Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Ciwan li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ hatin cem hev

Ciwanên ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê di kongreya “Vejînek Ciwan” a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin ba hev. Kongre bi dirûşma “Bijî Serok Apo” destpê kir.

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Eywana Dawetan a Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan”  1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran ciwan di saetên serê sibehê de berê xwe dan eywana kongreyê. Ciwanan li eywana kongereyê bi stranên şoreşgerî govend gerandin.

Li eywana kongreyê pankartên “Bêyî jinan şoreş nabe”, “Me roj dît êdî ji tariyê natirsin”, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye”, “Jin, jiyan, azadî”, , “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ji jiyana azad re erê, ji koletiyê re na”, “Jinên ciwan tirsa faşîzmê, pêşengên têkoşînê ne”, “Vejîna ciwan a li dijî pişaftin û înkarê” û “Bi ruhê ciwan ber bi şoreşê ve” hatin daliqandin. Di heman demê de pankarta “Dê dawî muhteşem be” li ser dikê hate daliqandin.

Bêrîtan Esen ji Stenbolê tevî zarokê xwe yê biçûk hatibû kongreyê û şuruba ji bo zarokê xwe anîbû ji hêla polîsan ve hate desteserkirin. Esen, wiha got: “Ez tevî du zarokên xwe ji Stenbolê ji bo aştiyê hatim vê derê. Ji bo hêviyê hatim. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin.”

Ciwanên li eywanê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û xelekên govendê gerandin. Coşa li eywanê û hejmara beşdaran her ku diçe zêdetir dibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar