Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Civaka navneteweyî li hemberî sûcên li ser gelê kurd bêdeng e

Yek ji kedakara pêngava azadiya fîzîkî ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin Anna Bruna Camposampîero çalakyên hatine destpêkirin têr nakin û wiha got: “Em ê ji bo bi rêzdarî nêzîkî mafê  Ocalan bibin, daxwaza xwe her tim bînin ziman. Tirkiye hevkarê NATO’yê ye û ev di gelek polîtîkayên Tirkiyeyê de destnedanê bixwe re tîne. Civaka navnetweyî li dijî sûcên li hemberî gelê kurd bêdeng e.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nêzî 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda muitleq de tê ragirtin û nêzî 4 sal in agahî nayê girtin. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngav ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ya dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li her derê cîhanê beşdarî zêde dibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tê kirin.

Nûnera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya Îtalyayaê Anna Bruna Camposampîero der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî. Anna da zanîn ku tevli civînên kampanya ‘ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ bûye û got: “Ji bo tecrîda li ser Ocalan bişkê ez di xebatan de bûm. Di vê rewşê de hevgirtina bi kurdan re girîng bû. Nameya ji CPT’ê re hat şandin, min jî wek gelek şexsiyet, rêxistin û sendîkayan îmze da. Bêguman ev çalakî têr nakin. Em ê ji bo bi rêzdarî nêzîkî mafê  Ocalan bibin, daxwaza xwe her tim bînin ziman. Tirkiye hevkarê NATO’yê ye û ev di gelek polîtîkayên Tirkiyeyê de destnedanê bixwe re tîne. Civaka navnetweyî li dijî sûcên li hember gelê kurd bêdeng e.”

Anna daxuyakirin ku cotstandardiya li qada navneteweyî pir aşkere ye û wiha pêde çû: “Ez behsa cotstandardiyê dikim. Erdogan vexwendiyê zîrveya G7 a Îtalyayê hat kirin. Lê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wek her tim bi tundî û bêcezahiştinê tevgeriya. Yekitiya Ewropayê ji Tirkiyeyê re pir pere vediqetîne. Welatiyên Îtalyan tenê bi nasnameya xwe tên gera Tirkiyeyê. Li hevserokê giştî yên berê yên HDP’ê cezayên bi xof hatine birîn. Yek ji pêkanînên din ên kêfî jî betalkirina encamên hilbijartinê ne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Anna diyar kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan bişibin ên mînaka Mandela jî lê di heman astê de deng dernakeve û wiha got: “Dişibe çîroka Nelson Mandela lê mixabin bi heman awayî deng dernaxe. Ji bo Mandela bê berdan û rejîma apartheîd bidawî be li seranserê cîhanê kampanya hat meşandin. Ji wê kampanyayê heta niha cîhan pir guherî. Abdullah Ocalan bi zanebûn nakin mijara nûçeyan. Abdullah Ocalan kirin hedef. Ji ber dengê wî ji derveyê sînorên Tirkiyeyê jî tê bihîstin. Hikûmeta Tirkiyeyê bi derewên xwe dijîn û civaka navneteweyî jî li dijî vê bêdeng e. Raporên dawî û serdana dawî ya CPT’yê nehat aşkerakirin. Divê ev dewlet li dijî hiqûqa xwe rêzdar be.”

Anna axaftina xwe wiha domand: “Ez ê piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê û her wiha ji bo rakirina tecrîdê bidomînim. Birêz Ocalan bi hikûmeta wê demê ya Dalema bawer dikir. Îtalyayê mafê starbûnê da Abdullah Ocalan. Li vir jî gelek deng bilind dibûn. Lê dîsa jî têr nake. Hewcedariya hemû herêmê bi berdana Birêz Ocalan û konferansa aştiyê heye. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar