’an ji aliyê hikûmeta Baasê ve bi darê zorê ji Çiyayê Şengalê hatibû derxistin, bû sedem ku di demek kurt de civaka êzidî rastî du fermanan were. Di sala 2007’an de li Tilizêr û Sîbayê teqîn çêbûn û fermana din jî di 3’yê tebaxa 2004’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Di vê fermanê de êzdiyên ku çiya hatîn derxistin, neçar man careke din xwe bispêrin çiyayên xwe. Ji ber ku ji derveyî çiya tu riyek wan a parastinê nebû.

Niha li çiyayê Şengalê civaka êzidî ji nû ve dest bi jiyana xwe ya xwezayî dike. Êzidî li derdora qube û mezargehên xwe yên pîroz kom dibin. Niha ji bo ku bikarin xwe di rojên teng de bidin jiyan kirin, li çiya dest bi çêkirina rezên xwe yên kevin kirine.

Di destpêkê de geliyê Şêxmend de Quba Şêxmend heye, her wiha gelek nîşan jî hene ku êzidî jê re dibêjin, “Silavgeh” her Silavgehek ji van di nava êzidiyan de xwedî cihekî taybete û li gorî baweriya êzidiyan ev Silavgeh ê Xwedawendane. Gel serdana wan jî dike û hêviyên xwe jê dikin. Di nava gelî de sê pîr ji bo ava vexwarinê hene, lê ji ber ev bîr demekî  dirêj bêxwedî mabûn ava wan kêm bûbû. Beşek ji rezên gundiyan jî kor bûne, lê piştî fermana 3’yê tebaxa 2014’an êdî gel li warên xwe ê kevin xwedî derdikeve. Di nava gelî de gundê Dirêcê  heye, li despêkê gund Quba Amadîn heye.  Di vê demê de demsala kolana rezaye.  Xwedî rez dest bi xizmeta rezên xwe dikin.

Newaf Mirad ê ji eşîra Helîqiya piştî  fermana ser Şengalê carekî din li ser axa xwe vegeriyaye û girîngî  didin warê xwe ê kevnar.  Bi sedan darên wî yê hêjîra hene û li gel endamên din ên malbata xwe xizmeta wan dara dike. Li hin cihan hîna jî bi dewaran cot tê kirin, ji ber gelek malbat hene ew  derfetên wan tunene  ku amûrên pêşketî peyda bikin.

Newaf  tevî temenê xwe yê mezine  jî dilekî xweş û ruyekî bi ken di nava rezên xwe de runiştiye. Di malekî de ximzeta rezên xwe dike û di aliyên din de jî li ber agirê darê û çaya li ser agir stranê  foklorî dibêje. Em bûn mêhvanê wî û ji me re qala girîngiya çiya ji bo civaka êzidî, xweza û zilma li wan hatiye kirin, kir.

‘Ev der cihê bav û kalê me ye’

Newaf bi gotina ev der cihê pêşiyên me ye dest bi axiftina xwe kir û got: “Ev rez hin jê beriya dû sed salan hatine çandin, li vir taybet eşîra Helêqiya diman. Di wê demê de 5 bavik hebûn ê Helêqiya û li ser reza û xwedîkirina pez jiyana xwe berdewam dikirin.  Em di dîrokê de rastî gelek zilmê hatine ji ber wê me xwe spartiya çiya. Tevî ku em aştî xwazin herdem kesên derdora me bi çavekî cuda li me meyze kirine, lê dijmin me wek mirov nabîne. Me xwe li van cihên asê girt ji bo em xwe biparêzin. Tê bîra min ku pêşiyên me ji me re digotin, ‘me nikarî em xwe bigehînin derê geliya ji ber dijmin kemîn li pêşiya me datanîn’ li vir xuya dibû ku êzidiyan ji bo parastina xwe çiya ji xwe re esas girtine û girîngî bi çiya dane. Êzidiyan bi çandina rez û baxçe her wiha xwedîkirina pez jiyan dikirin. Wê demê xelk weke niha ne zêde bû, her kesekî ji bo mala xwe çandinî dikir, ne ji bo kirîn û firotinê bû.”

‘Çiyayê Şengalê serê xwe ji ti kesî re netewand’

Newaf  diyar kir ku di dîrokê de êzidiyan xwe di  çiya de diparastin, lê dîsa jî rastî gelek fermana hatine û wiha domand: “Ji ber em di çiyayê xwe de bûn, em ne hewceyî tu kesan bûn. Me her der nas dikir û tu kesî nedikarî me bişkîne. Di nava çiya de timî berxwedana me bi ser ketiye. Çiyayê Şengalê serê ji tu kesî re netewandiye. Gelê me bi vî çiyayî serbilind e. Em ji çiyayên xwe bawerin ku wê her bi serbilindî bimîne. Her kesê berê xwe dane çiyayê Şengalê şikestîne. Nekarîne êzidiyan bê îrade bike. Li hemberî hemû fermanan îradeya êzidiyan û çiyayê Şengalê derketiye û dijmin paşde vegeriya ye.”

 ‘Êrişa DAIŞ’ê, îradeya çiyayê Şengalê da selmandin’

Newaf wiha pê de çû: “Êrişa DAIŞ’ê, îradeya çiyayê Şengalê da selmandin. Li Şengalê berxwedan çêbû, bi dehan kesan canê xwe dan û bi xwîna xwe nehiştin DAIŞ li vir bi serkeve. Vê berxwedana da selmandin ku tu kes nikare vir dagir bike. Eger DAIŞ’ê berê xwe nedaya, çiyayê Şengalê, wê bikariya hinek cihên din dagir bikira, lê dema berê xwe da vir têk çû.”

‘Dijmin herdem xwestiya me ji çiya qut bike’

Newaf Mirad bal kişande ser dema hikûmeta Baas ku di sala 1975’an de êzidî bi darê zorê ji çiya dûr kir û got: “Dijmin  ji bo bikare me bike bin destê xwe, herdem hewl daye me ji çiya qut bike, di dema hikûmeta Sedam de jî bi darê zorê em ji çiya dûr kirin. Malên me şewitandin û em neçar man berê xwe bidin deştê. Di temenê min de em dû cara ji çiya hatin dûrkirin. Piştî hikûmeta Sedam têk çû carekî din gel dikarî vegera ser malên xwe, lê wek dihate xwestin êzidî li cihên xwe ê kevn xwedî deneketin. Dema DAIŞ’ê êrîş kir, her kesî ber xwe da çiya, dîsa yê em xilas kirin ev çiya bû, lewma me jî êdî biryar da em xwe li vir bicih bikin. Ji bo em karibin xwe biparêzin. Pêwîste em li axa xwe xwedî derkevin. Em bi kûderê de biçin axa kesî nabe ji kesekî re. Tenê evder cihê me ye û emê dest ji warên xwe bernadin.

Banga xwedîderketinê

Di dawiya axaftina xwe de Newaf Mirad  bang li gelê êzidî kir ku vegerin li ser warên xwe û civaka xwe biparêzin û got: “Em dizanin cihê me her çiyayê Şengalê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar