Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwan bi tevlibûnê bersivê didin komplogerên 9’ê Cotmehê re

Di salvegera 9’ê Cotmehê de 20 ciwanên êzidî tev li Asayîşa Êzidxanê bûn. Di merasîmê de hat gotin ku tevlibûna ciwanan a ji bo asayîşê, ji bo kesên ku dixwazin Asayîşa Êzidxanê ji holê rakin, bersiva herî xurt e

Beriya niha salekê di 9’ê Cotmeha 2020’an de hikûmeta Bexda û Hewlêrê dijî Şengalê peymanek îmzekirin. Li gorî peymanê divê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzidxanê û saziyên din ên girêdayî rêveberiya xweser werin tasfiyekirin.

Weke bersivek ji bo peymana 9’ê Cotmehê, 20 ciwanên êzidî li Akademiya Şehîd Selam a dewreya Şehîd Pîr Xidir, perwerdeya xwe qedandin. Ciwanan di nava 45 rojan de dersên li ser parastina civakê, dîroka Êziditiyê û gelek mijarên din dîtin. Dewreya perwerdeyê duh bi merasîmek leşkerî dawî bû.

Di merasîma piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû şehîdan destpêkirî de, ji berpirsên Asayîşa Êzidxanê Hecî Şengalî axivî.

Berxwedan hemû planan têk bir

Hecî destpêkê bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê û wiha got: “Salek bi ser peymana 9’ê Cotmehê re derbas dibe, bi peymanê dixwestin civaka me bê îrade bihêlin, xwestin rêveberiya me, parastina me ji holê rakin. Lê berxwedana dayikan hêja bû, gelê me bi pêşengiya dayikan li ber xwe dan û li hemberî vê planê rabûn ser xwe. Berxwedanê planan têk bir û gelê me hêza xwe da diyarkirin. Xwestin Asayîşa me ji holê rakin lê dîsa gel xwedî li asayîşa xwe derket û planên wan têk bir. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin, bi rêxistinbûn û yekitiya xwe em ê bersiva hemû êrîşan bidin.”

Dewre bersivek e

Hecî Şengalî di dewamê de behsa perwerdeya ciwanan kir û ev tişt anî ziman: “Dewreya Perwerdeyê ya bi navê Şehîd Pîr Xidir, em li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Şehîd Pîr Xidir li nexweşxaneya Sikêniyê di encama êrîşa dewleta tirk de, bi rêhevalên xwe re şehîd bibû. Em di şexsê Pîr Xidir de tevahî şehîdên fermana 74’an bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Ev dewre ji bo kesên dixwazin asayîşê tune bikin, bersivek e. Em bi gefan dev ji doza xwe bernadin, em ê heya dawî civaka xwe biparêzin. Bi saya we ciwanan îro dayik û xwişkên me di aramiyê de dijîn, li ser pêyan in û Şengal aram e. Bi saya Asayîşa Êzidxanê bi hezaran malbatên me yên ji ber DAIŞ’ê koçber bibûn, vegeriyan ser axa xwe ya pîroz.”

‘Em ê Êzidxanek xweser ava bikin’

Her wiha Şengalî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila dijmin baş bizane, dê nikaribin soza me dayî şehîdan vala derbixin, dijmin fermanê de her tişt ji me bir lê nekarî îradeya me bigire. Divê hemû ciwan piştî perwerdeyê berpirsyartiya xwe rabin. Her ciwan ji bo parastina civaka xwe bibe milîtanek, pêwîst e em gelê xwe biparêzin. Tolhildana dayik û xwişkên me erka me ye. Çawa me peymana 9’ê Cotmehê têk bir, em ê wisa jî Êzidxanek xweser bi ruhê Zerdeşt û Zekiyan ava bikin.”

Piştî axaftinê, endamên nû yên Asayîşa Êzidxanê bawernameyên xwe girtin û merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar