PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ciwan kom bi kom tev li berxwedana Kobanê dibûn

Li wê derê hejmareke ciwanê ji Bakur hebûn bi temenê xwe biçûk bûn lê bihîstibûn ku şer heye hatibûn alîkariyê bikin. Bi taybetî 6-7’ê cotmehê û şûn gelek tevlibûn çêbûn, ciwan bi koman dihatin, xwe li sînor didan dihatin, li derî didan dihatin. Dîmenên bi vî awayî bûn

Nêrgiz Ismayîl |

Berxwedaniyeke cîhan ku di tu dîrokan de nehatiye jiyîn li Kobanê hat jiyîn. Hemû hêzên cîhanî li ser gelê me bûne yek. Lê belê ne tenê berxwedaniyeke di warê çekê de lê belê di naveroka xwe ya bîrdozî û hişmendî de jî hîn kurtir hat kirin. Yek ji wan kesên ku di wî şerî de kêlî bi kêlî jiya û bû şahidê gelek bûyeran rojnemeger Mihemed Seydî bû. Mihemed Seydî bersiv da pirsên Nêrgiz Ismayîl û behsa wan kêliyên tijî û dagirtî kir.

*Di destpêkê de hûn dikarin ji me re berxwedaniya Kobanê binirxînin?

Mihemed Seydî: Şerê Kobanê yê esasî ku hat destpêkirin di 18’ê Tîrmeha 2013’an de bû. Şerê destpêkê ji aliyê Girê Spî ve hatibû destpêkirin. Piştre li aliyê Sirînê hat destpêkirin, piştre ji aliyê rojava bû, yanî ji gundên ereban ku tev li Cebhet El Nûsra û komên din ên çeteyan bûbûn. Li aliyekî din jî YPG’ê hebû, fermî nebû, fermî nehatibû avakirin, tenê ciwanên Kobanê hebûn, hinek ciwan li wê derê ji Efrînê hebûn tev li hêzên leşgerî bûbûn lê hejmareke pir biçûk bû, belkî hejmareke kêm bû wekî 40-50 bû. Yên din jî hemû ji milet bûn, dema şer destpê kir heta bi kesên temen mezin jî beşdarî şer dibûn.

Ê dema em behsa şerê Kobanê û berxwedaniya wê dikin wê demê ji 15’ê Îlona 2014’an dest pê dibe. Wê demê êdî hêdî hêdî êrîş fireh bûn, berê li eniyekê şer çêdibû vê carê li her sê eniya dest pê kiribû. Berê hêzek hebû, dema li eniyekê şer çêdibû teqwiye ji wan re diçû. Lê di 15’ê Îlonê de li her sê eniyan jî şer dest pêkiri bû.

Wê demê ez di Radyoya Dengê Kobanê de bûm. Ew radyoya yekemîn li Kobanê bû. Taybet jî min bernameyeke YPG’ê pêşkêş dikir. Min baş rewşa cebheyan dizanîbû. Wê demê ceyran nebû, milet tenê li radyoyê guhdar dikirin. Car caran em diçûn me bernameyên şervanan çêdikir, me rewşa heyî ji nêz ve dişopand. 15’ê Îlonê êdî hejmara kesên ku birîndarbûn zêdebûn. Hêdî hêdî deng ji gundan dihate bihîstin. Li gundê xerêbê behsa gundê Ta’likê dihate kirin, gotin çete ketinê. Piştî wê êdî yek bi yek herêm dan ber xwe û şer giran bû, hejmara birîndaran zêde bû. Li aliyê şerqê jî nehat bihîstin heta ku gihîştin dibistana Serzûrî ket rojevê. Li wê dibistanê şer destpê kir û milet jî dest bi koçberiyê kir. Ji ber diviyabû gundan vala bikin û YPG’ê jî rehet şer bike. Wê demê milet berê xwe dida bajar. Cihê me yê kar jî 6-7 km ji bajêr dûr bû. Me didît çawa milet berê xwe dide bajêr. Ne her kes otomobîlên wan hebûn û diçûn, gelek kes tenê pez û çêlekên xwe didan pêşiya xwe û bi meşê diçûn. Çenteyên biçûk hilgirtibûn û zarokên biçûk li gel wan bû. Hinek li ser rêka giştî dimeşiyan û diçûn, hin jî di nava eraziyan de diçûn. Piştî mijara Tilşe’îrê tirkan sînor jî girtibûn.

Her ku cebhe teng dibû milet ji bajar jî derdiketin. Xebera dê êdî DAIŞ’ê êrîş bike belav bû. Tu bikî nekî milet jî di bîra wî de mabû rewşa ku bi serê Şengalê ve hatibû. Lê dîsa jî berxwedan hebû.

*Wê demê tu li ku derê bû?

Mihemed Seydî: Heta wê demê jî ez li radyoyê bûm. Min bi çavên xwe dît çawa şervanên YPG’ê derbasî cihê radyoyê bûn. Radyo 6-7 km dûrî bajêr bû. Bi şev ez û hevalek din li wê derê diman. Em sibehê rabûn me dît ku şervan li wê derê ne. Êdî wê demê me ferq kir ku çiqasî rewş giran e. Şervanên ku bi salan li wê derê bûn xwe amede dikirin. Di destpêkê de kesekî nizanîbû dê çi çêbibe.

*Wê demê bi taybetî behsa çi dihat kirin? Behsa kê dihat kirin? Çi tê bîra te?

Mihemed Seyîdî: Wê demê behsa hevalê Êrîş dihate kirin. Hevaleke din a jin dema tang tê ew dikevin şer û paşê tang pêlî cenazeyê wan dikin. Bi rastî kesên ku li ber xwe didan hebûn, kesên ku şer dikirin hebûn lê ji hêlekê ve êdî derûniya her kesî hatibû guhertin. Ji ber dibihîstin ku ji aliyê cebha şerqî ve paş ve vekişandin çêbûye, gelek heval li wê derê şehîd bûne, ev yek bandora xwe li ser moralê wan dikirin. Li aliyên din jî wiha bû. Hêdî hêdî şer berê xwe da bajêr. Ez bi xwe piştî şer gihişte cihê radyoyê, min dev ji karê radyoyê berda, wek ciwanekî Kobanê ez jî beşdarî şervanan bûm û min şer ker. Li wê derê ez heta demekê li cebha xerbî mam. Piştî demek zêde derbas nebû 6-7 roj hemû cebheyên derve şikestin, heval hemû vekişiyan berê xwe dan bajar. Di dîroka 4’ê kanûna 2012’yan de êdî DAIŞ kete bajêr. Di hundirÊ bajar de jî hema bêje yek kes ji xelkên kobanê nemabûn. Milet hemû derbasî Bakur bû, xelkên gundan jî li hêla Tilşeîrê man, li vî aliyê sînor man, bi zarokên xwe ve û pezên xwe ve man. Ne konek, ne çadirek, ne xwarin li wê derê man. Destpêkê hinekî hewa germ bû baş bû lê belê pişt re baran bariya û baraneke xurt bariya, milet di bin wan şert û mercan de diman, mirov şaş dima gelo çawa dikarin li ber xwe bidin?

*Bîranîna ku wê demê tê bîra te kîjan e?

Mihemed Seydî: Rast e, tê bîra min hevalek hebû navê wî Botan bû. Mala me di nava bajar de bû, ji aliyê Dibistana Reş min got ka em biçin li wê derê binêrin ka çi heye. Em serlêdana malê bikin. Ereb nebûn em li motosklêtekê siwarbûn. Kesî negotibû ku şer ketiye nava bajêr, em çûn malê. Mala me jî nêzî 48 deqeyan bû. Em ketin hundir, me dît her tişt saxlem bû. Keliyekê em man, me dît ku fîşek bi ser serê me re derbas dibin. Hevalê Botan got dibêjin şer neketiye bajêr va ye xuyaye şer di bajar de jî destpêkiriye. Nêzî sed metre fîşek diavêtin. Me ferq kir ku êdî Miştenûr jî ketiye destê wan. Yanî di bajêr de şer destpê kiribû ne ku bajar bûye cebhe. Hema em li motosklêtê xwe siwarbûn û me berê xwe da eniya xerbî, her li wê derê man. Li wê derê hejmareke ciwanê ji Bakur hebûn bi temenê xwe biçûk bûn lê bihîstibûn ku şer heye hatibûn alîkariyê bikin. Bi taybetî 6-7’ê cotmehê û şûn gelek tevlibûn çêbûn, ciwan bi koman dihatin, xwe li sînor didan dihatin, li derî didan dihatin. Dîmenên bi vî awayî bûn. Belkî hinek ji wan jî hîn destpêk bû hatin, şehîd bûn.

Taybet li cebha xerbê bi vî awayî henek dikirin digotin; her kesî digot sengerê bajêr amade ne lê va ye ev bû sê heyv em sengeran çêdikin. Kesekî wisa bawer nedikir ku ewqas şer bigihêje vê astê lê êdî tax yek bi yek ji destê hêzên leşgerî derdiketin. Ji destê şervanan derdiketin. DAIŞ hêdî hêdî bi pêş ve dihat. Di demeke pir kurt de gihiştin çand û hunerê, aliyê din hema hema gihiştin nêzî derî. Di navbera deriyê Kobanê û bakurê Kurdistanê de belkî du kolan man, DAIŞ gihişte wê derê. Li aliyê xerbê ve jixwe Tilşeîrê bûn. Gundê Çolbegê û Minazê. Li aliyê xerbê zêde şer çênebû, li aliyê qulbe û şerqî gelek şerên giran çêbûn.

*Gelo di milê cebilxaneyê de pirsgirêk dernediketin?

Mihemed Seydî: Beriya ku çete bikevin bajêr zêde pirgirêk nebû, lê piştî wê bi demekê êdî pirsgirêka cebilxaneyan derket, ji ber ku şer giranbû û hevalên ku ji derve dihatin bi qasî ku dikarîbûn bi xwe re hildigirtin û dianîn.

*Wê deme we bi çi şer dikir kîjan çekên we hebûn?

Mihemed Seydî: Tişta herî giran ku hebû BKC bû, wekî din keleş bû. Piştre çeka doşka çêbûn piranî jî yê 12 û nîv hebûn. Lê dema ku DAIŞ bi tangan dihat hinekî zehmet dibû, tu bi qilêşan ve pê re şer bikî. Yanî heta wê demê jî şervanan nizanîbûn di nava bajêr de çi diqewime. Tenê dizanîbûn DAIŞ tên û dişikin, qendî zanebûna wan hebû şer dikirin.

*Di wan kêliyan de hestên te çawa bûn?

Mihemed Seydî: Erê, mirov çawa bibêje, ez wekî ciwanekî Kobanê li nava wan kolanan digeriyam, min bi çavên xwe didît ku ew kolan dikevin destê DAIŞ’ê. Hestekî wiha dihate min ku em ê careke din nikaribin vegerin van kolanan. Êdî çûn û hatina wan kolanan me xeyal dikir, DAIŞ li wê derê heye em ê çawa bikin. Xaleke din ku gelekî girîng bû DAIŞ’ê tûpên xazê kiribûn hawan û diavêtin me. Cihekê jî nema hawan lê neket. Tê bîra min di rojekê de 145 hawan hatin li çargoşeyekê pir biçûk ket. Jixwe Kobanê tenê yek tax di destê şervanan de mabû. Her der hate topbarankirin. Rojane jî top dihatin, ji hawanên ku DAIŞ’ê jê re digotin ‘Topên Cehenemî’ diavêtin, yên herî mezin yanî dema li cihekî diket her tişt bi xwe re xera dikir. Li her deverê hawan dihatin û pê re êrîş çêdibû. Wê demê gelek kesan digotin dikare bira derkeve. Hetanî bi xebatkarên ragihandinê jî. Ji ber şer pir nêz bûbû.

Wê demê hin heval xeber dan û gotin bila xebatkarên ragihandinê derkevin. Wê demê min got ez ciwanekî Kobanê me heya ku hinek hebin parastinê bikin ez ê li vê derê bim. Ev rastî bû ku bi awayekî fermî wê demê min dev karê raghandinê berda. Kamerayekî min hebû min dîmen digirt ji hin televziyonan re, taybet min ji bo hevalên ANHA’yê dişand wê demê hevala Duniya li wê derê bû. Kamereyek bi min re bû bi roj min dîmen dikişandin û bi şev jî li navendê dimam.

Hestê herî ku min jiya ev bû, îxanetek û bê exlaqiyeke tewra mezin e ku di wan şert û mercên zehmet de tu dev ji hevalên xwe berdî. Belkî gelek ji wan ne ciwanên Kobanê bûn û hatin ji bo te şer bikin, ê çawa tu ciwanê Kobanê bî û dev ji warê xwe berdî? Ev ji bo min gelekî giran bû. Hevalan ji me re digotin: herin ji vê derê hûnê zehmetiyan bikişînin. Herên hêla din a bakur. Lê ez wiha dihizrîm, ger dev ji wê derê berdim ez ê bimirim lê dibe ku li vê derê baştir be. Tu li ber çavên xwe dibînî ku ew malbatên ku ji malên xwe derketine, dev ji hemû milkên xwe berdane û bi rojan li bexçeyan radizên, li kolanan ne, zarokên wan bê ku bikaribin ji sermayê xwe biparêzin, ev hemû dîmen li ber çavên min bûn.

Mijara mayîna min a Kobanê bê nîqaş bû.

Car carna milet telefon dikirin û mereq dikirin ka rewşa me çawa ye. Me digot em baş in, wan digot ma em dibihîzin dengê şer û êrîşan heye çawa hûn dibêjin em baş in. Me nedixwest morala kesekî daxînin. Kesên li derve li hundir temaşe dikirin bi wan zehmet bû, lê yên di hundir de ji wan re hêsantir bû ji ber me dişopand. Çi kesên ji derve her dipirsîn ka em werin alîkariyê bikin. Her rojê agahî dihatin ku ev heval li filan deverê şehîd bûye û hevalek li devereke din şehîd bûye.

*Bîranîna ku her di wê demê de li bîra te maye kîjan e?

Mihemed Seydî: Belê tê bîra min rojekê bi roj bû ez çûm eniya Rojhilat -eniya şerqî, ji eniyê enî nemabûn, li Kobanê jê re dibêjin Cadeya Geracê cadeyeke pane ji geracê diçû Helebê. Ez çûm wê derê hejmareke heval li wê derê bûn, heval hemû nû bûn, rextên ku li ber xwe kiribûn xuya dikir nû bûn, ji ber şervanên nû wan li ber xwe dikin. Min ji wan pirsî hûn ji ku derê hatine? Gotin em ji Botanê hatine. Wê demê hevalê Hawar hebû ew jî berpirsê grûbê bû. Hejmara wan derdora 12-13 kesan bûn. Jixwe ji ya Botanê hatibûn, li ser sînor leşgerên tirkan wan disekinîn û dipirsin ku derên ku derê? Ew jî dibêjin em ciwanên êzidî ne ew ê herin kampa Pirsûsê. Bi vî awayî xwe xelas kiribûn. Bi vî awayî hatibûn Pirsûsê û paşê hatin Kobanê. Hevalê Hawar min bala xwe dayê ew jî fermandarê Botanê yê bi salan bû. Min jê pirs kir: “we çima pala xwe daye vê dere” got hevalan agahî dane ku wê bi balafirê lê bidin. Ew cara yekemîn bû ku wê balafir lê bide. Hevalan du cadeyan xwe dabû paş.

Min bala xwe dayê ku di destê wî de qilêşeke kevin pê re ye eger carekê bikar bîne dibe ku cara duyem neşuxile. Ewqas qilêşeke kevin bû, ew kes jî di cebheya yekemîn de, paşî min bala xwe dayê ku du bombe pê re bûn, ew bombe jî yên fetîlî bûn, tenê ew hebûn, ew fetîlî yan bi destên xwe çêkiribûn ji ber ên din tunebûn. Derfetên ku hebûn ev bûn. Li gel her şervanekî du jarjor hebûn.

*Cudayî vê bîranînê, te kî dît?

Mihemed Seydî: Bêguman ez kêm jî dibêjim. Rast e zehmetî hebûn lê belê dikarim vê bibêjim ku mirov bi berxwedaniyê hîs dikir bi heybeta wan hevalan dihişt ku her mirov xwe bi hêz bibîne. Hevalên din jî min dîtin ku ka dikarin şer bikin an na? Dema ku serkeftineke biçûk jî çêdibû her kêfxweş dibû. Rast e xwe dan paş û şer kirin lê careke din jî bi pêş ve çûn. Ketina tepê destpêkê yê Tilşeîrê bû. Hevalên ku şehîd bûn Şervan hevaleke din jî ji Bîngolê bû. Pirsgirêka xwarinê nebû. Her kes diçû û dihat. Bi kamyonan xwarin dihat.

Şehîd Şîn

*Hevalên ku ji bîra te naçin kî ne?

Mihemed Seydî: Hejmarek heval ên kevin li Kobanê hene, ji Efrînê û Bakur hene. Gelek kesên ku man hene. Hevalê ku qet ji bîra min naçe Şervan e, ji xelkê Amedê bû. Di 2015 -2016’an bû min nûçeya şehdîbûna wî li ser televîzyonê bihîst. Li Şirnexê balafirê li wan dabûn. Ew şervanê ciwanekî biçûk bû, xwezayî bû, fedekar bû, dema digotin şer her li nav sengerê bû. Hevalê Hawar jî ji bîra min naçe ji Botanê hatibû. Dîmena wî li bîra min e, çawa li ser resîfê rûniştibû û pala xwe dabû dîwar, ji ber bê xewî çavên wî sor bûbûn, ji ber di wan rewşan de xew zehmet bû, şerê rû bi rû bû.

Hevaleke din jî hebû jin bû, bi temenê xwe biçûk bû, navê wê Şîn bû. Bawer dikim ji gundê Semfur bû. Ji min re behs dikir digot: “hevalan ji min re gotin xwe hazir bikin em ê paş ve bikişin, min jî hema çente tijî xirad kirin, paşî ji min re gotin ma çima te ev tişt anîn.” Digot min hema xirad danîn. Hevaleke zindî bû, bi moral bû, dilpak bû. Di nava wî şerî de bi derdora xwe re germ bû. Bi wî temenê xwe yê biçûk di nava şer de bû. Dema diçin çalakiyê birîndar dibe, destê sibehê dixwazin çalakiyê bikin, ji ber nikarin ji nexweşxaneyê derbas bin, ew heval ji sibehê heta êvarî li wir dimîne, pişt re anîn aliyê bakur hinekî baş bû pişt re got careke din ez ê vegerim Kobanê. Wê demê min li gel roportaj kir. Hîn dîmena wê hevalê di bîra min de maye.

*Wekî din hevalên jin ên cuda hebûn?

Mihemed Seydî: Hevaleke din jî hebû Ş.Dilgeş hebû, şehîd Cudî Amed hebû. Hevalê Masîro hebû. Rojekê çûm cebhê heval di asta rêveberiya fermandariya YPG’ê de bû. Lê hemû di eniyê pêş de li gel şervanan bû, nedigotin em fermandar in an şervan in, her kes pev re şer dikirin. Ji xwe her cedayek cebheyek bû. Ez çûm wê derê berê jî me hev nas dikir. Ez dîtim pêşwaziyeke xweş kirin, pirsa rewşa min kirin. Ji min pirs kirin ma tu li vê derê mayî? Min got ma hûn li vir in ez ê bi ku ve herim. Şalê xwe nîşanî min da; dema dixwaze di cadê re derbas bibe çete fîşengê diavêjin, lê nakeve ji şalê wî re derbas dibe, şalê wî kun kiribûn.

Jixwe şehdate hevala Dilgeş piştî wê demeke kurt me bihîst. Hevala Dilgeş li wê cadeya geracê şehîd bû.

*Ê vê demê hevala we Duniya li ku derê bû?

Mihemed Seydî: Dîsa rojekê ez û hevala Duniya bûn, min got ka ez ê biçim cebhê ez nas nakim. Bi roj pirsgirêka min nebû ez dikaribûm biçûma. Em çûn eniyê me dît hejmareke heval li wê derê ne. Hevalê Çiya ji Amedê ew berpirsê cebhê bû. Çend cenazeyên çeteyan li wê derê bûn ew kuştibûn lê nikarîbûn cenazeyên wan bînin. Ji bo me jî endamên ragihandinê cenaze hebin û em jî belgeyên li ser wan kom bikin. Gotin em çi bikin çi nekin, em nikarin bînin! Min got ez ê bînim. Min şîşekî dirêj anî û min yek bi yek cenaze kaş kirin ji bo ku em dîmenên wan bigirin. Li ser wan filaş hebû, belge hebûn me bi xwe re anîn. Ev yek jî ji bîra min naçe. Hevalan jî carna henekê xwe dikirin: qaşo rojnemevane lê cenazeyan kaş dike.

Di 2015’an de meha nîsanê ez ji Kobanê derketim. Piştî bajar hat rizgar kirin. Lê belê hevala me Duniya kar û barê ragihandinê li ser hemû hevalan digeriyan. Ararat ê Ronahî TV û Ferhad Şamî bû berpirsê ragihandinê. Ev hemû li bîra min in.

Li ber derî taxa Gumrikê hebû ew taxa herî feqîr bûn. Şevekê hevala Duniya telefon kir ku hawanê li cihê me da û cihek tune ye em herin. Min got hûn çend kes in, got em pênc in. Min telefonê hevalan kir ji bo ku em wan bînin. Şev seat deh bû. Hawan li her deverê diketin. Hevalek navê wî Fedekar bû, berpirsê cebxana eniya xerbî bû. Ew heval li ereba xwe siwar bû û ew heval anînin. Roja dinê min got ez serdana wan bikim. Min dît nêzî 25 rojnemevan li vir in. Hevala Duniya got hemû bi me re hatin û gelek ji wan biyanî bûn jî.

Di wî şerî de her kes ne xwedî înîsiyatîf bûn. Ji ber kêlî bi kêlî guhertin çêdibûn.

*Tu heta dawî li wir ma?

Mihemed Seydî: Rast e ez heta dawî mam, cebha şerqî ya Şêxler rizgar bû mam. Aliyê qulbe nêzî sewamiyê Sirînê, aliyê şerqê jî gundê Bexdikê hatibû rizgarkirin. Hevalê ku herî zêde ez pê re mam hevalê Botan bû. Ew jî ji Batmanê ye. Di nava kar de ye. Em dema radizan em di erebê de radizan. Nêzî du meh hebûn em bi hev re man. Betaniya me di erebeyê de bû. Ew jî yek ji wan hevalan e nikarim keda wan ji bîr bikim.

Heta vê kêliyê çi hevalên ku li Kobanê mane hema em pirsa hev dikin û xwedî li hev derdikevin. Li wê derê hevaletiyeke cuda ava bû. Hevaltiyeke ruhî ji ya bedenî zêdetir ava bû. Kî hevalên ku hev dibînin dibêjin ew heval perçeyek ji hev in.

Ew şer di 15’ê Îlonê de destpê kir heta 4’ê Cotmehê şer kete bajara. Bajar di 26’ê Çileya 2015’an de hat rizgarkirin. Dema hate rizgarkirin ez bi gruba şerqî re bûm. Hevalê Artêş ji Geverê bû, ji xwe jê re digotin Gever. Ew heval di şerê Efrînê de şehîd bû. Hevalek wisa ruhê wî xweş bû, dema şer çêdibû qet bê moral nedibû. Bi hêz bû, neditirsiya, plana xwe baş dikir. Ez bûm hevalê Artêş û Kato jî hebû. Kato jî bawer im li çiyê şehîd bû. Dema bajar rizgar bû min telefon vekir kesekî xeber nedabû, min li ser telefonê got êdî mesele qediya.

Wê demê ala dirêj li ser Miştenûrê dirêj kirin. Êdî her kesî pê hesiyan ku Kobanê rizgar bû. Êdî xewnên ku dikirin pêk hatin. Rizgarkirina Kobanê ji bo min xewnek bû. Hevalên ku di nava wî şerî de cih girtine, kêm mane, piranî şehîd bûn an jî birîndar bûne. Lê her kesê ku di berxwedana Kobanê de ma perçeyek ji laşê xwe da, ger parçeyek ji laşê xwe nedabe ji mejiyê xwe daye. Ji ber her kesekî ku te nas dikir û şehîd bû parçeyek ji ruhê te qut dikir. Her kesekî ku bi te re bû û we bi hev re mewzî girtin û şehîd bûn parçeyek te bi xwe re bir. Erê dibe ku niha mîna bîranîna em behs dikin , her ku em behs dikin aliyekî em keserê dikişînin û li aliyekî din binêre em li wê derê man û em bi ser ketin.

Gotina şehîd Hevrîn Xelef tê bîra min: “dema ku tu yî bi ser bikevî tu yî bibêjî baş e ez mame û bi ser ketim.” Em jî vê tînin ser ziman tevî ku zehmet bû lê em bi ser ketin. Ew di bîra her kesî de ye wê demê zor û zehmetî gelek bû. Dema em dibêjin zehmetî ev hemû ne pirsgirêk bûn ne av ne xwarin. Lê zehmetî dijwariya şer bû. Dayik û bavên me yên ku li wî aliyê sînor hevpeyvîn bi wan re dikirin wan digotin em li benda zarokên xwe ne ku mizgîniya rizgarkirina Kobanê bidin me, ev moral dida me. Her kesî li bendê bû careke din bajar şên bibe.

Carna di hevpeyvînan de şervanan digotin ez ê piştî rizgarkirinê razêm ji ber ewqase di şerekî bê eman de berxwedanî hat kirin. Êdî rojên zehmet hatin û kesên di nava bajar de man hejmarek biçûk man lê dîsa jî bajar hat paqijkirin û rizgarkirin.

*Gotinên te yên dawî?

Mihemed Seydî: Dema berxwedanî û Kobanê pêvajoyek bû, ez ciwanekî ji bajarê Kobanê di nava şerekî giran de cihê xwe girt. Kobanê ji bo min pêvajoyeke serkeftinê bû. Her rewş çi bû bila bibe. Ji bo min bû ezmûneke xurt ku jiyanan xwe pê mezin û bi nirx bikim. Min hêza xwe ceriband.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar