Di 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşxistin de ji bo berdewamkirina komployê û tunekirina îradeya gelê kurd, hin hêzên di komployê de li Soçiyê li hev civiyan.
Sê aliyên garantorên civîna Astanayê di 14’ê sibatê de li Soçiyê li hev civiyan. Civîna ku serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn, serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî beşdar bûn û rojeva sereke dîsa çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û operasyona Idlibê bû.
Civîna di navbera serokê her sê dewletan de hat lidarxistin saetek û 10 deqe berdewam kir. Wek di dema civînê de jî tê diyarkirin li ser mijarên ku wê pêşeroşa Sûriyeyê û gelê herêmê diyar bike, nîqaşek wisa têr, xurt û encamgirtî nehatiye meşandin. Aliyên beşdarî civînê bûne ji hev re çîrokê xwe dubare kirine û dilê hev xweşkirine.
Di encamnameya civînê de jî nûnerên hersê dewletan reng neda û lîstika xwe berdewam kirin. Lê di encamnameyê de hin tiştên ku hatin bilêvkirin dide diyarkirin ku wan li ser hin mijaran li hev nekiriye. Ev mijar çi ne û çima li hev nekirine?
Niha Rusya ji komên çete yên bi pişgiriya tirkan li Idlibê bi cih bûne pir aciz û nerehet e. Lewma Pûtin yekser bal kişand ser vê mijarê û got: ‘’Em nikarin çavên xwe li hebûna komên terorîst yên li Idlibê bigirin. Ji ber vê ez dixwazim ku Rûsya, Tirkîye û Îran avêtina gavên berbiçav bavêjin.” Bêguman ev nirxandina Pûtîn dide diyarkirin ku hewildanên heya niha ji bo paqijkirina komên çete yên li Idlibê têr û bes nabîne. Tirkiye her carê bi hincetek cuda operasyonê bi paş dixe û nahêle li herêmê aramî bi pêş bikeve. Ev jî hem Rûsyayê û hem jî Îranê pir aciz dike.
Di nirxandinan de yekitiya axa Sûriyeyê yek ji mijarên sereke bû. Lê Erdogan di nirxandina xwe de da diyarkirin ku Sûriye ya gelê Sûrîyeyê ye. Yanî mîna Pûtîn û Rûhanî rejîm destnîşan nekir. Ev jî dide diyarkirin ku hewildanên Rûsyayê yên dixwaze dewleta tirk û rejîma Esad bîne cem hev hîn encam negirtiye. Erdogan li ser teror û komên çete yên li Idlibê bi cih bûne nirxandin nekir. Lê mijara wî ya sereke Minbic û rojavayê Firatê bû. Di nirxandinên Erdogan de tişta derdikeve holê ew e ku, Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê aloziya heyî berdewam bike û çareseriyek tê de berjewendiyên gelan hatiye garantîkirin bi pêş nekeve. Lewma di her hevdîtinên de mijarek cuda davê holê pirsgirêka heyî dike mîna girê kor.
Di hevdîtina derbasbûyî ya Pûtîn û Erdogan de cara yekem Mutabakata Edeneyê hat rojevê. Ev mutabakat gelo daxwaza Ergodan yan jî ya Pûtîn e? Na xêr, diyare ku ev daxwaza hin aliyên kûr bi hêz û bandora wan li ser Erdogan û Bahçelî heye ye. Lewma ev bû çend car ev mijar tê rojevê. Pûtîn jî ev bi lêv kir. Lê ev mutabakat çi ye û çima di vê demê de bûye rojev, kî û ji bo çi vê dike rojev, bi vê ve çi dixwaze bê kirin, planên bi vê mutabakatê ve tên veşartin çi ne? Tam nehatine zelalkirin. Lewma pêwîst e mirov li ser vê mijarê bi awayekî berfireh bisekine ji bo baş zanîn.
Tirkiyeyê di vê rewşa heyî de li ser bakurê Sûriyeyê planên pir qirêj amade dike. Ger pirsgirêk di demek nêz de neyê çareserkirin û komên tirk piştgiriya wan dikin ji herêmê dernekevin wê dewleta tirk lîstikên mîna Qibrisê têxe dewreyê. Yanî bi lîstik û dek û dolaban dê bixwaze li ser axa Sûriyeyê maf îdia bike. Bingeha vê jî li Efrînê tê amadekirin. Lewma tişta ku divê Rûsya û Îran bibîne yek jê jî ev e.
Ji bo vê Mutabakata Edeneyê girîng tê dîtin. Ji bo vê Erdogan di van hevdîtinên berdewama civîna Astanayê de siyaseteke şêlû dimeşîne. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareseriyek li gorî berjewendiyên gelê herêmê bi pêş bikeve. Ji bo vê dewleta tirk piştgiriya komên çete dike. Ji ber van sedeman ji bo Erdogan pênaseya serokê çeteyan tê kirin. Ji ber vê yekê di 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî de pêwîst e kurd vê komployê vala derxînin û lîstikên dewleta tirk ên qirêj xira bike.