Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn pergala netewe-dewlet û civaka polîtîk û exlaqî nirxand.
Mêrdîn diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek tespît kiriye ku civaka exlaqî û polîtîk çawa hatiye afirandin û modernîteya kapîtalîst çawa naveroka civakan vala kiriye û got “Gerdûn û xweza bi mîlyaran salan ava bûne. Exlaq îro xwedî wateyeke cûda ye. Di civaka xwezayî de, exlaq tê wateya ku rêzik û rêgezên ku civak karibe hebûna xwe biparêze. Ji bo ku civak bi biryarên xwe bijîn ev yek hewce bû. Rêzikên cewherî yên civakê bi hiş û wijdanê hevpar ên civakê hatine avakirin. Em nikarin di civaka xwezayî de exlaq û siyasetê ji hev veqetînin. Di civakên Yewnanî de, peyva siyasetê tê wateya ku bajar karibe xwe bi rê ve bibe. Exlaq û siyaset bi hev ve girêdayî ne. Ger civakek azad nebe, ne mimkûn e ku li ser civaka xwe biryarê bide û li ser wê bifikire. Kesên ku azad nebin, nikarin polîtîk tevbigerin û bi exlaqî bifikirin. Ji ber ku ji bo rêvebirina civakê nekarîne vîna xwe ava bikin, hêzên ji derve ew ê civakê bi rê ve bibin.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn diyar kir civaka xwezayî bi deh hezaran salan ji aliyê jinan ve hatiye birêxistinkirin û birêvebirin û got “Ji bo ku di civakê de jiyana hevpar were domandin divê li ser esasê jiyana hevpar û kolektîf bin. Ji bo xweparastina li hemberî derve qanûn hatin afirandin. Civaka xwezayî bi salan xwe domand. Bi avabûna çînan re hewl hat dayîn ku bandora civaka xwezayî bê qelskirin. Êrîşa yekemîn li hemberî jinan hate pêşxistin. Pêşengê civaka polîtîk a exlaqî jin e. Şefê leşkerî, kahîn û şaman bi awayekî sîstematîk afirandinên jinan ji destê wê stendin. Civaka xwezayî, her çiqas lewaz be jî xwe gihandiye roja îro. Di vî warî de divê her yek ji me xwe bipirse. Îradeya civakan nayê naskirin, desthilatdarî hemû afirandinên civakan desteser dike. Di serdema netewe-dewletê de civak xwe wek eşîr û qebîlayan bi rê ve birine. Îro di civakan de tê xwestin ev têgihiştin pêk were, Qaşo bêdewlet civak nikarin xwe bi rê ve bibin. Lê bi dehan sedsalan civakan bê dewlet jiyana xwe birêxistin kirine. Dewlet ji bo ku sîstemên xwe ava bikin pergalên xwe yên hiqûqî ava dikin. Ev pergala ku hatiye afirandin ne li gorî berjewendiyên civakan e. Dewlet ji bo xwe rewa bikin pergalên hiqûqî ava dikin. Dewlet şeklê hikûmeta komeke biçûk e. Dewlet ji bo siyasetê ji destên civakan derxe serî li rêbazên siyasî yên pir cûda dide. Li cihê ku dewlet hebe azadî tune. Li cihê ku dewlet hebe exlaq û polîtîka tune. Rêber Apo dibêje ger civakekê exlaq û polîtîkaya xwe radestî burokrasî û hiqûqê kiribe, ew civak civakeke felçbûyî ye.
‘Dewletê pergala xwe ya parastinê ava kir û civak bêparastin hişt’
Civaka kurd bi salan tu saziyên dewletê ji xwe re esas negirt. Îro di gelek qadan de vîna dewletê nayê qebûlkirin. Ew rastiya dewletê dizane û fam dike. Divê civak li dijî asîmîlekirina dewletê ya li ser rêgezên wê û dûrketina ji rastiya wê, çareseriyê bi xwe pêş bixin. Pêwîst e li dijî hiqûqa ku mirovan lewaz dike, bisekinin. Hebûna gelan înkar dike û ji pirsgirêkên wan re tu çareseriyê peyda nake. Her kes nikare li mal û taxa xwe, bi azadî tevbigere. Ji ber vê gelek kes xwe dikujin. Netewe-dewlet vî tiştî dike. Di pergala îdarî ya ji aliyê dewletê ve hatiye afirandin de civak xwe weke îrade nabîne. Divê civak xwe birêxistin bikin. Hêza pêşengiya vê jî jin e. Di civaka exlaqî û polîtîk de jinan pêşengtî kir. Rêbertî li ser paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya zayendî sekinî. Li gorî vê divê em jin û civakan perwerde bikin. Dewlet ji bo pergala xwe xurt bike, civakan perwerde dike û dixwaze civakeke li gorî xwe ava bike. Divê em jî civakan di warê dîrok, çand û ziman de perwerde bikin. Divê em ji civakan re qala rastiya dijmin bikin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn diyar kir Rêber Apo ji bo rawestandina şer dem bi dem agirbest îlan kir û got “Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya zayendî ya Rêber Apo, ji aliyê gelan ve hat qebûlkirin. Civakan li gorî wê xwe perwerde kirin. Ne tenê civaka kurd, hemû civakan hewl dane xwe li gorî vê paradîgmayê ava bikin. Helbet civaka kurd ji ber ku bi sedsalan bi zilm, îstîsmar û qirkirinê re rû bi rû maye, zêdetir xwedî li vî tiştî derket. Bi vê hişmendiyê dît ku pêwîst e xwe bi rêxistin bike. Saziyên dewletê yên li Kurdistanê bêfonksîyon man. Rol û mîsyona dewletê di van waran de namîne. Civakê bi serê xwe pirsgirêkên xwe çareser kir, neçûn dadgehên dewletê. Li ser esasê pêdiviyên aborî saziyên xwe ava kirin û ji pirsgirêkên xwe re çareserî dîtin. Dewletê pergala xwe ya parastinê ava kir û civak bêparastin hişt. Îro ne tenê di warê leşkerî de, di warê çandî de jî êrîş tên kirin. Şerê taybet bi awayekî sîstematîk êşkenceyê li civakan dike. Dixwazin nasname, îrade û çanda dîrokî ya civakan tune bikin. Li cihê ku civaka polîtîk ya exlaqî pêş dikeve, hêz, îstîsmar, talan tune ye, civak êdî dikarin xwe bi rê ve bibin.
Rêber Apo dibêje ‘ji bo pergalek çêbibe, hewce nake pergaleke din xwe tune bike’ Dema civak pergalên xwe pêş dixin, bandora beşên din kêm dibe. Li cihê ku dewlet heye jî em dikarin pergala xwe di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk de bi rêxistin bikin. Dewlet zextan dike. Em dikarin bandora dewletê bişkînin.”
‘Sekna gelê kurd seknekî gelek bi rûmet e’
Rewşen Mêrdîn bilêv kir ku civaka kurd bi salan cewhera xwe parast û hetanî roja îro hat û wiha pêde çû: “Vê kokê kurd anîn roja îro. Eger taybetmendiyên civakî yên exlaqî û polîtîk nehatiban parastin, îro peyva kurd û Kurdistan dibe ku nebûya. Dewleta tirk civaka kurd di bişaftinê de derbas kir û her cure rêbaz li dijî gelê kurd pêk anî. Li dijî van êrîşan sekna gelê kurd, seknekî gelek bi rûmet e. Li Kurdistanê li gelek gundan gel bi xwe xwe bi rê ve dibe û saziyên dewletê esas nagirin.”
‘Dewlet ne ji bo pêwîstiyên civakê ye’
Mêrdîn anî ziman ku kokên civaka xwezayî li ser civakan bi bandor e û wiha got: “Divê em xwedî li xaka xwe derkevin. Eger em di nava civakê de sîstem û rêxistinbûna xwe ava bikin, tu êrîş nikare me bide sekinandin. Jin jî divê xwe rêxistin bike. Rêxistinbûnên me yên giştî hene, lê ev ji pirsgirêkên jinan re tam nabe bersiv. Lewma divê jin li her qadê xwe rêxistin bikin.
Di nava civakê de li dijî êrîşên ku tên kirin, têkoşîn pêwîst e. Dewlet hemû hêza xwe ji bo belavkirina civaka kurd bi kar tîne. Divê em jî li dijî vê yekê bi têkoşînê bersiv bidin. Li gelek cihan dewlet firoşkarên madeyên hişbir diparêze. Ji vê yekê tê fêmkirin ku dewlet bi xwe karê madeyên hişbir dike. Bi vî rengî civakê jehrî dike.
Li bakûr û rojavayê Kurdistanê erdhej çêbû. Car din derket holê ku dewlet neçû alîkariya gel. Gel bi xwe alîkarî da hev dû. Li Rojhilat di bin navê namûsê de jinek hat qetilkirin. Civak bi xwe xwedî li Jîna Emînî derket. Car din derket holê ku gel di bin sîwana civaka exlaqî û polîtîk de dikarin bi hev re bijîn. Li herêma erdhejê gel rastiya dewletê bi rengekî zelal dît. Dewlet xwedî li gel derneket. Ne tenê kurdan, hêzên şoreşger û demokrat hemûyan rûyê rast ê dewletê dîtin. Azadî berpirsyarî ye, exlaq û wijdan pêş dixe. Li vir derket holê ku dewlet ne ji bo civakê ye. Ne ji bo pêwîstiyên civakê ye. Me rexne dikin û dibêjin, ‘Çima PKK dewletê naxwaze’. Rêbertî ev yek dît. Dewlet li ser civakan zext û mêtingeriyê pêş dixe. Dewlet ji bo komek biçûk dixebite û hemû civakan jî dike kole. Bi hezaran leşkerên dewleta tirk dimirin. Dibêjin her tişt ji bo dewletê. Dewlet divê destûr nede ku ew mirov bimire. Dewlet ji bo parastina civakan heye. Lê dewlet dikuje. Li dijî vê yekê divê em yekîtiya gelan biafirînin.”
‘Pergala Şoreşa Rojava ji tevahî pirsgirêk û pergalên zordar re alternatîf e’
Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn ragihand ku weke KJK ew dixwazin sîstemek konfederal ava bikin û got: “Şoreşa Rojava çêbû. Rêxistinbûnên meclîs, komun çêbûn. Her tax û gund xwe bi xwe xwe rê ve dibin. Di nava vê çêkerê de ji her beşê, ji her nîjadê û ji her baweriyê mirov cih digirin. Di nava Şoreşa Rojava de kurd û ereb bi dostane bi hev re jiyana xwe didomînin. Jin jî hêzên pêşeng ên vê sîstemê ne. Gelek jin bi gotina ‘me ev sîstem gelek dereng nas kir, çima we berê bi me neda naskirin’ me rexne dikin. Em şoreşa rojava weke şoreşa jinan bi nav dikin. Jin li hemû qadan di asta pêşeng de cihê xwe digirin. Dayikên me pirsgirêkên li gundan çareser dikin. Zarok û ciwan, jin perwerde dibînin. Her kes hemû pirsgirêkên xwe di komun û meclîsan de çareser dikin. Sîstemek konfederal e. Ev sîstem ji hemû cihanê re hêvî çêdike. Sîstema parastinê jî hat avakirin. Jin jî di nava sîstema parastinê de cih digirin. Jin pêşengiya civaka exlaqî û polîtîk dikin. Civaka exlaqî û polîtîk ku dewletnetewê ew lewas xistibû, bi Şoreşa Rojava re derket holê û nûneriya xwe dît.”