Hunermendê kurd Ciwan Heco ji bo êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava, li ser medyaya civakî bang li hunermendên cîhanê kir û wiha got: “Ez rica dikim ku hûn li hemberî êrîşên qirkirinê û wehşeta ku dewleta tirk li ser gelê min dike, dengê xwe derxînin.”
Hunermendê kurd Ciwan Heco têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, li ser hesabê xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û bang li hunermendên cîhanê kir.
Peyama Ciwan Heco a li ser medyaya civakî wiha ye:
“Hevalên hêja,
Ez îro ne tenê weke hunermend û mûzîkvanekî, di heman demê de weke mirovekî xwe digihînim we. Îro gelê min ê kurd li bakurê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk û cîhadîstên El Qaîdeyê ve tên qirkirin û bi paqijiyeke etnîkî re rû bi rû ne. Ev şer ne tercîha me bû. Di pêvajoya ‘xîlafetê’ ya DAIŞ’ê de bi dehhezaran mirovên me canê xwe feda kir. Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de me herêma xwe ya bakurê Sûriyeyê mîsoger kir. Me ji bo xiristiyan, êzidî, misilman, kurd, suryan û ereban herêmeke biewle ava kir. Ev bihevrebûna me ya bihizûr, di 9’ê cotmehê de li ser dagirkeriya dewleta tirk û cîhadîstên wê yên bi pereyan şer dikin bi hovane bi dawî bû. Ji wê rojê ve bi sedan sivîlên bêguneh hatin kuştin û zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn.
Di hefteya bihûrî de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku dewleta tirk sûcên şer dike. Donald Trump ê ku destûra vê dagirkeriyê da, ev şer şiband şerê zarokan di nava xîz de dilîzin. Di vê êrîşa barbarî ya li dijî gelê me de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Dewleta tirk hema hema nîvsedsaleke ku li ser gelê min qirkirinê dike. Îro jî hewl didin li welatê me paqijiya etnîkî bike. Bi vê êrîşa xwe re DAIŞ jinûve zindî kirin. Gelê min li dijî vê rêxistina terorê bi lehengî şer kir û têk birin. Hevalên hêja, ricaya min ji we heye ku hûn li hemberî vê wehşeta ku dewleta tirk li ser gelê min dike, dengê xwe derxînin. Em dikarin bi hev re jiyana milyonan insanan rizgar bikin. Destûrê nedin vê qirkirinê.! #SaveRojava”
Çend hunermendên ku Ciwan Haco bang lê kir wiha ne;
“Erîc Clapton, Roger Waters, Metallîca, Ozzy Osbourne, Korn, Stîng, Mîck Jagger, Slash, Led Zeppelîn, Iron Maîden, Dave Mustaîne, Fayrouz, Santana Carlos, Red Hot Chîlî Peppers, Rîhanna, Robert De Nîro, Bruno Mars, Pînk, Katy Perry, Neîl Young, Scorpîons, Stevîe Wonder, Nîck Cave, Radîohead, Bob Dylan, Marîlyn Manson.”