Di vê pêvajoya kirîzê de li Mekkeyê civîna rêveberên dewletên endamên rêxistina hevkariya islamî hat lidarxistin. Ev civîn ne bi amedebûna kesên ku rêveberiya civaka îslamî dikin û bi pesndayinên xwe qala rizgarkirina Qudis û Filistînê dikin hat hidarxistin. Ev civîn bersiveke xurt û giran bû ji bo kesên ku bi navê ol gelan dixapînin.
Di vê civînê de nûnêrên civaka îslamî ya sereke hebûn. Dewletên weke Îran, Tirkiye û Qeterê jê ji bo dewletên xwe ji rexneyan biparêzin di nav de hebûn. Ji berpirsyarên şerê Rojhilata Navîn a ku bi salane dibe sedema kuştin, koçberî û qirkirinan herî girîng yek jî koalîsyona Îran, Qeter û Tirkiyeyê ye. Berjewendiyên wan ên qirêt li hamberî çareseriyên qeyrana Rojhilata Navîn asteng in. Îran ji bo pêkanîna armancên xwe yên olperest hewl dide milîsên xwe li Iraq, Sûriye, Yemen û Lubnanê bi cih bike û wan dewletan bixe bin kontrola xwe.
Tirkiye jî hewl dide ku destdirêjiya nava Iraq, Sûriye, Misr, Lîbya û Sûdanê bike. Bi hinceta ku wê Qeterê ji êrîşan biparêze artêşa xwe şand Qeterê. Lê armanc parastina berjewendiyên van hersê dewletên hevgirtî ye.
Îran û Tirkiye di bin navê nave olperestiyê de berjewendiyên xwe diparêzin. Ev yek aşkera ye. Dema ku em vegerin dîroka herdu dewletan em ê têbigihêjin ku ew her du dewletan muxalif ku bi dilpakî ola îslamî parastine û ji ola îslamî re xizmet kirine. Lêbelê ew herdu dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên netweperest olê weke perde bikar tînin.
Îran hewl dide Rojhilata Navîn bike navenda faris û mezheba şîa û li ser her kesî ferz bike. Tirkiye jî hewl dide ku împaratoriya Osmaniyan zindî bike û bibe serwerê Rojhilata Navîn. Herdu dewlet jî di bin dirûşma rizgarkirina Qudsê de berjewendiyên xwe yên netewperest pêk tînin.
Lê mixabin armanca herdu dewletan jî ne rigarkirina Qudisê ye. Qudisê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe weke perde bikar tînin. Dema ku em vegerin dîrokê em dibînin ku farisiyan cuhî ji babiliyan rizgar kirine û pêşniyar kirin ku ew venegerin Qudisê li Îranê bijîn.
Di serdemên dawî yên dagirkeriya Osmaniyan a Rojhilata Navîn de siltan Evdilhemîd hewl dide ku cûhiya li Qudisê bi cih bike. Evdilhemîd ji bo kirîna erdên fîlîstiniyan pere dida cuhiyan. Piştevaniya zext û zordariyên cuhiyan ên li ser filîstîniyan dikir. Di dîrok û kevneşopiya her du dewletan de diyar e ku armanca wan ne rizgarkirina civaka filîstînî ye û ne rizgarkirina Qudisê ye. Armanc xurtkirin û geşkirina netewperestiya wan e.
Di peyama civîna Mekkeyê de gelek mesajên girîng hene. Bi taybet ji dewleta tirk û Îranê re. Di dawiya civînê de dewleta Îran û Tirkiyeyê bi awayekî aşkera hatin hişyarkirin. Ji wan hat xwestin ku êdî nebin sedemên qeyranên Rojhilata Navîn.
Li bajarê Mekkeyê lidarxistina vê civînê ji Îran û Tirkiyeyê re peyam bû. Hat diyarkirin ku tu yek bajar nakeve şûna Mekkeyê. Ne navenda Şîayê bajarê Qûmê, nejî navenda Osmaniyan bajarê Stenbolê nakevin cihê Mekkeyê.
Bajarên muqedesên ku hêvî didin gelan di dîrokê de dimînin û her tim li dijî navendên derewîn bi ser dikevin. Her çiqasî dewleta Îranê Qûmê û dewleta tirk jî Stenbolê weke navendên pîroz bibînin jî lê ya rast ew e ku herêma muqades ji Rihayê dest pê dike hetanî Quds, Sîna û Mekayê ye. Yên din hemû derewîn in.