Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Civîna li Hewlêrê ji bo yekitiyê girîng e

Dê ji partî û rêxistinên kurdan 70 kes di 5’ê kanûnê de li Hewlêrê li hev kom bibin. Ji avakarên Enstîtuya Kurdî Şefîk Beyaz, bal kişand ser girîngiya vê civînê û got: “Ji bo yekîtiya neteweyî, divê haya sazî û dezgeh, hunermen û rewşenbîrên her çar perçeyan tim ji hev hebe.”

Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurd ji bo yekîtiya neteweyî bang dikin. Li ser vê wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan di 5’ê Kanûnê de li paytexta Kurdistana Federe Hewlê li hev kom bibin.

Ji avakarên Enstîtuya Kurdî Şefîk Beyaz têkildarî yekitiya neteweyî ji nûçegihanê MA’yê Mehmet Halît Çetînbaş re axivî. Beyaz destnîşan kir ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd refleks û nerazîbûnên nîşan didin û bal kişand ser hêla siyasî ya van nerazîbûnan û wiha got: “Xwedî li Rojava û têkoşîna azadiyê ya gelê Rojavayê tê derketin. Komên kurd ên xwedî bîrdoziyên cuda ne jî dixwazin bibin dengê Rojava. Ev helwesteke erênî ye.”

Divê gavên berbiçav bên avêtin

Beyaz diyar kir ku du hêlên yekitiyê hene; siyasî û civaknasî û wiha got: “Di rewşên awarte yên bi vî rengî de, hêla civaknasî derdikeve pêş û bi vê re hêla siyasî jî xwe dide der. Divê rewşa civaknasî jî veguhere hêla  siyasî. Helbet wê devkî ev yek bê bilêvkirin. Wê pêwendî bên danîn, wê civîn bên çêkirin. Wê tevgera kurd, encamên erênî jê bigire. Tişta ewilî divê gelek derdor li dor yekitiya neteweyî bên cem hev du û gavine berbiçav bavêjin.”

Beyaz destnîşan kir ku fikra ji bo yekîtiya neteweyî li cem kurdan û rewşenbîrên kurd bûye cihê hêviyên mezin û got, divê di warê siyasî de jî têkilî zêde bibin. Beyaz bilêv kir ku hevparîbûna di warê fikrî de gavekî berbiçav e û wiha got: “Divê tevî rewşenbîr û entelektuelan fealiyetên fikrî bên kirin. Divê pêvajo bê lezandin. Ev mimkun e.”

Civîna 5’ê kanûnê

Beyaz bal kişand ser hevdîtinên ku dê di 5’ê kanûnê de pêk bên jî û got ku hemû qewimîn û geşedan tesîrê li gelê kurd dikin û wiha got: “Hêviya me ji van hevdîtinan heye. Bawer dikim ku wê gavine berbiçav û pratîk rû bidin. Wê atmosfera pêwendîdanîna bi başûrê Kurdistanê re, tesîrê li vira jî bike.”

Beyaz anî ziman ku gava Serokê Enstîtuya Kurdî bû çend caran çûye Herêma Federal a Kurdistanê û wiha got: “Pêwendî divê bi hêla siyasî re tenê neyê sînordarkirin. Di warê civakiyî de divê civak nêzî hev bibe. Wê refleksa civakê tesîrê li feraseta siyasî jî bike. Ji bo yekîtiya neteweyî, divê haya sazî û dezgeh, hunermen û rewşenbîrên her çar perçeyan tim ji hev hebe û pêwendiyê bi hev re deynin.”

Beriya her tiştî yekitiya neteweyî

Beyaz destnîşan kir ku ger gavên di vî warî de bi geşandên siyasî ve bên girêdan wê fikra yekîtiya neteweyî lawaz bibe û got: “Çi bê kirin, divê bi baldarî bê kirin. Niha şer heye, nexwe em yekitiya xwe çê bikin, lê gava sibê şer biqede jî divê em nebêjin demokrasî û dev ji mafên xwe û fikra xwe bernedin.”

Beyaz, ji bo fikra ‘heta pirgirêka demokrasiyê hel nebe, wê pirsgirêka kurd hel nebe’ rexne kir û got, meseleya kurd meseleyeke navneteweyî ye.

Beyaz destnîşan kir ku heger di warê siyasî de yekîtiyeke çê bibe wê nîqaşên ji bo kongreya neteweyî jî dest pê bikin û got, bawer dike ku wê di rojên pêş de xebatên ji bo kongreya neteweyî jî dest pê bikin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar