Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet xeteke nû ava dikin

Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê Demhat Guvercîn bang li ciwanan kir ku beşdarî kongreya ciwanan wiha axivî: “Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet, xeteke nû yê têkoşînê ava bikin.”

Ciwan xwe di bin banê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê de bi rêxistin dikin. Meclisa Ciwanan dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşma “Vejînek Ciwan” li Eywana Dawetê ya Geterler a navçeya Rezanê 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Amadehiyên kongreyê berdewam dikin û endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Demhat Guvercîn derbarê kongreyê de agahî da. Guvercîn diyar kir ku ew ji bo avakirina jiyaneke rêxistinkirî hemû ciwanan vedixwînin kongreye. Guvercîn, anî ziman ku li dijî şerê taybet divê têkoşîneke hevpar were dayîn. Di berdewama axaftina xwe de Guvercîn diyar kir ku ew ê bi kongreye ji nû ve bikevin pêvajoya avakirin û rêxistinkirinê û da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê taybet, xeteke nû yê têkoşînê ava bikin.

Ciwan wê çalakiyên hişyariyê li dar bixin

Demhat Guvercîn destnîşan kir ku polîtîkayên şerê teybet bi pisporî li ser ciwanan dixin dewrê û da zanîn ku hêza guherîna van polîtîkayan di destê ciwanan de ye û wiha axivî: “Sedema meşandina şer a li ser ciwanan, avakirina ciwantiyeke ku nafikire, lêpirsînê nake û nasnameya xwe ji bîr kiriye ye. Ji ber ciwan pir dînamîk û ji bo bîrdoziyan pir vekirî ne, dixwazin ciwanan tim asîmîle bikin, bikêşin nav kemîna fihûş û hişbirê. Em ê li dijî şerê taybet çalakiyên hişyariyê li dar bixin. Me serdana malbatan kir û der barê şerê taybet de agahî parve kirin. Her wiha me maçên futbolê û ji bo werin cem hev çalakiyên wekî seyranan li dar xistin. Me li gorî şert û mercên ciwan tê de ne rêbazên têkoşînê bi wan re parve kirin. Di vê hêlê de vegerên pir erênî çêbûn.”

Guvercîn, bal kişand ser ciwanên di demen dawî de koçî Ewropayê dikin û da zanîn di bingeha vê pirsgirêkê de krîza aborî, û şerê taybet heye û got: “Em pê bawer in ku divê ciwan dernekevin derveyî welat, li vê dere têkoşînê bidin meşandin. Derketina derveyî welat tu caran nabe çareserî. Çareserî têkoşîn e. Di erdnîgariya em tê de dijîn de beriya niha jî gund hatin xerakirin, şewitandin û valakirin, malbat neçarî koçberiya rojavayê dihatin kirin. Niha jî ciwanan bi krîza aborî û şerê taybet neçarî çûna derveyî welat dikin.”

Sedema qeyranan neçareserkirina pirsgirêka kurd e

Di dirêjiya axaftina xwe de Guvercîn got ku desthilat beşa mezin a budçeyê, ji bo polîtîkayên şer vediqetîne û bi bîr xist ku di bingeha vê siyaseta şer de, dijminatiya kurdan heye. Guvercîn, bilêv kir ku desthilat bi dijminatiya kurdan, ciwanan dixe nava krîza aborî û got: “Sedema yekem a veqetandina budçeya şer, pirsgirêka kurd e. Tekane kesê karibe pirsgirêka kurd çareser bike, Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan e. Li ser wî tecrîdek heye. Divê ciwanên kurd vê tecrîdê û siyaseta şer baş bizanibin. Ciwanê ku bi vê rastiyê hesiyaye, di nasnameya xwe de ser dikeve û dê fêm bike ku divê têbikoşe.”

Guvercîn, hemû ciwanan vexwend kongreyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan dikin, werin em jiyaneke rêxistinkirî ava bikin. Di vê çarçoveyê de, em herkesî/ê vedixwînin vê kongreye. Em li benda ciwanên enternasyonal ên cîhanê jî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar