Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Civîna sêyemîn ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê hat lidarxistin

“Sûriyeke Demokratîk, Pirengî û Nenavendî, Rêveberiya Me Nasnameya Me Ye, Hêzên Me Serbilindiya Me Ne, Partiya Me Hêviya Me ye.” Kongreya giştî ya sêyemîn a Partiya Pêşerojê lidarket

Nêrgiz Ismayîl

Di dîroka 27’ê adara 2018’an de partiya Pêşerojê Ya Sûriyeyê hate damezrandin. Xwedî stratejiyeke hevbeş ku piranî pêkhateya ereb dihewîne her wiha di tekoşîn û rêbazên xwe de hebûn pêkhateyên din jî dipeijirîne. Armanca sereke ya Partiya Pêşerojê ew e ku di civaka Sûriyeyê de hevbeşiyek û hişmendiyeke demokratîk bê avakirin. Li şûna pergaleke navendî, pergaleke ji navedîbûnê dûr û hemû pêkhateyan bi xwe re dide meşandin. Armanca sereke ew e ku pir rengîniya di hizir, hişmendî, raman û peywendiyên civakî da bingeh be. Partiya Pêşerojê ji sala 2018’an û hetanî niha ve li ser bingeheke hêza gelerî xwe xurt dike. Qeyrana ku di hundirê Sûriyayê da hatiye dest pê kirin ne tenê ji sala 2011’an ve, di heman demê ev bû nê heftê sale ku êdî xitmandineke cidî dijî. Partiya Sûriyeya Pêşerojê projeyên çareseriyê pêşkêşî vê qeyranê dike. Daxwaza guherîna hişmendî, pergalî û civakî dike. Ji ber ku civaka Sûriyeyê ku di hêla xwe ya dîrokî de jî baş tê zanîn ku xwedî wê hevbeşiya olî, nasneme, newtewî û kelepûrên rengînî ye. Lewra bi hişmendiya yek dewlet, yek al, yek reng êdî ev civaka dewlemend nema dikare hebûna xwe biparêze û mîna welatekî modern û demokrat bijî.

3 sal in ku di hemû helwest, hewldan û rêbazên xwe yên tekoşînê de vê bîrdoziyê dide pêş. Asta ku gihiştiyê de jî ber ve pêşketinekê şênber ve dibe. Lewra lidarxistina kongra giştî ya sêyemîn di bin dirûşmeya: “ Sûriyeke Demokratîk, Pirengî û Nenavendî, Rêveberiya Me Nasnameya Me Ye, Hêzên Me Serbilindiya Me Ne, Partiya Me Hêviya Me ye.” hat dest pê kirin. Nêzî hezar kes wek delege bejdarî kongrê bûn.

Kongrê bi bejdarbûna dayika Ş.Hevrîn Xelef ku bi germahî hate pêşwazîkirin pêk hat. Xuleke rêzgirtinê hate destpê kirin. Rewşa siyasî ku li tevahiya cîhanê, Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bi taybet diqewime hat nirxandin. Rapora xebata du salan hat pêşkêşkirin. Di heman demê da nirxandin, rexne û rexndayîn hatin pêşxistin.

Balkêşiya kongrê ew bû ku di nav beşdaran de hejmareke mezin ji jin hebûn. Jinên ciwan jî xwedî maf bûn ku nirxandin û nerînên xwe pêşkêşî kongrê kirin. Ev jî da diyarkirin ku naveroka vê partiyê hetanî çi radeyê dagirtiye ji demokrasî û pêkanîna pîvanên pêşketî di qada Sûriyeyê de.

Mijarên sereke ku di nava wan nirxandinan da derketin pêş ew bû ku êdî dem hatiye ku ev sedema qeyranê di hundirê Sûriyeyê de were derbaskirin. Li şûna destwerdanên ji derve de bila diyaloga Sûrî – Sûrî avabibe wê hîna wateya xwe ya guherîna çarenûsa dîrokî pêkbîne. Her wiha mafê her kesî heye çi milê xwe yê oldarî, mezhebî, netewî û hemû beşên civakê ku bîr û baweriyên xwe bi cih bînin û bibin xwe biryar di hilbijartina civakek wekhev, demokratîk, zane û tê da jin xwedî prensîb û misyon bin.

Xala herî sereke ku hat destnîşankirin ew bû ku civakên ku bi zorê tên kedîkirin êdî demên wan derbas bûne. Hîna dewletnetew bi wê hişmendiya xwe bi israr dixwaze destpotbûna xwe bide berdewamkirin û civakê her di bin siya wê ferasetên xwe yên tekane de pêktîne. Mûzayîka gelan a ku heye tê binpêkirin. Rengîniya çandan tê tunekirin. Di heman wextî ji destê dewleteke zalim mîna Tirkiyeyê re tê hêliştin. Ji ber li ber çavan e çawa Lîwa’a Iskendronê, Entakiya, niha jî dagirkirina Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê, Cerablus, Bab, Ezaz û deverin din. Destwerdana ji xaka Sûriyeyê ra dihêle ku qeyrana hundirîn çareser nebe. Berûvajî hîna kurtir dike. Lewma girînge civaka Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe van mijaran binirxîne, hem jî bi xwe bikaribe hêza çareserkirinê û guhertinê biafirîne. Civak bi xwe bibe xwediya biryara xwe. Avabike, pêşniyarî bike û bi hişmendiyeke tijî edalet, wekhevî û azadî bijî. Ji hemû deman bêhtir ev serdem hîna amedeye ku tekoşînek ber ve pêkanîna azadiya gelan û derxistina destên qirêj ji hundirê vî welatî.

Xala herî sereke jî ku hat gengeşekirin ew bû: pirsgirêk ango armanca sereke ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ne ku serokê Rêjîma Sûrî hilweşînin, an jî partiya BAA’S ji holê bê rakirin, berûvajî armanc ew e ku di hişmendiyê da guherîn çêbibe. Rêzadeyîna hemû pêşkahteyên gel bê kirin. Ji ber ku qeyrana di hudirê Sûriyeyê da bandoreke xwe ya sereke li tevahiya Rojhilata Navîn û miletên wê dike. Partiya Pêşerojê vê misyonê dide ser milê ku di tekoşîna xwe da bikaribe di warê guherîna van pergalên dogma ku tu caran pêşwaziya rastiya civakê nake bike. Bêguman ne hêsane, lewma di nirxandinan de hat destnîşankirin ku gereg her kes ji hêla xwe ve taybet jî pêkhateya ereb ne ew civak be ku bêgotin, bêbiryar, bênerîn û li gorî berjewendiya her kesî xwe bi rêve bibe.

Xalaka balkêş jî ev mijar bû ku; partiya pêşerojê di tekoşîna xwe ya pênc salan de ne tenê bû xwedî mîrateyeke gelerî her wiha kesayetin nirxdar û hêja di hemû beşên xebatê bûn stêrkên pêşerojê ji bo hebûna partiye. WEk  sekretera giştî ya partiyê Ş.Hevrîn Xelef, Umer Elûş, Merwan El Fetîh, Hemze Hec Elî, Ferhad Remezan, Mihemed El – Necim, Nadiya El – Xeşan, Zinar Efrîn, Zekeriya Eb El Cebar, Ehmed El – Nasir û Beşar El – Hac Bekûr hatin bi bîranîn û ji bo berdewamkirina ked û tekoşîna wan soz hatin dayîn.

Di encamê da pêşniyarî û biryar hatin girtin ku di bingeha hemû biryaran da her demê tekoşîn bê bilind kirin û di bin dirûşmeya “ Sûriyeke Demokratîk, Pirengî û Nenavendî, Rêveberiya Me Nasnameya Me Ye, Hêzên Me Serbilindiya Me Ne, Partiya Me Hêviya Me ye.”  de wê partî xwe bi rêxistin bike, tevahiya beşên civakê di nava xwe de bihewîne û roj bi roj guhertinan avabike da ku gihandina pergalake demokratîk û wekhev pêk were.

Di dawî de hilbijartinên serokê partî û sekertariya giştî hat bi encam kirin ew jî;

Serokê Giştî Yê Partiya Pêşeroja Sûriyê Ebid Hamid El – Mihbaş û sekretera giştî ya partiyê Sîham Dawûd hatin qebûl kirin. Di heman demê ji bo tevahiya herêmên Sûriyeyê meclis hatin hilbijartin û hatin erêkirin.

Di dawî axavtina girtina kongreyê ji hêla Serokê Giştî Yê Partiya Pêşeroja Sûriyê Ebid Hamid El – Mihbaş hate xwendin û kongrê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar