Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Civaka êzidî kê Mîr destnîşan bike ew Mîr ê êzdiyan e’

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas diyar kir Mala Mîra ji bo hesabên siyasî tê bikaranîn û li ser navê gelê Şengalê ev peyam da: “Yek li Amerîkayê Mîre, yek li otêlê Mîre! Ev tişt nayê qebûlkirin. Civaka êzidî û gelê Şengalê kî Mîr îlan bike ew Mîr e!”

Malbata sîxur Barazanî û çeteyên wan di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji Şengalê reviyan û civaka êzidî bi fermaneke nû re rû bi rû hişt. Malbata sîxur ûçeteyên wê piştî azadkirina Şengalê vê carê hewl dide bi dewleta tirk a dagirker e Şengalê dagir bike. Hewl dide vê yekê yekê bi destê kesên xwefiroş bike da ku hêza civakê parçe bikin û bi vî awayî siyaseta xwe ya li ser Şengalê bimeşînin.

Bi hedefa parçekirina civaka êzidî û çêkirina nakokiyan, herî dawî Mîrek nû ya êzidiyan bûye rojev ku hatiye plankirin îro li Bexdayê were îlankirin. Li hemberî van hewldanan bi taybetî gelê Şengalê bi berteke û van hewldanan weke parçekiirna yekîtî û hêza xwe dinirxîne. Girêdayî mijarê Rêvebriya Xweser a Şengalê û Desteya Eşayîrî ya Şengalê bi daxuyaniya çapemeniyê li hemberî vê plana nû helwesta xwe aşkere kirin û ragihandin ku ew bi ti awayî kesekî ku ne li Şengalê be û ne di xizmeta civaka xwe de be weke Mîr nas nakin.

Desteya Eşayîrî ya Şengalê girêdayî mijarê li ber Meclîsa Gel a Şengalê daxuyanî da. Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Mîrza Bekir di daxuyaniyê de axivî û destnîşankir ku li ser Şengalê planekê nû ya siyasî tê meşandin û got: “Hin aliyên siyasî dixwazin Mîrek nû weke Mîrê Şengalê îlan bikin. Ev tişt ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê û Desteya Eşayîrî ve hatiye redkirin. Ne raste ku hin aliyên siyasî biçin otêlan û mîrekî nû îlan bikin. Ev der Şengale û wê gelê Şengal biryar bide ka wê kî bibe Mîr. Kesekî ku li Şengalê nemaye, ji Emerîkayê nû hatiye nayê qebûlkirin. Em Mîr Salim red dikin, qebûl nakin.”

Mîrza Bekir her wiha ragihand ku ew Mîr Nayîf weke Mîrê Şengalê nas dikin û sedema vê jî wiha anî ser ziman: “Em ji bilî wî kesî din qebûl nakin. Kesê ku bi salane li Şengalê ye, êşên Şengalê dizane û gelê Şengalê nas dike Mîr Nayîfe.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas jî diyar kir ku li ser gelê êzidî planên siyasî têne meşandin û derbarê mijarê de helwesta gelê Şengalê wiha anî ziman: “Gelê Şengalê îro beyanekî da raya giştî. Hin aliyên siyasî Mala Mîran ji bo xwe bikartînin. Mixabin Mala Mîra di fermana 2014’an de, di rojên teng de ji gelê xwe re tiştek nekir. Eger îro roj li salona otelekî ji aliyê hin hesabên siyasî ve Mîrekî din were îlankirin, Şengal vê qebûl nake. Kesê ku wê bibe Mîr lazime bi qebûla gelê êzidî be û li ser axa Şengalê be. Hazim Tehsîn Beg ku girêdayî partiyeke siyasî ye, nekarî di fermana 2014’an de bersiva dijminên civaka êzidî bide. Mîrîtiya bi vî şêweyî nayê qebûlkirin. Lazime Mîr xwe bi gelê êzidî bide qebûlkirin.”

Xwedêda Ilyas aliyên siyasî hişyarkir kir da ku hesabên xwe yên siyasî li ser civaka êzidî nemeşînin û wiha pê de çû: “Eger Mala Mîra ji bo hesabên siyasî were bikaranîn ev nayê qebûlkirin. Em vê pirsê ji Salim Xelef dikin, dibêjin wê 15’ê nîsanê weke Mîr were îlankirin. Salim Xelef çi kar û xebat meşand di 2014’an de û heya roja me ya îro? Heya niha yekî ji wan gotiye em girêdayî gelê xwe ne? Dixwazin van kesan ji bo planên xwe yên siyasî bikar bînin.”

Di berdewamiya azaftina xwe de Xwedêda Ilyas da zanîn ku ew weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê êzidî îlankirina Mîr bi hesabên siyasî qebûl nakin û got: “Eger aliyekî siyasî piştgiriyê bike û Mîrekî were îlan kirin, wisa nayê qebûlkirin. Weke Rêveberiya Xweser a Şengalê, weke gelê Şengalê em teqez vê tiştê red dikin. Heya roja me ya îro hestiyê gelê êzidî li ber roj û baranê ye. Emê çawa Mîrîtiya wan qebûl bikin? Bila kes ji wan nebêje em Mîrin, em wan qebûl nakin.”

Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de banga xizmeta civaka êzidî li hemû aliyên siyasî kir û ev bang kir: “Eger dixwazin ji bo civaka êzidî tiştekî bikin, bila werin gorên me yên komî vekin û hestiyên me rakin, wendayiyên me bibînin! Em bang dikin, her kê dixwaze xizmetê bike bila li ser axa Şengalê kar û xebatê xwe bimeşîne. Yek li Amerîkayê Mîr e, yek li otêlê Mîr e! Ev tişt nayê qebûlkirin. Gelê Şengalê kî Mîr îlan bike ew Mîr e!’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar