Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ciwan dê peyamên Ocalan ji gel re vebêjin

Endama Meclisa Ciwanên HDP’ê Merve Oztep anî ziman ku ew Danezena Newroza 2013’an a Ocalan esas digirin. Oztep diyar kir ku ew dê bêhtir xwedî li peyamên Ocalan derkevin û dê mal bi mal bigerin û peyamên Ocalan ji gel re vebêjin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’yê gulana îsal de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ocalan deklarasyoneke ku ji 7 xalan pêk tê, bi raya giştî re parve kir. Di deklarasyonê de Ocalan pêşniyar dikir ku pirsgirêkên li Tirkiye û herêmê bi rêyên diyalog û demokrasiyê bên çareserkirin. Parêzerên Ocalan piştre jî di 22’yê gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirin. Piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê jî parêzerên Ocalan di 12’ê hezîranê de û malbata wî jî di 5’ê hezîranê de hevdîtin kir. Ocalan bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên girîng dan raya giştî.

Têkildarî peyamên Ocalan, ji endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Merve Oztep ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Oztep anî ziman ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, pêvajoya îmha û înkarê careke din ketiye dewrê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de herî zêde ciwan hatin hedefgirtin. Polîtîkayên tiryakê, fihûş û pişaftinê ketin dewrê. Dewlet di serî de ciwanan hedef digire. Ji be ku ew jî dizanin dema ku ciwan rabûn ser pêyan, dê desthilatiyê hilweşînin.”

Sîxûrtiyê li ciwanan ferz dikin

Oztep daxuyand ku di demên dawî de hevalên wan tên revandin û sîxûrtî lê tê ferzkirin û wiha domand: “Ji bo jin û ciwanan xwedî polîtîkayên cuda ne. Dixwazin ciwanan hepsî kafeyan bikin. Pergal naxwaze ciwan bifikirin û bipirsin. Dema ku ciwanan got ‘em hene’, wê demê dikarin xwedî li xwe û dîroka xwe derkevin.”

Bang li ciwanan kir

Di dawiyê de jî Oztep wiha axivî: “Divê krîza aborî û siyasî ya li Tirkiye û herêmê, bi taybet jî polîtîkaya îmha û înkarê ya li dijî kurdan bi dawî bibe. Ji bo vê, divê em ciwan bibin bersiva banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em Danezana Newroza 2013’an a Ocalan esas digirin û em ê hîn bêhtir xwedî lê derkevin. Hem li Tirkiye hem jî li Kurdistanê em ê li dijî faşîzmê têbikoşin û li gorî siyaseta demokratîk tevbigerin. Ji bo vê jî divê em bêhtir xwe birêxistin bikin û deklarasyona Ocalan bêhtir di nav gel de belav bikin. Em ê li kuçe û kolanan, mal bi mal bigerin û van peyaman ji gel re parve bikin. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku ji bo ku bibin bersiva pêvajoya nû, tev li xebatan bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar