Bê gûman di vê mehê de, bi giranî mijara hemû civîn, hevdîtin, daxwiyanî, ragihandin û hwd.bi giştî, di çarçova şerê Ukrayna de bûn. Jiber ku êdî navê wê li ser e; qonaxek giring a Şerê Cîhanê yê 3’yemîn!
Ji van civin, hevdîtin û ragihandinan, mirov dikare hinekan wisa rêz bike.
- Bêgûman yên herî mezin û berfireh û di rojekê (24.3.2022) de li pey hev li Brukselê pêk hatin; NATO, YA û G7.
- Civînaa YN (KP) di roja ewil de; 11 erê, 3 bêalî (Çîn, Hindistan û YME) man. Du rojan (26-27’ê Sibatê hema li pey şerê Ukraynayê bi 3 rojan) li ser hev kom bûn, lê di roja dudan de jî jiber mafê vetoya Çînê û Rûsyayê bê encam bi dawî bû.
- Civîna bilind a 6 dewletan li Çola Necefa Israilê pêk hat; DYA, Israîl, Misir, Fas Bahreyn û Yekitiya Mîregtiya Ereban. Armanca vê civînê; 1- Li dijî Îranê têkoşîna hevpar. 2- Ji bo çareserkirina pirsgrêka Filistîn-Îsraîl; pêkvejiyana dudewletî. 3- Guftugo liser şerê Ukraynayê! Civîna bilind a 3 qolî jî berî 4 rojan li Misrê pêkhatibû; Misir-Israîl-Yekitiya Miregtiya Ereban.
- Forma Dîplomasiya Antalya; li vira Lavrov û Kuleba jî li hev rûniştin.
- Heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê civiyan. Lê civîna roja dudan hate paşvexistin. Rûsya ji axaftinên Î.Kalin ên li dijî Rûsyayê pir hêrs bû.
- Bîden, piştî civînên Brukselê çû Polonyayê.
- Wezirê derve yê Sûriyeye Feysel Miqdat, berî şerê Ukraynayê bi rojekê çûbû Moskovayê!
- Wezîrê derve yê İranê çû Şamê.
- Zelensky got; gunehkarê kuştina sivîlan NATO ye!
- Senatorê Emrîkî Lanes Grahm got; “ma qey Britusek nîne ku Pûtîn bikuje”?!
- Trump, got “em bi frokeyen al’ên Çînê, li Rûsyayê bidin, bila Çîn û Rûsya bihev bikevin û em jî wan temaşe bikin”!
- Semir Handal’ê Filistînî yê gûmankujerê Jovend Moise’ê Serokdewletê Haîtî, li Stanbolê hate girtin!
- Wezîrên derve yên Çînê û Italyayê gotin “em dixwazin di şerê Ukraynayê de navbênkariyê bikin”
- Serokwezîrê Israilê Bennett, ji Moskovayê peyama Pûtîn girt û gihand Di heman demê de Bennett û Scholz jî gotin “em dixwazin di şerê Ukraynayê de navbênkariyê bikin”!
- Ehmedî Nejad hinek gotinên balkêş weke mînak “em mafê çarenûsa gelan nas dikin û” li gel vêna 5 xalên reformîst pêşkêş kir. Her wiha got “Rojava (DYA û YA), dixwazin Siûdî Erebistan bikin 4 parçe, Tirkiyê bikin 3 parçe û Îranê bikin 6 parçe”
- Macron got “em xweseriya KORSIKA’yê dikarin bi pejirînin”!
- Vezîre derve Îrane Abdullahiyan çû Moskovayê di 15.3.2022’yan de.
- Li goreyî raya giştî: DYA, krîza Çîn-Tayvanê tevdide!
- Vezîrê Derve Î ranê Abdullahiyan cara dudan çû Şamê; di 24.3.2022’yan de.
- Civîna 7’an a li Cenevreyê ya Komîta Makezagona Sûriyeyê, dîsa bê encam belav bû.
- Serokwezîrê Macaristan Orban, du daxwazên Zelensky red ki
- Norveçê, nexwest ku NATO li welatê wan xebatê bike!
- Serokwezîrê Kosova, biryar girt ku êrîşî Sirpan bike. Dewleta Tirka ya yekemîn bû ku serxwebûna Kosova ya 2008’an nas kir!
- Şerê Ukraynayê, dubendî xist navbêna Ortodoksan!
- Koreya Bakur, ceribandina herî meddirêj a Fuzeya Balistik pêkanî.
- Rûsyayê got “me li Ukraynayê ji 36 SÎHA’yên Tirka 35’ên wan xistin erdê”!
- Krîza hilbijartina Serokkomarê Iraqê hîn jî dewam dike. Sedemê wê; nakokiyên navbêna Îranê û Emerîkayê Hilbet li vira, yê di nava vê krîzê de xwedî rola sereke ne Îran, Israîl, Tirkiye û PDK ne!
- Mesrûr Berzanî got “di nêz de em ê, bi Israîlê re, karibin xazê bidin Tirkiyeyê û Ewrupayê”! Jixwe êrîşên fuzeyên Îranê yên li Bexdayê û Hewlêrê li pey van daxwiyaniyan zêdetir bûn. Her wiha di heman rojan de, bi serdana serokkomarê Israîlê Herzog ra, R.Erdogan jî, mîna heman gotinên Berzanî, daxwuyanî dabû çapemeniyê!
- Zelensky, bi piraniya meclisên dewletan re, bi rêya video telefonê axivî û alîkarî xwest!
- Lavrov, nuha mêvanê hevsengê xwe yê Çînê Wang Yi ye; (30 Adar 2022!)
- OPEC sibê civîna awarte çêdike; (31 mart 2022!)
Li himberî her du eniyên sereke ku di şerê Ukraynayê de cih standine û her enî jibo xwe xurtir bike ketiye nava hewldanan; civînan, hevdîtinan pêktînin û daxwiyaniyan didin, hêz an jî eniya demokrasiyê û azadixwaz a xwedî rêya 3’yemîn jî ne bê hewldan e.
Bêgûman serkêşiya vê eniya xwedî rêya 3’yemîn, Tevgêra Azadiya Kurdistanê dikişîne û felsefeya wê ya Rêber APO ye.
Dikare were gotin ku paralelî vî şerê Ukraynayê û hewldanên hêzên hegemonên cîhanî, têkoşîna Tevgêra Azadiyê jî, bi taybetî di vê heyva Adarê de, ji hemû salên din bêhtir gûr û geş bûye.
Bi ruhê berxwedana Mazluman û Rahşanan ve di 8ê Adarê de agirê têkoşînê bi pêşengiya jinan hate pêxistin, di 21ê Adarê de bi agirê Newrozê ve geştir bû û di 21-28ê Hefteya Qehremaniyê de, bi tevlêbûna milyonan, him li her çar parçeyê Kurdistanê û him li hemû cîhanê, ev germahî û ronahî gihişt mirovahiyê jî.
Jibo di vê astê de beşdarbûn û ewqas coş û îradeyê, gelek şîrovegeran got in: Ev referanduma gelê Kurdistanê bû, ev kongreya giştî ya gelê Kurdistanê bû û hwd. Hemû rast in!
Wisa diyar e ku ev coş û germahî, ew ê heta 4’ê Nîsanê venemire, li gel hemû astengên dewleta faşîst jî ew ê her dewam bike û di 4ê Nîsanê de ev îrade û ruhê berxwedanê û pîrozbahî li Amarayê were tacîdar kirin!
Ji nuha ve 4’ê Nîsanê jî li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be!