Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Ciwan parêzvanên jiyana azad in

Ji Komîteya Ciwanan a PKK’ê Fîraz Garzan têkildarî konferansa ciwanan de got ku ciwan li ser xeta têkoşînê rêxistiniya xwe xurt bikin û wiha domand: “Ew in parêzvanên jiyana azad. Di tevgera me de jî wisa ye. Ev li Kurdistanê bûye rastiya herî aşkera. Di şer, berxwedan, rêxistinkirina civakê û avakirina pergala neteweya demokratîk de jinên ciwan xwedî roleke pêşeng e.”

Ji Komîteya Ciwanan a PKK’ê Fîraz Garzan qala girîngiya têkoşîna afirandina jiyaneke azad kir û got: “Aşkera ye ku ciwan di sedsala 21’an de xwedî wê potansiyelê ne ku li cîhanê jiyaneke azad û bi rûmet biafirînin.”

Ji Komîteya Ciwanan a PKK’ê Fîraz Garzan têkildarî 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku 3-5’ê Mijdarê li paytexta Fransa Parîsê hate lidarxistin, bersiva pirsên ANF’ê da.

Tevî ku konferans cara destpêkê bû, hûn çêkirina wê, tevlîbûn û nîqaşên wê çawa dinirxînin?

Lidarxistina 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê kelecan û coşeke mezin di me de ava kir. Me nekarî beşdar bibin, lê me bi peyamekê silavên xwe şandin. Nîqaş û geşedanên di konferansê de, me li gorî derfetên xwe şopand. Ji her çar parçeyên Kurdistanê ciwanên Kurd bi rengekî çalak beşdarî konferansê û amadekariyên wê bûn. Em vê konferansa ku bi pêşengiya ciwanan hatî kirin, li ser navê têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê weke pêngaveke girîng dinirxînin. Em ciwanên ku ji bo amadekarî û lidarxistina konferansê ked dane silav dikin. Em car din ciwanên ku ev xebat bi serkefî qedandin û têkoşîna gerdûnî dimeşînin, pîroz dikin. Ji 49 welatan û ji 95 rêxistinan 400 ciwan hatin ba hev. Di asta gerdûnî de nîqaşkirina pirsgirêkan, bi taybetî jî nîqaşkirina pirsgirêkên ciwanan, lêgerîna çareseriyê û li ser vî bingehî parvekirina tecrubeyên xwe, ji bo xurtkirina piştevaniya navneteweyî xwedî wateyeke mezin e. Ji sehildana 1968’an a li Parîsê re ciwanan pêşengî kiribû. Piştî 55 salan car din dengê ciwanên ku dibêjin, ‘Cîhaneke cuda pêkan e’ li Parîsê bilind bû. Di vî warî de em weke ji rêzê na nirxînin. Em weke kombûneke dîrokî dinirxînin. Derket holê ku di roja me ya îro de li dijî zextên sîstema kapîtalîst lêgerîna ciwanan xurt e. Eşkere ye ku ciwan di sedsala 21’an de xwedî wê potansiyelê ne ku li cîhanê jiyaneke azad û bi rûmet ava bikin.

Xebatên di konferansê de hatine meşandin, wê bi taybetî çi bandorê li ser xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne kirin, bike?

Konferans bi xwe xwedî helwesteke xurt bû. Înîsiyatîfa Ciwan Dîrokê Dinivîsînin di axaftina xwe ya vekirinê de, konferans diyarî Rêber Apo kir. Di konferansê de qasî 3 rojan gelek nîqaş hatin kirin. Di encama van nîqaşan de hem çêkera jinên ciwan hem jî çêkera giştî biryar dan ku beşdarî kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bibin û ji bo vê yekê bang kirin. Banga giştî ji aliyê Nûnerê Yekîtiya Şoreşger û Sosyalîst a Kenyayê Lewîs Maghanga ve hate kirin. Ev yek bi serê xwe wateyeke mezin îfade dike. Demokrat û şoreşgerên welatekî ku Rêber Apo sala 1999’an lê hate dîlgirtin, xwe bepirsyar dibînin û li dijî vê komployê helwesta xwe nîşan didin. Di encamnameya konferansê de jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi aşkera tê îfadekirin. Aşkera ye ku têkildarî vê mijarê biryardariyeke xurt ji konferansê derketiye holê. Li Afrîka û Asyayê her ku diçe fikrên Rêber Apo tên naskirin û nîqaşkirin.

Têkildarî vê yekê weke tevgera ciwanên Apoyî em di rewşa rexnedayînê de ne. Piştî xebatên Rêber Apo ya ‘di sosyalîzmê de israr, di mirovahiyê de israr’ fikrên wî sînorên Kurdistanê derbas kirin û perspektîf pêşkêşî hemû mirovahiyê kirin. Lê ji bo belavkirina van fikran û li her derê nasandina wan, dereng man. Manîfestoya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ku ji 5 beşan pêk tê, lûtkeya felsefeya sosyalîzmê ya serdemê îfade dike. Ev manîfesto di roja me de îlhamê dide kes û tevgerên demokratîk, sosyalîst û şoreşger. Divê me ev geşedan bi rengekî hîn bi bandortir daba nasandin. Bi Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê re ev yek hîn girîngtir bû û li her dera cîhanê hate nasandin. Fikrên Rêber Apo û zanista Jineolojiyê bi taybetî bandoreke mezin li ser tevgerên jinan ên li cîhanê kir. Ciwanên ku di nava lêgerînan de, divê fikir û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bikin. Em dibînin ku eleqe û meraqa ji vê yekê re jî her ku diçe zêde dibe. Konferansa ku li Parîsê pêk hatî û mijarên hatine nirxandin, îspata vê yekê ne. Em bawer dikin ku li ser vî bingehî wê konferans tevlêkariyên girîng li van gavan bike.

Armanca vê konferansê çi bû, ji bo hatina ba hev a tevgerên ciwanan û yekbûna armancê planeke we ji bo siberojê heye?

Li hemberî biryarên ku di konferansê de hatine girtin û encamên wê, em xwe berpirsyar dibînin. Me ev yek di peyama xwe de jî diyar kiribû. Her çendî ku em ne di nava konferansê de jî bûn, lê biryarên hatine girtin ji bo me jî derbasdar in. Li dijî hêzên kapîtalîst, desthilatdar û faşîst ên cîhanê, tişta ku me xurt bike piştevanî ye. Lewma li gorî encamên konferansê em bawer dikin ku wê berfirehkirina kar û xebatan, bilindkirina tifaqê û yekîtiya têkoşîna ciwanan a navneteweyî wê ne tenê di gotinî de, di heman demê de di pratîkê de jî pêk were.

Di vê konferansê de têkildarî mijarên weke pirsgirêka jin û ekolojiyê xebat hatin kirin. Gelo hûn nîqaşên li ser van pirsgirêkan hatine kirin, têrker dibînin?

Qasî ku me şopandî, di konferansê de qasî 3 rojan nîqaşên pir dewlemend hatin meşandin. Li ser rewşa li cîhanê, têkoşîna azadiyê ya jinan û ciwanên cîhanê û konfederalîzma demokratîk panel hatin lidarxistin. Her wiha derbarê mijarên ekolojîk, jinên ciwan, lîberalîzm, gelên herêmî, şerê li Rojhilata Navîn, aborî, koçberî, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm û meseleya azadiyê xebatên atolyeyê hatin kirin. Di hemû panel û komxebatan de ji welatên cuda nûnerên ciwan nêrîn, nirxandin û tecrubeyên xwe parve kirin û encamên xurt derxistin holê. Dema ku ev qas sazî, gel, çand û ziman li cihekê tên ba hev, teqez wê cudahî hebin. Teqez wê derbarê hin mijaran de nêrînên cuda hebin. Van cudahî, tecrube û parvekirinan armanceke xurt derxist holê.

Cudahiyên me dewlemendiya me îfade dike û ji xebata hevpar re nabe asteng. Di 3 rojan de helbet mirov nikare her mijarê û her pirsgirêkê bi têrkerî nîqaş bike. Lê bû wesîle ku zemînê têkoşîneke hevpar derkeve holê. Nîqaş û parvekirinên ku li ser vî bingehî hatine kirin, wê bi rengên cuda dewam bike. Divê ji xeynî vê em nêrînên hevpar bixin meriyetê û li dijî sîstemên zextkar têkoşînê zêde bikin. Divê em li her derê têkoşîna afirandina jiyaneke azad bimeşînin.

Ev konferans ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Jinên ciwan soza têkoşîna li dijî tecrîdê jî dan. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Pêşengiya jinên ciwan diyar bû. Jinên ciwan di hemû nîqaş, panel û komxebatan de aktîf bûn û ev yek pir girîng bû. Ji ber vê jî  bi awayekî nornal jinên ciwan di konferansê de rojeva heyî dîyar kirin. Em hevalên xwe yên jin ên ciwan pîroz dikin. Dema ku jinên ciwan xwe rêxistin dikin, em dibînin ku beşên herî çalak, zindî û bihêz ên civakê û têkoşîna azadiyê ne.  Jinên ciwan in ku herî zêde pêwistiyê bi tolhildana ji pergala kapîtalîst û baviksalar dibînin. Li ser vê bingehê jin in ku dikarin tesîrê li hemû beşên civakê bikin û li ser xeta têkoşînê rêxistinê bikin. Ew in parêzvanên jiyana azad. Di tevgera me de jî wisa ye. Ev li Kurdistanê bûye rastiya herî aşkera. Di şer, berxwedan, rêxistinkirina civakê û avakirina pergala neteweya demokratîk de jinên ciwan xwedî roleke pêşeng in. Dema ku jinên ciwan xwe bi hêz dikin, ev yek ji bo hemû civakê serkeftinek mezin e. Ji ber vê yekê em bawer in ku rêxistinbûna jinên ciwan di asta navneteweyî de dê tesîrên bi vî rengî li têkoşîna azadiyê ya li hemû cîhanê jî bikin. Di konferansê de gaveke bi vî rengî pir girîng bû.

Ji 49 welatan 400 ciwan beşdarî vê konferansê bûn. Ev konferans dê li ser bingeheke enternasyonalîst pêşketineke çawa bi xwe re bîne?

Di dawiya konferansê de bi erêkirina hemû delegeyan encam hate eşkerekirin û gelek nuqteyên girîng di vê encamê de hebûn. Êdî divê tevger û rêxistinên ku beşdarî konferansê bûne, hîn zêdetir çalakiyên hevpar pêş bixin. Em çiqasî serdana hevdû bikin, nîqaşên xwe kûr bikin, alîkariya xwe zêde bikin, eger rast, çand û zimanê hevdû baştir nas bikin, wê ewqasî bingehê me ji bo geşkirina têkoşînê hebe. Di roja me de rastiyeke pir bi êş heye, lê di heman demê de rastiyek jî heye ku hêviyên mezin bi xwe re tîne. Rastiya ku em bi têkoşînê dikarin cîhaneke cuda biafirînin. 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê di vî warî de xebateke girîng bû. Di beşê encama konferansê de, bal hat kişandina ser mîrateya Manîfestoya Komunîst ku beriya 175 salan derket holê û hemû cîhan bandor kir. Bi banga ‘li ser vî bingehî bibin yek, cîhanê bi hev re biguherin!’ bi dawî bû. Em jî tevlî vê bangê dibin. Divê em êdî ji bo vê yekê bi hev re bixebitin û têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar