Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Pazartesi - 26 Ağustos 2024

Ciwan ji ber zextên hikûmeta Başûr berê xwe didin derveyî welat

Axa başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê ji aliye dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Gel bi taybetî ciwan li dijî vê dagirkeriyê û hevkariya hikûmeta herêmê nerazîbûn nîşan didin. Lê PDK’ê jî heman polîtîkayên ku dewleta tirk li bakurê Kurdistanê dimeşîne, li ser gelê Başûr dimeşîne. Bi taybetî polîtîkayên qirêj ên hikûmetê li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin û nerazîbûna gel zêde ye pêk tê.

PDK bi taybetî li herêma Behdînanê li hemberî gel û ciwanên ku bertek nîşanî dagirkeriyê didin û hevkariya hikûmetê ya bi dewlet tirk re rexne dikin, dest bi operasyona binçavkirinan kiriye. Heta niha bi dehan ciwan bi hincetên vala lê di esasê xwe de ji ber bertek nîşanî dagirkerî û hevkariyê dane, hatine binçavkirin û girtin. Ji ber van polîtîkayên PDK’ê ya li ser gel û ciwanan dide meşandin, ciwan neçar dimînin ji herêmê koç dikin û berê xwe didin derveyê welat. Derveyî zextên siyasî ciwan ji ber krîza aborî û nedîtina kar jî berê xwe didin derveyî welat.

Têkildarî polîtîkayên hikûmetê û koçkirina ciwanan çalakvanên Dihokê axivîn û diyar kirin ku li Behdînanê ji ber zextên desthilatê ciwan neçarî koçberiyê tên kirin.

Çalakvan Bawan Bawanî têkildarî sedemê koçkirina ciwanan got ku ji ber nebûna azadî, tayîn nekirin, nebûna derfetên kar ciwan ji hikûmeta herêmê bê hêvî mane û ji ber vê yekê koçî derveyî welat dikin.

Bawanî destnîşankir ku ciwanên koçî derveyî welat dikin piraniya wan kesên zanîngeh û peyamangehan qedandine û wiha got: “18 hevalên min ku di van rojên derbasbûyî de koçî derveyî welat kirine, ji wan 12 kes zanîngehê qedandine. Bi qasî ku ez dizanim hemûyan jî gelek hewildan kirin da ku di saziyek de werin tayînkirin. Lê nehatin tayînkirin û kar bi destê wan neket. Ew dizanin derketina derveyî welat rêya mirinê ye lê gel û ciwan ji hikûmetê bê hêvî mane û ji ber wê rêya mirinê hildibêjirin.”

Sedema koça ciwanan

Çalakvanê bi navê Yehya Aras jî li ser sedemê koça ciwanan ev tişt anî ziman: “Bi salan e ciwan li benda Hikûmeta Herêmê ne ku girîngiyê bi ciwanan bidin û ciwan rola xwe bilîzin. Lê hikûmetê ciwanan paşguhxist û ciwan bêhêvî man. Ji bo wê rojane gelek ciwan berê xwe didin derveyî welat.”

Yehya Aras diyar kir ku erkê ser milê hikûmetê ye derfetê kar ji bo ciwanan peyda bike û got ku li gorî zanyariyan parêzgeha Dihokê di rêjeya bêkariyê de di rêza yekem de ye, ji bo wê herî zêde ciwan ji parêzgeha Dihokê koç dikin.

Rêya mirinê

Koçkirina ciwanan di demek de ye ku salan e di dema koçkirina ber bi welatên Ewropayê ve bi sedan kes di derya û rêyên qeçaxî de dibin qurbanî. Heta niha bi dehan malbatên kurd jî li ser rêya koçberiyê di derya û rêyên cûda de ji beriya ku bigihin Ewropayê bûne qurbanî. Heta niha jî cenazeyên bi dehan welatiyên kurd nehatine dîtin. Tevî van zehmetiyan jî lê hîna koçkirin didome. DIHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar