Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ciwan li Şengalê konferansa xwe ya 3’yemîn li dar dixin

3’yemîn Konferansa Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê bi beşdariya bi sedan ciwanên êzidî, ereb, tirkmen û bi şîara ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo Cenga Azadiyê biserbixin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ destpê kir.

ANF Images

Li komelgeha Dugirê ya Şengalê Konferansa 3’yemîn a Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi beşdariya bi sedan ciwanên êzidî, ereb, tirkmen ên li Şengal û Mûsilê destpê kir. Di konferansê de ji derveyî ciwanên Ereb, şervanên YBŞ, Asayîşa Êzidxanê, ciwanên Telaferê yên Tirkmen jî amade bûn. Konferans bi şîara ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo Cenga Azadiyê biserbixin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ tê lidarxistin.

Axaftina vekirinê ji aliyê yek ji fermandarên YBŞ’ê Xemgîn Şengalî ve hat kirin. Xemgîn Şengalî kongreyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû ciwanên Şengalê pîroz kir û ev peyam da: “Di serî de şehîd Cîlo û Vejîn, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Hêvî dikin ev konferans bibe wesîleya serkeftin û tifaqa ciwanên Êzidî. Ciwanên êzidî bênavber di nava xebatan de ne. Ciwanên êzidî barê parastina civakê girtine ser milê xwe. Ciwanên me divê pêşengiyê ji têkoşîna li dijî êrîş, dagirkerî û pîlanên qirêj re bikin. Em wekî ciwanên Rêber Apo şopdarên şehîd Zekî û şehîd Zerdeşt in. Planên dijmin ên tunekirina civakê û jinavbirina ciwanan heye. Lê ciwanên me serhildêr û berxwedêr in. Ew dizanin eger ciwanan têk bibin dê civakê jî têk bibin. Ji ber vê divê ciwanên êzidî di vê mijarê de hişyar bin û bi rola xwe rabin. Pêwîst e ciwanên me bi hêzeke mezin rabin ser piyan. Ciwanên me her tim li ber xwe dane û heya niha planan têk birine. Pêwîst e bi hêza Vejîn û Cîloyan li ber xwe bidin. Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî serbixin’. Ev gotin herî zêde ji bo ciwanên êzidî û Şengalê derbasdar e. Em vê konferansê li Rêber Apo û hemû ciwanên Şengalê pîroz dikin.”

 ‘Em ê rêxistina xwe xurt bikin’

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo jî di konferansê de peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê gîhand ciwanên Êzidxanê. Cîhan Celo bal kişand ser rêxistinkirin, berxwedanî û çalakgeriya ciwanên Şengalê û got: ‘’Divê ciwan li dijî hemû hewldanên dijmin hişiyar bin û li ber xwe bidin. Ciwan wê her tim li dijî zilmê, qirkirin û fermanê li ber xwe bidin. Weke 2014’an, wê ciwan ji bo neteweya demokratîk têbikoşin; Neteweya demokratîk, wê bi hêza ciwanan ava bibe, em ê rêxistiniya xwe ava bikin û bi hêz bin.’’

Cîhan Celo bal kişand ser tirsa dijmin a ji hêza ciwanan û got: ‘’Ji ber vê tirsê ye ku her ciwan di hedefa dijmin de ne, lê wê ciwan li dijî wan êrîşan xwedî rêxistiniyek hîn xurtir bin. Em heval Zerdeşt, heval Çîlo, heval Heydar bi bîr tînin. Em vê konferansê li hemû kesên ku li dijî zext û dijminahiyê têdikoşin û bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin û em serkeftinê ji ciwanan dixwazin.’’

Berdevka TAJÊ Riham Hico konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li hemû ciwanan û li beşdarên konferansê pîroz kir û wiha axivî: ‘’Em di şexsê heval Vejînan de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Konferansa ciwanan li Rêber Apo û li hemû hevalan pîroz dikin. Li dijî civaka êzidî her tim êrîş tên domandin, ciwanên Şengalê jî dibin hedefa wan êrîşan. Erka ciwanan ew e ku li dijî komplo û êrîşan li ber xwe bidin. Erka ciwanên Şengalê ye ku pêşiya koçberiyê bigirin. Erka wan e ku Şengalê bi rêxistin bikin. Erka wan e ku li dijî nijadperestiyê têbikoşin û ji bo jiyaneke aram têbikoşin. Ji bo mafê jin, ciwan, zarok û pîr û kalan li Şengalê hebe, divê em tifaqa Şengalê pêk bînin. Ev tifaq erka ciwanan e. Em ê Şengalê bi ciwanan re bi rêxistin bikin. Rêber Apo gotibû; ‘Em ê bi ciwanan re ser bikevin’. Em jî xwe zana bikin, xwe bi rêxistin bikin, xwe ji fermanan biparêzin, erka me jî ew e ku em xwe di her milê jiyanê de perwerde bikin. Gelek êrîşên li dijî ciwanan hene, yek ji wan êrîşan jî êrîşa fikrî ye.’’

Piştî axaftina Riham Hico, peyamên ciwanên Mexmûr û Ewropayê yên ji bo ciwanên Şengalê, hatin temaşekirin.

Wê 3’yemîn konferansa ciwanan heya saetên êvarê dewam bike. Wê piştî konferansê peyama dîtbarî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan wekî sînevîzyon were nişandan. Her wiha sînevîzyonek li ser kar û çalakiyên ciwanan wê were temaşekirin.

Di rojeva rêxistinî ya konferansê de pirsgirêkên rêxistinkirin û pêşxistina xebatên ciwanan di were nirxandin, rêziknameya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê were nûkirin. Wê konferans bi axaftina dawî ya Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Şengalî bi encam bibe.

Piştî konferansê wê ciwanên Êzidxanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxuyaniyeke girseyî bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar