Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘Ciwan her tim fedaiyên Rêber Apo ne’

Di Meşa Dirêj de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Heîlbronnê destpê kir, roja 3'yemîn qediya. Ciwanan bi çalakiyekê gerîlaya YJA Starê Sarah Handelmann bi bîr anîn.

Ciwanên ku bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok Jiyan nabe”, xwe gihandin Boblîngenê, mîtîngek lidar xistin.

Ciwanan sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwestin û bang li gelê li Ewropayê kirin ku piştgiriya mexdûrên erdhejê bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta tirk a faşîst çawa ku îro li Kurdistanê sûcên şer dike, li gel vê yekê pereyê alîkariyê yê gelê me ji bo mexdûrên erdhejê re dişîne, wê careke din ji bo vî şerî bi kar bîne. Em ciwan, bang li gelê xwe yê welatparêz ê li Ewropayê dikin. Dem dema xwedîderketina li gelê me yê mexdûrê erdhejê ye. Em ê welat û gelê xwe ji bextê dewleta tirk a faşîst re nehêlin. Çawa ku em dibêjin îsal wê bibe sala serketinê, wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê bi heman rengî em xwedî li welatê xwe jî derkevin.”

Ciwanan piştre berê xwe dan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Boblîngenê û ji bo gerîlaya YJA Starê Sara Dorşîn (Sarah Handelmann) çalakiyeke bîranînê lidarxistin ku Sara Dorşîn 7’ê nîsana 2019’an di êrîşa dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd ketibû.

Di şexsê Sara Dorşîn de ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşa azadiyê ya ciwanan silav kirin.

Bi navê Tevgera Ciwanan jî Çekdar Serhed axivî û diyar kir ku ciwan wê li ser rêya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin û got, “Ciwan her tim fedaiyên Rêber Apo ne.”

Di bîranînê de di şexsê Sara Dorşîn de sînevîzyonek têkildarî Şehîdên Şoreşa Kurdistanê hate nîşandan.

Wê 4 rojên din hata Stasboûrgê

Ciwanên ku di nava sê rojan de bi 57 kîlometreyî meşiyan, plansaziya wan a 3 rojên bê bi vî rengî ye:

“Roja 4’emîn, ciwan wê li Eskater Park a li bajarê Reûtlîngenê saet di 09:00 de li hev kom bibin û li navenda bajarê Reûtlîngenê bi 5 kîlometreyan bimeşin. Êvarê saet di 17:00 de wê li Holzmartê mîtîngekê lidar bixin û ber bi mala Şehîd Sara Dorşîn lê mabû, bimeşin.

Roja 5’emîn ciwan wê ji navenda bajarê Offenbûrgê ber bi bajarê Lahrê ve bimeşin. Li Lahrê di semînerekê de li hev kom bibin.

Roja 6’emîn, ciwan wê saet di 09:00 de li navenda bajarê Freîbûrgê li hev kom bibin, li kolana herî qelebalix a bajêr bimeşin û êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Freîbûrgê tev li semînera ‘Jin ên ciwan’ bibin.

Roja 7’emîn, ciwan wê ji bajarê Heîlbronnê bi rê bikevin û xwe bigihînin ciwanên enternasyonalîst ên ji Swîsreyê bi rê ketine, li Strasbourgê li hev kom bibin û beşdarî meşa navendî bibin ku bi deh hezaran kes wê tev li bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar