Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ciwan dê ji bo çand û zimanê xwe li ber xwe bidin’

Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê da zanîn ku bi zextan nikarin pêşiya ciwanan bigirin û got: “Pergala heyî, ciwanên wekî dejenerebûyî, ji rastiyê dûr û bêxem dixwaze. Lê em ê li her qadê li ber xwe bidin û xwe birêxistin bikin.”

Li hemberî Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zext her ku diçe zêdetir dibin. Kar û xebatên meclisê wekî derqanûnî tên nîşandan û tên qedexekirin. Meclisa Ciwanan li dijî fuhûş, hişbir, asîmîlasyon û qirkirina çandî bi dirûşma “Rajêr nebe, Azad bibe” hamleya rêxistinbûnê da destpêkirin.

Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Gulîstan Yilmaz têkildarî mijarê ji nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer re axivî û diyar kir ku êrîş û zext polîtîk û siyasî ne.  Gulîstan Yilmaz bal kişand ser xebatên xwe û wiha got: “’Rajêr nebe, Azad bibe’ dê li herêmê û Tirkiyeyê xebateke aktîf bidin dest pê kirin. Em ê di çarçoveya xebatên xwe de faaliyetên wekî fûtbol, voleybol, basketbol, turnuvayên satrançê, kursên perwerdehiya ziman, atolyeyên xweparastinê û atolyeyên hunerê li dar bixin.”

‘Ciwan bê hêvî hatine hiştin’

Yilmaz destnîşan kir ku bi atolyeyan dê armanc bikin ku ciwanan ji jiyana dejenerebûyî rizgar bikin û wiha got: “Dixwazin qada ciwanan li pêş bixin û hewl bidin ku ciwan li dijî dejenerebûnê jiyanek din biafirînin. Niha bi rêya medyaya civakî bi armanca fenomeniyê rojeva ciwanan tê guhertin. Pergala perwerdehiyê xirab e û ciwan bi fikara pêşerojê jiyana xwe didomînin. Ciwan bê hêvî mane û her wiha armanca ciwanan jî nîne. Em armanc dikin ku li dijî van tiştan jiyaneke aktîftir biafirînin.”

‘Ciwan ji rastiyê tên dûrxistin’

Yilmaz di axaftina xwe de bal kişand ser armana jiyana ciwanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo jiyanê armanc girîng e. Divê li gorî daxwazên xwe têkoşînek bidin û li dijî daxwaza pergalê her tim têkoşîn hewceye. Pergala heyî, ciwanên wekî dejenerebûyî, ji rastiyê dûr û bêxem dixwaze. Dixwazin di nav ciwanan de hişbir û fuhûşê belavbikin.  Ciwan ji çand û ziman tên dûrxistin.  Ji sedî 60 ciwan niha hişbirên cuda bikar tînin.  Pergal ji bo têkçûna ciwanan hemû rêbazan bikar tîne.”

Yilmaz da zanîn ku bi hemleya ku hatî destpêkirin dê li her derê ciwanan bi rêxistin bikin û wiha got: “Em tu carî li hemberî êrîşan bêdeng namînin û nikarin bi êrîşan me asteng bikin. Em nabin ciwanên pergala heyî.  Em ê bi çand û zimanê xwe li qadan bibin têkoşer. Ciwan dê her tim bi hewldanên xwe li dijî polîtîkayên dijwar li ber xwe bidin.”

‘Em ê li qadan li ber xwe bidin’

Gulîstan Yilmaz di axaftina xwe de qala qedexên şahiyan kir û wiha dom kir: “Di rojên borî de şahiya ciwanan ji hêla walîtiyê ve hat qedexekirin. Lê me li dijî qedexeyan dîsa şahiya xwe bi govend gerandinê pêk anî. Polîsên ku xwestin me ji parkê derxin, me bi meşê helwesta polîsan şermezar kir. Li kolanan hevalên me hatin tehdîtkirin, derpkirin û bi tacizê re rû bi rû man. Dixwazin xebatên me asteng bikin, lê em tu carî bêdeng nabin û gavek paşve navêjin. Em ê li qadan li ber xwe bidin û rêxistinbûna xwe ava bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar