Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Civînek veşartî di navbera MÎT û ENKS’ê de

Di civîneke veşartî de ku di navbera dewleta tirk û ENKS û muxalefeta Sûriyeyê de hatiye li darxistin de tê gotin ku herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bê dagirkirin û piştre jî serweriya herêmê radestî ENKS’ê bê kirin

Li gorî nûçeya ajansa ANHA diweşîne derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta tirk a dagirker di nava wan de ENKS jî heyî, civîn bi muxalifên Sûriyeyê yên girêdayên dewleta tirk a bi navê “Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” pêk aniye. Di civînê de li ser navê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar û li ser navê kolasyona opozisyonê emîrdarê giştî û serbazê veqetiyayî Abdulbasît Abdulatîf amade bûne, di civînê de hatiye gotin ku, “ Divê em PYD’ê weke terorîst bi nav dikin û piştî operasyonek îhtîmal a li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê divê herêm ji PYD’ê bê standin û dewrê ENKS’ê bê kirin. Her weha divê piştî dagirkirina Rojava heremê radestî ENKS’ê bê kirin.”

Di demekê ku ji bo di navbera Encumena Niştîmanî Kurdî li Sûrî (ENKS) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de diyalog bê çêkirin, ji aliyê Fransa ve hewildanek tê kirin de, derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta tirk a dagirker di nava wan de ENKS jî heyî, civîn bi muxalifên Sûriyeyê yên girêdayên dewleta tirk a bi navê “Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” de pêk hatiye. Di belgeya civînê de axaftinên Ebdulhekim Beşar ku li ser navê ENKS’ê tevli civînê bûye balê dikşîne.

Li gor belge û wêneyên ku di tora civakî de ji aliyê gelek kesan ve tê parvekirin de, tê diyarkirin ku di 27’ê tîrmehê de (27.07.2019) bi pêşengiya îstîxbarata dewleta tirk a Teşkîlata Îstîxbarata Milî (MÎT) de li Stenbolê bi pêkhateyên qaşo muxalifên Sûriyeyê yên girêdayên dewleta tirk a bi navê “Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” civînek hatiye çêkirin. Tê gotin ku civîn li ser daxwaza ENKS’ê, bi pêşengiya MÎT’ê hatiye çêkirin û civîna li ser mijara “Rewşa heyî ya Efrînê û xûrtkirina xebatên di heremê de tên meşandin”, Cigirê Serokê ENKS’ê Abudilhekîm Beşar, Sekreterê Giştî yê koalsyona opozisyona Sûriye Abdulbasît Abdulatîf û endamên lijneya rêveberiya ENKS’ê Nazir Hakim, Abdullah Kado û Endamê desteya rêveber a ENKS’ê Fêsel Yûsuf, tevli bûne.

Ji nava hêzên opozisyona Sûriye û kesên ji Efrînê jî koma Mehmûd Nûh , koma Wecîh Ereb, sekretêra Wecîh Ereb a bi navê Henan, Sêf Ebûbekir, Enes El Şêx Wês, fermandarekî çeteyan Ehmed Berî , Neqîb Mustefa , El Zîr koma Sultan Murad, Wa’îl El Seyîdî û Ebû Ibrahîm El Tewîl ji meclisa Babê, amade bûn.

Beşar: PYD’ê terorîste

Di civîna ku li ser pêşketinên dawî ya li ser heremê jî hatiye nîqaşkirin de, rêveberên ENKS’ê, hin hiqûqnasên Efrînî yên li Tirkiyê rûdinên û heyeteke “ronakbîr” dawetê civîna tê gotin kirine. Di civînê de axaftina ku demekê serokatiya ENKS’ê jî dikir Sekreterê Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) yê berê Abdulhakîm Beşar bal dikişîne.

Beşar ku weke rayedareke MÎT’ê an jî berdevkê dewleta tirk e diaxive, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) weke ‘terorîst’ bi nav dike û dibêje; “Divê kurdên Sûriyeyê destek nedin PYD (bi PYD re nebin alîkar). Beşar, di berdewama axaftina xwe de destnîşan dike ku ew nikarin erdnîgariyê biguherînin û got : “Wek e kurdên li Sûriyeyê, em ê bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe baş bikin û bi hemû pêkhateyên li Sûriyeyê re jî di nava diyalogê de bin.”

“Divê herêm radestî ENKS’ê bê kirin”

Piştî axaftina Ebduilhekîm Beşar, emîndarê giştî yê opozisyona Sûriye Abdubasît Abdulatîf jî piranî gotinên kesên ji Efrînê hatine dinirxîne û dibêje; “Divê civînên wiha zêdetir bên lidarxistin. Zehmetî encax bi vê rengî dikarin derbas bikin. Tiştên li vir tên axaftin û daxwazên kesên ji Efrînê hatine jî ji rayedarên dewleta tirk re bên ragihandin.”

Kesên ku ji Efrînê tevlî civînê bûne jî piranî li ser rewş û pêkûtiyên komên çete yên girêdayên dewleta tirk axivîne. Derbarê mijarê de ev tişt hatine gotin: “Rêveberên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine tayînkirin hemû karên nelirêtî û diziyê dikin. Ev jî dihêle îmajek nebaş çêbibe. Kiryarên van koman hem li ser Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê, hem ENKS û hem jî dewleta tirk dibe mal û zirarek mezin dide. Her wiha ev kiryar destê PYD’ê jî xûrtir dike. Dixwazin pêşî li vê yekê bê girtin. Daxwaza din jî ew e ku divê bi çek kirin bê kontrolkirin.”

Li gor hin agahiyên din ên ji civînê derketine jî ew e ku rêveberên koalisyonê û yê ENKS’ê diyar û daxwaz kirine ku piştî êrîşeke dagirkirinê ya îhtîmal a li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê rêveberiya heremê ji PYD’ê bê girtin û radestê ENKS’ê bê kirin. QAMIŞLO

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar